logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

× Lêkolîner Nivîskar Helbestvan
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de

Bingeha zimanên malbata HindûEwrûpîyan Kurdistan e. Ji ber ku cara ewil çandinî, kedîkirina ajalan, şaristanî û gelek afirandinên sereke yê insanetiyê li Kurdistan dest pê kiriye; ziman û çanda Kurdî xwedî bingeheke xurt e û pir dewlemend e. Loma xwedîlêderketina çand û zimanê Kurdî, xwedîlêderketina dîroka insanetiyê ye.


Wêje
John

Îsmaîl Heqî Şaweys

Îsmaîl Heqî Şaweys li Mûsilê di sala 1894an de hatîye dinyayê, di 12 Gulana 1976an de çûye ser dilovanîya xwe. Bavê wî efser bû. Li Silêmanîyê dest bi xwendina sereta kirîye û li Bexdadê temam kirîye. Dû re, li Îstanbulê Herbîye xwendiye û wek milazimê duyem tevî artêşa Usmanîyan bûye. Di şerê Balqanan de li Selanîkê dîl ketîye. Pişt re, vegerîyaye Îstanbulê û di Cenga Cîhanê ya Yekem de (1914-1918) wek efser di artêşa Usmanîyan de şer kirîye. Di Sibata 1918an de vegerîyaye Silêmanîyê ku wê demê di navbera Şêx Mehmûd û Îngîlîzan de şer hebû. Îsmaîl Heqî Şaweys di nav berxwedana Kurdan de cihê xwe digre û dibe nûnerê Şêx Mehmûd û bi Îngilîzan re hevdîtinan dike...
Roşan Lezgîn 11 Îlon 2023

John

Mehmed Emîn Bozarslan

Nivîskar, wergêr, lêkolînvan, ferhengsaz Mehmed Emîn Bozarslan, di sala 1935a de, li qeza Diyarbekirê (Amedê) li Lîceyê ji dayîk bûye. Piştî xwendina xwe temam kirîye, dest bi meletîyê kirîye. Dûra li wê herema ku ji dayîk bûye, dest bi muftîtîyê kirîye. Ew, ji alî gelekan ve bi navê ‘Muftî’ dihat naskirin. Lê leqabekî wî yê din jî, ‘Muftîyê Qomunîst’ bûye...
Koma Berhevkariyê 15 Îlon 2024

John

Hurşît Baran Mendeş

Nivîskar Hurşît(Xurşîd) Baran Mendeş di sala 1976an de li Cizîra Botan li navçeya Şirnexê ji dayîk bûye. Perwerdehîya xwe ya seretayî, navîn û amedehîyê li Hezexê xwendîye. Di sala 1996an de neçar maye ku koçî navçeya Ûrla ya girêdayî bajarê Îzmîrê bike. Li wir di rojnameyên “Çağdaş Ûrla” û “Yarimada” de dest bi rojnamegerîyê kirîye û piştre jî di van rojnameyan de qunciknivîsî kirîye...
Hurşît Baran Mendeş 10 Çirîya Pêşî 2024

John

Leylana Sidîq

Nivîskar Leylana Sidîq di sala 1979ê de li gundekî Licê ku navçeya Amedê ye, ji dayîk dibe. Dibistana seretayî li navenda Amedê dixwîne. Piştî qedandina dibistana seretayî, ji ber sedemên malbatî mala xwe bi malbatî bar dikin Stenbolê. Ji ber zextên li ser xwendevanên Kurd ên li dibistanên Stenbolê nikare perwerdehîya xwe berdewam bike. Piştî gelek salan bi rêya zewacê vedigere Amedê û li wir perwerdeyîya xwe ya nîvco temam dike û dibistana bilind dixwîne...
Azad Zal 31 Çirîya Pêşî 2024

