logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Ronî Stêrk

Nivîskar: Ronî Stêrk

Ronî Stêrk ji Qoser a Mêrdînê ji Xursê ye. Zaroktiya wî li Edenê derbas dibe. Ji ber sedemên siyasî neçar dimîne û derdikeve havîbûnê (diyasporayê) û li Almanyayê, li bajarê Bremenê bi cih dibe. Li zanîngeha Carl Von Ossietzkie Universität Oldenburgê ew xwendina xwe (Bachelore û Masterê) diqedîne û dibe zanyarê șêwirmendî û perwerdeyê. Di sala 2014an de dibe mamosteyê fermî li Bremenê û di xwendegeha sereke de waneyên (dersên) zimanê kurdî yê dayikê dide zarokên Kurd. Herweha ew ji sala 2017an de li zanîngeha Oldenbûrgê /Almanya jî bi awayekî fermî dibe doçentê zimanê Kurdî û heta niha serpereştiya 2 modûlan bo xwendekarên zanîngehê dike.

Ew endamê PENa Kurd û PENa Navnetewî ye û di rêveberiya giştî ya PENê de jî di komisyona sekreteriyê de cîh digre. Herweha ew di rêvebiriya Yekitiya Mamosteyên Kurd Li Awrûpa (YMK) de cîgirê serok e. 

Berhemên Ronî Stêrk:

1- Seranada Êşên Tazî, helbest, 2017, Berlin

2- Ma Tiştek Bi Şengalê Hatiye?, kurteçîrok, 2020, Amed

3- Pizayek Ji bo Elfira, pirtûka bi wêne ya pirzimanî, wergera ji Almanî, 2020, Hannover

4- Ez li Xwe Mikur Têm, helbest, 2021, Amed

 

 

Hin nivîsên têkildar

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf


Hûtî Aslan

Hûtî Aslan dibistana seretayî û ya navîn li Nisêbînê, xwendegeha ji bo huner jî li bajarê Edirne (bajarekî Tirkîye ku li ser sînorê Bulgarîa cîh girtîye) xwendîye. Ji bo zankoyê bixwîne di serê sala 1970yî de çûye Almanyayê û perwerdeya xwe ya endezyarîyê û mastira xwe jî li Almanyayê qedandîye. Bi Kurdî, Tirkî û Almanî zane. Di xwendegeha navînê de dest bi nivîsandina helbesta kirîye....


Marcos Dobelîo- Marqus ad-Du’abili al-Kurdî(1572–1654)

Zanyar, nivîskar, wergêrê Kurd Marcos Dobelîo, di destpêka sedsala 17an de li Ewropayê Xirîstîyanekî çalak bû. Çavkanî didin xuyakirin ku berî here Îtalyayê û li Romayê bi cih bibe, beşek ji karîyera xwe ya destpêkê li Helebê, li navendeke rewşenbîrî ya girîng ji bo zanyarî û wergerên Xiristiyanên rojhilat derbas kirîye. Dobelîo perwerdehîyek berfireh di Erebî û zimanên têkildar de wergirtîye û ev yek rê li ber naskirina wî wekî Erebînasek rêzdar di nav derdorên akademîk ên Ewropî de vekirîye. Pisporîya wî di ziman, îlahîyat û destnivîsan de; zanîna wî ya Erebî, Suryanî, Îbranî û Yewnanî; dabeşkirina wî ya destnivîsên Vatîkanê û pisporîya wî ya teolojîk kirîye ku di dîroka Xiristîyanîyê de di nav fîlologên navdar ên serdema xwe de cih bigire...