logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

× Lêkolîner Nivîskar Helbestvan
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Salihê Kevirbirî

Nivîskar: Salihê Kevirbirî

Salihê Kevirbirî, sala 1975ê li Batmanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc, Edene û Stenbolê kiriye.

Sala 1992yê bi derketina Rojnameya Welat re, ji zimanê dayîka xwe haydar bûye. Li herêma Çukurovayê di rojnameya Welatê Me de cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û heta rojname hatiye girtin, li herêmê berpirsiyariya rojnameyê kiriye. Piştî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kiriye.

Destpêka sala 1997ê hatiye Stenbolê, di heman rojnameyê de bûye Berpirsiyarê Karê Nivîsaran û ji ber vê peywira xwe, bi dadgeh, girtîgeh û dozgeran re nasraw bûye.

Ji bilî Welat, Welatê Me û Azadiya Welat; nivîsar, hevpeyvîn û lêkolînên wî di kovar û rojnameyên bi navê Ozgur Polîtîka, Demokrasî, Ozgur Bakiş, Radîkal 2, Mîllîyet Populer Kultur, Mîllîyet Sanat, Taraf, Bîrgun, Esmer, Multîkultî, Çavreş, Tîroj, Evrensel Kultur, Gulîstan, Rûdaw, Çira, Yenî Gundem, Jiyana Rewşen, Avaşîn, Nûbihar, Dilop, Peyv û Nûdemê de hatine weşandin. Çend salan di malpera Netkurdê de, di quncika xwe ya bi navê “Hevîrtirş” de bi domdarî nivîsiye.

Nivîskar, li ber qedandina “Antolojiya Dengbêjan” e û li ser romana “Koçero” kar dike.

Kevirbirî, Endamê Rêveberiya Navenda PENa Kurd, Endamê PENa Navneteweyî û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

 

Berhemên Salihê Kevirbirî:

1-Filîtê Quto (Kurdî), Weşanên Pêrî 2001, Stenbol

2-Karapetê Xaço (Tirkî), Weşanên Sî ,2002,

Çapa Duyem; Weşanên Elma 2006, Stenbol

Li Almanî û Farisî hatiye wergerandin, li ber çapê ne.

3-Gera Pênûsê (Kurdî), Weşanên Sî, 2003, Stenbol

4-Kürt Halk Türkülerinden Seçmeler (Ji Kurdî bo Tirkî werger: Mazlûm Dogan) Weşanên Evrenselê, 2004, Stenbol

5-Bir Dunya Ozani: Şivan Perwer (Ozanekî Cîhanê: Şivan Perwer) (Tirkî) Weşanên Elma 2004, Stenbol

6-Qêrîna Sedsalekî Karapetê Xaço, Weşanên Do, 2009, Stenbol

7-Hevîrtirş; Kurdî, Gotar-Makale, Weşanên Do, 2009, Stenbol

8-Teyîba Min; Kurdî, Hevpeyvîn-Lêkolîn, Weşanên Do, 2009, Stenbol

 

Berhemên Ku Salihê Kevirbirî Wergerandine Kurdî:

1 - Buyuk Dagda Kuçuk Koy (Li Çiyayê Mezin Gundê Biçûk)

Roman, ji Tirkî bo Kurdî; Orhan Çelîk, Weşanên Elma 2006, Stenbol.

2 - Sagırtaş (Kevirê Ker)

Ji Tirkî bo Kurdî; Orhan Çelîk, 2007, li ber çapê ye.

3 - Agrı Dagı Efsanesî (Efsaneya Çiyayê Agiriyê)

Yaşar Kemal, 2007 li ber çapê ye.

Her wiha wî çend pirtûkên olî ji Tirkî wergerandine Kurdî.

Salihê Kevirbirî ji sala 2014ê ve li ser Kurdên Qefqasya, Asya Navîn û Sovyeta Berê kar dike û heta niha 35 fîlmên dokûmenter li ser wan çêkirine. 

Hin nivîsên têkildar

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf


Hûtî Aslan

Hûtî Aslan dibistana seretayî û ya navîn li Nisêbînê, xwendegeha ji bo huner jî li bajarê Edirne (bajarekî Tirkîye ku li ser sînorê Bulgarîa cîh girtîye) xwendîye. Ji bo zankoyê bixwîne di serê sala 1970yî de çûye Almanyayê û perwerdeya xwe ya endezyarîyê û mastira xwe jî li Almanyayê qedandîye. Bi Kurdî, Tirkî û Almanî zane. Di xwendegeha navînê de dest bi nivîsandina helbesta kirîye....


Seyîd Mihemedê Şemzînî

Seyîd Mihemed, kurê Seyîd Abdulqadirê Şemzînî ye û sala 1879an li gundê Nehrî ya Şemzînanê ji dayik bûye. Ji ber tevgera sala 1880yî ya Şêx Ûbeydulayê Şemzînî, malbat bi giştî ji alîyê desthilatdarîya Osmanî ve hatine nefîkirin ji bo bajarê Hîcazê. Salên ciwanî û xortanîya wî li cî û warên bîyanî yên nefîkirinê derbas bûne. Perwerdeyîya xwe ya sereke di medreseyên terîqeta Neqşebendîyê de temam kirîye...