John

Azad Zal

Lêkolîner, nivîskar, helbestvan, rojnameger, wergêr û rexnegirê wêjeyî Azad Zal, di 8ê Adara 1972yan de li Gundê Çawuşelîkeya (Çawişelikya / Çavşeliqya; navê kevin Gulamîran) ku bi navçeya Sûrê ya Amedê ve girêdayî ye hatîye dinyayê. Lawê Hesîbe û Emîn e. Ji alîyê dê de ji gundê Farqîna Amedê Şêxdawûdan,  ji Mala Qolê ye.  Ji alîyê bavê de ji Kerxa Zirka û Zozinca Amedê ji mala Emer Keya ye.
Azad Zal 31 Çirîya Pêşî 2024

John

Mervan Serhildan

Di sala 1980yî de, li Enqereyê Zanîngeha Gaziyê beşa ‘Ragihandin û Rojnamegerî’yê qedandîye. Di navbera salên 1976 û 1980yî de li komeleyan û li taxan beşdarî xebatên civakî, siyasî û bîrdozî bûye; her wiha di derheqê mijarên bîrdozî, civakî, siyasî û rêxistinî de li komeleyên Kurd ên li Enqereyê semînerên perwerdeyê dane. Encax piştî darbeyê, ew jî hatiye dîlgirtin; ji aliyê pergala 12ê Îlonê ve bi xedarî hatiye îşkencekirin û bi cezayê darvekirinê hatiye darizandin. Bi biryara Dadgeha Bilind (Daniştay) çûye ser karmendîyê (Midûrîya Karên Rêveberiya Dadgehê)...
Azad Zal 3 Çirîya Paşî 2024

John

Jîn Aryen

Di sala 1983yan de li Amedê ji dayik bûye. Bi eslê xwe ji alîyê Siweregê ya Qerejdaxê ye. Dibistana seretayî li Amedê xwendîye. Dibistana navîn û amadehîyê jî bi ketina azmûnê ya ji derve de xilas kirîye. Di sala 2005an de dest bi xwendina beşa Dîrokê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê dike. Ji ber kar û xebatên polîtîk 2007an de tê girtin û 5 salan di zindanê de dimîne...
Jîn Aryen 16 Çileya Pêşî 2024

John

Hêriş Kemal Rêkanî

Hêriş Kemal Rêkanî, di 20.08.1986an de li nahiyeya Şêladizê, qeza Amêdîyê ya Duhokê hatîye dinyayê. Sala 2008-2009an dîploma li Peymangeha Malbendî ya Mamosteyan li Akrê wergirtiye. Sala 2015-2016 bawernameya zanîngehê li Zankoya Zaxo Beşa Dîrokê wergirtiye. Dîsa li Zankoya Duhokê Beşa Dîrokê masterê dike. Di sala 2014an de bûye xwedî îmtiyaz û sernivîserê govara "Nîjen"...
Koma Berhevkariyê 24 Çileya Pêşî 2024

John

Ehmed Mehmûd Xelîl

Dr. Ehmed Mehmûd Xelîl rexnegirekî wêjeyî û lêkolînerekî ser tarîxê ye ku li herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) li gundê Karzelê, di hembêza wê de ji dayîk bûye û bi awazên mûzîka çiyayî ya wê mezin bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û ya amadeyî li Efrînê xwendiye û piştî wergirtina dîplomayê di sala 1990î de li zanîngeha Helebê xwendina xwe domandiye. Wî mastir û doktora xwe li ser edebiyata Erebî daye û di navbera salên 1990-1993yan de li wê derê mamosteyî kirîye. Dûre çûye Îmarata Erebî ya Yekgirtî û li zanîngeha wê mamostatîya xwe domandîye...
Emîn Narozî 31 Çileya Paşî 2025

John

Cewad Merwanî

Hunermendê Kurd Cewad Merwanî, di sala 1964an de li gundê Boşat yê girêdayî herêma Farqînê (Silîva) di nava malbateke hunerhez û kurdperwer de hat dinyê. Cewad xwendina xwe ya destpêk û navendî li xwendingehên bajarê Farqînê bi dawî anîn. Piştre ji bo demeke kurt di Zanîngeha Dîclê de Fakûlteya Perwedeyê ji bo mamostetîyê xwend. Lê ji ber sedemên siyasî û pirsgirêka Kurdî neçar ma ku dev ji xwendinê berde. Ji ber ku ew zû pê hesîya ku bi riya zimanê serdest, siyaseta asîmîlasiyônê yê di Kurdistanê de bêtir wê bê meşandin.
Koma Berhevkariyê 23 Tebax 2025

