logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Ozlem Belçîm Galîp

Ozlem Belçîm Galîp

Kesên ku bi lêkolînên edebiyat û romana Kurdî eleqadar dibin teqez navê mamosteya Kurd ya li Oxfordê bihîstine. Lewre ew li Zanîngeha Oxfordê yekem kes bû ku dersên zimanê Kurdî da destpêkirin. Herwiha bi Abidin Parilti re kitêba bi navê “Kürt Romanı Okuma Kılavuzu” (Rêbera Xwendina Romana Kurdî) amade kir. Wê demê di rojname û kovarên Tirkî de li ser pirtûkê gelek nivîs û şîrove hatin nivîsîn. Galip, niha li heman zanîngehê xebatên xwe yên li ser edebiyat û romana Kurdî û Ermenî didomîne. Herwiha xebat û lêkolînên wê yên li ser jinên Kurd ên penaber jî dewam dikin. 

Akademisyen û pispora edebiyata Kurdî Ozlem Belçîm Galîp, di sala 1982yan de li Şirnexê çêbûye. Li Zanîngeha Selçukê ya Qonyayê di beşa Ziman û Edebiyata Îngîlîzî de lisans û lîsansa bilind xwend. Piştî zanîngehê demekê mamostetiya Îngîlîzî kir. Di sala 2008an de li Zanîngeha Metropolitan a Îngilistanê li ser “Edebiyat û Modernîzm”ê mastira xwe qedand. Piştî mastirê li Zanîngeha Exeterê di beşa “Xebatên Kurdolojiyê” de, li ser romana Kurdî dest bi doktorayê kir. Pişt re bo postdoktorayê derbasî yek ji zanîngehên herî kevnare û bi prestîj, Zanîngeha Oxfordê bû. Herwiha di sala 2010an de bi Abidin Parilti re kitêba bi navê “Kürt Romanı Okuma Kılavuzu” (Rêbera Xwendina Romana Kurdî) nivîsand. Pirtûk di Berfanbara 2010an de ji nav weşanên Sel’ê derket. Kitêb 302 rûpel in û tê de ji sedî zêdetir romanên Kurdî hene. Di vê xebatê de Galip û Parilti analîza naverok, mijar, ziman û forma vegotina romanên Kurdî kirine. Pirtûk ji bo xwînerên romana Kurdî wek rêberekê ye. Ji bo paşeroj û pêşeroja romana Kurdî çavkaniyek e. Gelek nivîskar û xwînerên Tirk, bi saya vê xebatê hay ji edebiyat û romana Kurdî bûn. Di pêvekên kitêban ên rojnameyên wek Taraf, Radikal, Milliyet, Vatan, Birgün û Agosê de li ser “Kürt Romanı Okuma Kılavuzu”yê gelek nivîs û şîrove hatin kirin. Kesên ku dixwazin xwe bigihînin van nivîsan bila keremî vir bikin: http:// www.selyayincilik.com/kitap/kurt-romani-okuma-kilavuzu-692 Li Zanîngeha Oxfordê Dersên Kurdî Di sala 2013yan de li Zanîngeha Oxfordê cara yekem tiştek qewimî. Serlêdanên Ozlem Belçim Galip û hîndekarê beşa Xebatên li ser Ermeniyan Prof. Dr. Theo M. Van Lint a ji bo dersên Kurdî hatin qebûlkirin. Bi vî awayî li Zanîngeha Oxfordê dersên Kurdî dest pê kir. Wê demê xwendekar û mamosteyên unîversîteyê eleqeyeke gelek mezin nîşanî dersên Kurdî dan. Kontenjan 15 kes bû, lê bi sedan kesan serî lê da. Heta hin kesên biyanî ji ber ku di bin tesîra sînemaya Behmen Qubadî

de mabûn, dixwestin zimanê orijînal ê fîlmên wî, yanî Kurdî hîn bibin. Lewre sinema tişteke gerdûnî ye û tesîrê dide mirov û civakê. Galipê piştî postdoktorayê, berê xebatên xwe yên akademîk piranî da ser romana Kurdî û Ermenî û xebatên li ser jinan. Xebata Wê ya Dawî: “Wênekirina Kurdistanê: Nasnameya Çandî û Civakî” Niha ew li Enstîtuya Civakî û Çandî ya Zanîngeha Oxfordê mamostetiyê dike. Xebata dawî ya Galîpê bi navê “Imagining Kurdistan: Identity, Culture and Society” (Wênekirina Kurdistanê: Nasnameya Çandî û Civakî), ji nav weşanên I.B. Taurisê derket. Di vê xebatê de Galip, li ser jinên koçber ên Kurd ên li pênc welatan; Îngîlistan, Frensa, Belçîka, Elmanya û Swêdê disekine. Li sedemên koçkirin û sirgûna wan dikole. Nivîskar û akademîsyen Galip, xebat û lêkolînên xwe yên li ser Kurd û Kurdistanê berdewam dike.


ÇAVKANİ

https://popkurd.files.wordpress.com/2018/05/popkurd-jimar-1.pdf

https://www.youtube.com/watch?v=PKP4tzvG4m0

Pencereya Kurdî - Ozlem Belçîm Galîp- Oxford

Hin nivîsên têkildar

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf


Hûtî Aslan

Hûtî Aslan dibistana seretayî û ya navîn li Nisêbînê, xwendegeha ji bo huner jî li bajarê Edirne (bajarekî Tirkîye ku li ser sînorê Bulgarîa cîh girtîye) xwendîye. Ji bo zankoyê bixwîne di serê sala 1970yî de çûye Almanyayê û perwerdeya xwe ya endezyarîyê û mastira xwe jî li Almanyayê qedandîye. Bi Kurdî, Tirkî û Almanî zane. Di xwendegeha navînê de dest bi nivîsandina helbesta kirîye....


Marcos Dobelîo- Marqus ad-Du’abili al-Kurdî(1572–1654)

Zanyar, nivîskar, wergêrê Kurd Marcos Dobelîo, di destpêka sedsala 17an de li Ewropayê Xirîstîyanekî çalak bû. Çavkanî didin xuyakirin ku berî here Îtalyayê û li Romayê bi cih bibe, beşek ji karîyera xwe ya destpêkê li Helebê, li navendeke rewşenbîrî ya girîng ji bo zanyarî û wergerên Xiristiyanên rojhilat derbas kirîye. Dobelîo perwerdehîyek berfireh di Erebî û zimanên têkildar de wergirtîye û ev yek rê li ber naskirina wî wekî Erebînasek rêzdar di nav derdorên akademîk ên Ewropî de vekirîye. Pisporîya wî di ziman, îlahîyat û destnivîsan de; zanîna wî ya Erebî, Suryanî, Îbranî û Yewnanî; dabeşkirina wî ya destnivîsên Vatîkanê û pisporîya wî ya teolojîk kirîye ku di dîroka Xiristîyanîyê de di nav fîlologên navdar ên serdema xwe de cih bigire...