Amadekarîya
Nivîskar: Hûtî Aslan
Ji nivîskarê çîroka KERA BOZ- Hûtî Aslan
Heywan hemû, çi ker be, çi kûçik, çi pisîk, çi hesp be, çi yê di nav malan de, çi yê berî, hemû yek bi yek weke mirovan zindî ne û xwedî xwe û giyan û ruh in. Di vê pirtûkê de hin serpêhatîyên Kera Boz hene, min xwest ku bela mirov hemû zanibin ev giyan êşê, tahdeyê dibinin û dikşînin. Lê belê ev heywan nikarin weke mirovan derdê xwe, êşa xwe bi awayekî raxin ber çavan, gerek mirov zanibe çawa mirov êşê tahdeyê his dike, dibîne û dikşîne bela di bala mirovan de be ku heywan eynî tiştan his dikin. Min ev çîrok zêdetir ji bo zarokan û nivşê nû re nivîsîye da ku di pêşeroja xwe de bi hemû zindîyan re di nav aramî û hevahengîyê de bijîn û hezkirinê bi pêş bixin; lê rewşa me ya îro dide xuyakirin ku em tevde hewceyî van hesta ne. Ez hêvî dikim bi çîroka jiyana vê Kera Boz bala mirovan bêhtir têkeve ser van mijaran û bi nerîneke baştir em guhê xwe bidin zindîyan tevdan.
Hin nivîsên têkildar