Amadekarîya
Nivîskar: Hûtî Aslan
Hûtî Aslan
Hûtî Aslan di sala 1945an de li gundê Hatxê ya ku niha bi navçeya Nisêbînê ve girêdayî ye hatîye dinyê. Di zarokîya xwe de heya pênc salî li gund maye. Weke zarokên gunda çi kar hebe kirîye. Dibistana seretayî û ya navîn li Nisêbînê, xwendegeha ji bo huner jî li bajarê Edirne (bajarekî Tirkîye ku li ser sînorê Bulgarîa cîh girtîye) xwendîye. Ji bo zankoyê bixwîne di serê sala 1970yî de çûye Almanyayê û perwerdeya xwe ya endezyarîyê û mastira xwe jî li Almanyayê qedandîye. Sala 1980yî de vegerîyaye Tirkîyeyê. Li vir 32 sala di karê dewletê de xebitîye û di sala 2014an de malnişîn bûye.
Hûtî Aslan zewicîye, xwedî xwe û sê zarokan e. Bi Kurdî, Tirkî û Almanî zane. Di xwendegeha navînê de dest bi nivîsandina helbesta kirîye. Helbesta yekem ya bi navê “Dara Gûzê” di sala 1964an de nivîsîye. Jê û pê de helbestin din, di salên cûr be cûr de nivîsîne. Wekî din, xebatên mîna bîranîna, pêkenînê Kurdî û meqaleyên ku li ser mijarên di rojevê de ne dom dike. Pirtûka KERA BOZ ya ji alîyê Weşanxaneya Azad ve di Sibata 2026an de hate çapkirin, pirtûka Hûtî Aslan ya çapkirî ya 4emîn e. Berê pirtûka hin çîrokên Kurdî bi navê ARÎN ji bo zarokan di sala 2019an de, pirtûka AXÎN ya helbestan û CENGA MIŞK Û PISÎKAN ya çîrokan di sala 2021ê de hatine weşandin. Wekî din pirtûkek din ya evîndarîyê ku bingeha xwe li ser serpêhatîyekê ava kiriye jî amade ye, lê hîn nehatîye weşandin.
Hin nivîsên têkildar