logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

× Navdarên Kurdistan Dînên li Kurdistan Amûrên Muzîkê Muzîka Kurdî Dengbêjî Berhemên Çandî û Hunerî Çek û Libsên Kurdan Orf û Adetên Kurdan
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Ûsîvê Çelebî

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Dengbêj û hunermend Ûsîvê Çelebî, di sala 1922yan de li gundê Cibilgirawê ya bi ser navçeya Nisêbînê ve ji dayîk bûye. Ji ber ku bavê wî jî li tembûrê dixist, hîn 10 salî ye dest bi tembûrê dike. Ûsivê Çelebî esas li ber destê hunermendê navdar ‘Eliyê Silêman lêxistina tembûrê li pêş xistiye. Piştî bûye 15-16 salî, bûye tembûrvanekî hoste. 16 salî mala wan dire Beyrûdê. Li wir di dawet û şahîyan de li tembûrê dixist. Piştî çend sala derbasî gundê Amûdê Topiz dibe ku nêzîkî Nisêbînê ye. Payîza dihat Cibilgirawê, warê zarotîya xwe. 14 sala li Topiz ma û di vê demê de nav û deng pê ket, ji herêmê dihatin dû ji bo dawetan. Dûra derbasî gundê Amûdê Elîfero bû. Di daweta de hevalê wî yê tembûrvan Diham li ser piyê wî suwar dihat, bi hev re li tembûrê dixistin û dawet geş dikirin. Gelek stranên wî hene, bi dehan ji wan hîn jî li dawet û dîlanan têne gotin. Di Newrozan de jî distira.

Hunermendê bi nav û deng Seîd Gabarî pir qedir dide Ûsîvê Çelebî û dibêje: Xezîneka stran û folklora Kurdî yê dawetan bû. Ji wê xezîneyê, ji wê kanîyê me gişa av vexwarîye. Mixabin, ‘emrê wî û qedera wî destûr neda ew xezîneka gelekî pîroz ya di sîngê xwe de xwedî kir hemûyî bispêre hunermendan. Hizniyê Şêxî ji me bêhtir ji Ûsivê Çelebî stran girtibûn, lê ew bi stîla xwe digot.”

Di arşîvên şeqsî de kasetê wî hene, lê piraya wan derneketine piyaseyê. Yek ji wan hunermenda ye ku cara ewil stranên siyasî li Rojava gotine. Di sala 1962yan de, piştî ji şevbuhêrkekê derdikeve ji aliyê eskerên Dewleta Sûrî ve tê girtin, îşkencê didine û ber sibehê nîvmirî diavêjin ber derîye wî, piştre diçe rehmetê. Bavê 4 zarokan bû.


ÇAVKANİ

Kaniyek ji Mezopotamyayê NISÊBÎN/Eslîxan Yildirim, Enstîtuya Kurdî ya Stenbol, 2005

 

https://www.youtube.com/watch?v=Tjc5HEL0bqg

Jiyan û çîroka kuştina hunermend Yûsif Çelebî

Hin nivîsên têkildar

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf


Hûtî Aslan

Hûtî Aslan dibistana seretayî û ya navîn li Nisêbînê, xwendegeha ji bo huner jî li bajarê Edirne (bajarekî Tirkîye ku li ser sînorê Bulgarîa cîh girtîye) xwendîye. Ji bo zankoyê bixwîne di serê sala 1970yî de çûye Almanyayê û perwerdeya xwe ya endezyarîyê û mastira xwe jî li Almanyayê qedandîye. Bi Kurdî, Tirkî û Almanî zane. Di xwendegeha navînê de dest bi nivîsandina helbesta kirîye....


Manî Pêxember

Manî Pêxember

Yek ji dînên girîng yê dîroka dînên dinyayê Manîyî ye, Manîyî ji alîyê pêxember(peyamber) Manî ve hatîye belavkirin. Manîyî dîneke gerdûnî ye, yanî ji hemû insanan re ye, armanca vî dînî insana ji xerabîyê dûr bixe û wan biparêze. Manî yê weke Peyamnêrê Ronahiyê jî hatîye binavkirin, di derbarê felsefe û ramanê xwe de pirtûk nivîsandine, wêne çêkirine, ji bo belavkirina vî dînî alîgêrên xwe şandîne gelek welatan; pirtûkên wî wergerandine gelek zimanan; loma di demeke kin de li çar alîyê dinyayê şopdarên wî zêde bûne...