John

Dilawerê Zengî

Nivîskarê Kurd Dilawerê Zengî piştî şewata Sînemaya Amûdê bi heşt mehan tê ser rûyê dinê. Di sala 1961ê de, li bajarê Amûdê hatîye dinyayê. Ew bixwe ji xelkê Kurdistana Bakur e, ji qeza Şêrwanê, welayeta Sêrtê, gundê Qewmik û ji êl û eşîra Dumila ye. Di dema şerê Dewleta Osmanî û Ûris de û ji ber sedemên ramyarî yên wê demê kalkê wî Mihemedê ‘Emê tevî malbata xwe ji gundê xwe derdikevin û berî didin binya xetê. Bi rê de û li gundekî ji gundên Wêranşehrê Mihemedê ‘Emê dimire. Lawên wî Isma’îlê Mihemedê ‘Emê û birayê xwe Mihemed meşextî binya xetê dibin û li bajarê Amûdê bi cî dibin.
Koma Berhevkarîyê 24 Tebax 2025

John

Behlûlê Mahî/Behlûlê Dana

Behlûlê Mahî helbestvan, felsefevan û zanayek Kurd e. Bi heslê xwe Kirmanşahî ye. Roja çêbûna wî ne zelal e, mirov kare bêje di serê nîveka duduyan ya sedsala 8an de li Kûfeyê ji dayik bûye, di heman herêmê de zarokatîya xwe derbas kirîye, wê demê piranîya Kûfe Kurd bûn. Di temenê 8-9an de diçe medreseya Mahîlkûfeyê dest bi xwendin û perwerdeya xwe dike; berî qedandina perwerdeya xwe, di temenekî piçûk de Rêbaza Yarî ya yekem li Hewremanê dadimezirîne, loma wek damezrênerê bawerîya Yarsanê tê qebûlkirin. Bawerîya Yarsanê wek Ehlî Heq, yan jî Kakeyî jî tê îfadekirin...
Koma Berhevkariyê 7 Îlon 2025

John

Mela Ehmedê Palo

Mela Ehmedê Palo di sala 1920an de li gundê Palo, Sêraçurê hatîye dinyayê. (Dewleta Tirkan di çarçoveya polîtîkaya îlhaqkirina Kurdistanê û tirkkirina Kurdan de navê Sêraçurê bi Tirkî kirîye “Güllüce”.) Di roja 9ê Gulana 1991ê de li rojavayê Kurdistanê, li gundê Qamişlo, Cirnikê çûye rehmetê. Li gundê nêzîkî wê, li goristana Mehmeqîya defin bûye...
Roşan Lezgîn 10 Îlon 2025

John

Roşan Lezgîn

Roşan Lezgîn di sala 1964an de li gundê Dingilhewa ya bi ser Licê-Diyarbekir hatîye dinyayê. Tenê çar sal dibistan xwendîye. Lê paşê ji derve dibistana navîn, lîse û unîversîte xwendîye û ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî tehsîla lisansê temam kirîye. Di sala 1991ê de, di demên qedexe de, dest bi nivîsandina Kurdî kirîye lê ji sala 1996an vir de berdewam dinivîse. Nivîsên wî li gelek kovar û rojnameyan bi Kurdî (Zazakî û Kurmancî) û Tirkî weşîyane. Heta niha, 19 kitêbên ku wî bi xwe nivîsîne, 22 jî kitêbên ku wî wergerandine weşîyane...
Roşan Lezgîn 10 Îlon 2025

John

Gulîstan Kavak

Nivîskar, civaknas û rojnamevana Kurd Gulîstan Kavak, di sala 1990î de li Swêd ji dayik bûye û niha li wê derê dijî. Malbata wê sala 1989an ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê koçî Swêdê kirîye. Ji ber ku dê û bavê wê li malê hertim bi Kurdî diaxivîn, fêrî Kurdî bûye, heman demê li muzîka Kurdî guhdarî kirîye û heftê carekê dersa Kurdî stendîye. Di malbatê de şeş zarok hene û hemû xwedî bawernameyên zanîngehê ne, ev jî dide xuyakirin ku dê û bavên wan giringîyê didin xwendinê.
Koma Berhevkarîyê 26 Îlon 2025

John

Seîd Veroj

Nivîskar û lêkolînvanê Kurd Seîd Veroj, di sala 1966an de li Diyarbekirê ji dayik bûye. Dibistana navendî, lîse û unîversîte li Dîyarbekirê xwendîye. Xebatên wî yên li ser kurdolojîyê, di salên xwendina unîversîteyê de dest pê kirine. Di sala 1997an de tevî hinek hevalên xwe dest bi weşandina kovara Warê kir û hetanî sala 2004an edîtorîya weşan û Kovara War domand.
Seîd Veroj 1 Çirîya Pêşî 2025

John

Mehmed Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî

Kemaledîn Xarpêtî, ji maleke ulema û mudderîsê namdar ê bajarê Xarpêtê ye. “Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî, di 21ê Kanûna 1867an de li mehela Axa ya Xarpêtê (Elezîzê) ji dayik bûye. Navê bavê wî Ebdulhemîd bû û yê dayika wî jî Mumîne Xanim bû. Kemaledîn Xarpêtî, torinê Hecî Omer Naîm Efendî yê mudderîs, mutesawif û hafizê navdar ê Xarpêtê bû...
Seîd Veroj 2 Çirîya Pêşî 2025

John

Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî

Ahmed Cemîl, di sala 1872yan de li bajarê Diyarbekir ji dayik bûye û lawê Hecî Îsmaîl Neşat Efendî ye. Ew, “Xwendina xwe ya seretayî û Ruşdîyeya Eskerî li bajarê Dîyarbekirê xelas dike û paşê xwendina xwe di Mekteba Eşîretan de didomîne. Ji wê şûn ve jî, ji bo temamkirina xwendina xwe, neqlê Mekteba Mulkîyeya Şehane dibe, li wê derê du sal di sinifa taybet de dixwîne û di sala 1897an de bi dereceya “herî baş” dîploma xwe digre.”...
Seîd Veroj 5 Çirîya Pêşî 2025

John

Seyîd Mihemedê Şemzînî

Seyîd Mihemed, kurê Seyîd Abdulqadirê Şemzînî ye û sala 1879an li gundê Nehrî ya Şemzînanê ji dayik bûye. Ji ber tevgera sala 1880yî ya Şêx Ûbeydulayê Şemzînî, malbat bi giştî ji alîyê desthilatdarîya Osmanî ve hatine nefîkirin ji bo bajarê Hîcazê. Salên ciwanî û xortanîya wî li cî û warên bîyanî yên nefîkirinê derbas bûne. Perwerdeyîya xwe ya sereke di medreseyên terîqeta Neqşebendîyê de temam kirîye...
Seîd Veroj 6 Çirîya Pêşî 2025

John

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf
Hûtî Aslan 28 Adar 2026

John

Hûtî Aslan

Hûtî Aslan dibistana seretayî û ya navîn li Nisêbînê, xwendegeha ji bo huner jî li bajarê Edirne (bajarekî Tirkîye ku li ser sînorê Bulgarîa cîh girtîye) xwendîye. Ji bo zankoyê bixwîne di serê sala 1970yî de çûye Almanyayê û perwerdeya xwe ya endezyarîyê û mastira xwe jî li Almanyayê qedandîye. Bi Kurdî, Tirkî û Almanî zane. Di xwendegeha navînê de dest bi nivîsandina helbesta kirîye....
Hûtî Aslan 28 Adar 2026

Ev xal li bende we ye, hûn bixwazin bibin alîkar li vir bitikînin…