logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Dîlan Şewqî

Nivîskar: Dîlan Şewqî

Dîlan Şewqî di sala 1970yî de li bajarê Serê Kaniya Rojava ji dayik bûye. Xwendina xwe ya Dibistanê heya pola duwazdeha li bajarê xwe tamam kiriye.

Ji ber ku rêjîma Sûrî nasname ji 150 hezar kesê Kurd sitendibû, malbata Dîlan Şewqî wek bi hezaran malbatên Kurd yên bê nasname ku wan nikarîbûn zarokê xwe ji duwazde pola pêve bidin xwendin, Dîlan Şewqî jî pola duwazdeha temem kir bêyî ku dîploma xwe bistîne ew ji mecbûrî ji riya xwendinê rawestiya.

Dîlan Şewqî xûşka mezin ya sê bira û xûşkekê ye. Ew di maleke xizan lê welatperwer de mezin bûye. Tevî rewşa wan ya xizan, bavê wan ew didan xwendin. Helwesta bavê wê ji alî kurdweriyê de, bû sedema sereke ji destpêka riya wêjeyê ya Dîlan Şewqî re.

Di salên 1950 wan de, damezrandina yekemîn partiya Kurdî li Sûriyê (Partî) bû. Bi wê sedemê rêjîma Sûriyê gelek heval û dostê partiyê girtin û ew xistin zindanê, Bavê Dîlan Şewqî û apê wê jî di nav wan kesan de bûn. Bavê wê bi xwe ji bakur bû lê di zindana rejîma Sûriyê de ew him fêrî zimanê Erebî û xwendina Q’uranê bû û him ew fêrî tîpên Latînî bû. Dema bavê Dîlanê zewicî û zarokê wî çêbûn, wî zarokên xwe fêrî tîpên Latînî dikirin. Dîlan Şewqî û her çar xûşk û birayên xwe him diçûn dibistanê û him fêrî kurdayetiyê dibûn.

Dîlan Şewqî di bin bandora welatperweriya bavê xwe de bû. Bavê wan tim û tim ji zarokê xwe re helbestê seydayê Cegerxwîn dixwendin û behsa şoreşan û raperînên Kurdan dikirin. Ev dihişt ku zarok bi hestê kurdayetiyê mezin bibin û Dîlan Şewqî bêhtir embara xwe ya çandeyî û ya edebiyatê têr bike.

Di temenê 18 saliya xwe de wê helbesta Kurdî ya yekem bi navê Helebça nivîsand, ew jî sala Komkujiya Helebçê bû. Ew komkujî  fitîla nivîsandina helbestê di dilê Dîlan Şewqî de vêxist. 

Di sala 1998 an de, wê pirtûka yekem ya helbestê bi navê “Ramûsanên Sor” li Helebê da çapkirin. Helbestên di vê pirtûka wê de hemû helbestên kurt in, yên ku jê re dibêjin helbesta Hayko.

Dûra dest bi karê rêxistiniyê kir, heya sala 2000î di nav rêza Partiya Yekîtî de cî girt, bi hilbijartin sê çerxan di komîteya bajarî ya Partiya Yekîtî de kar kir. Di wê salê de, bi sedema kar û xebata rojane Dîlan Şewqî bi malbata xwe re çû bajarê Şamê. Li Şamê pirtûk û helbestên Tirkî werdigerandin zimanê Erebî û didan rojnameyê Sûriyê û debara xwe pê dikir. Di ber karê xwe re pirtûka Ehmed Arîf werdigerandin zimanê Erebî û li Dûbeyê di riya sazgeha Sema Kurd re hat çapkirin.

Di sala 2004an de, pirtûka xwe ya helbesta ya duyemîn bi navê “Hevdîtina Pêxemberan” çap kir. Ev pirtûk bi naveroka xwe dûrî pirtûka wê ya ewil e. Di vê pirtûkê de, helbestên wê bi alî asteke berfireh de çûne; di wan de evîn, welat, rewşa civakî û ya siyasî ya Kurdan tevde bi helbestî hûnaye.

Demekê di komeleke çandeyî de xebitîye, bi komîteya nivîskarên rojnameya “Jina Kurd” re. Ji bilî xebata rojane rêzefîlmê Tirkî werdigerandine zimanê Erebî. Dûra di kargeheke dirûtinê de kar kiriye, di ber karê xwe re helbest nivîsandine û helbestên Erebî û Tirkî wergerandine.

Di sala 2003yan de, pirtûka “Jînenigeriya Min” ya seydayê Cegerxwîn ji Kurdî wergerandiye zimanê Erebî û li Qamişlo hatiye çapkirin. Di sala 2008an de, pirtûka Ahmed Arif “Ji Hesreta Te Min Pranga Kevnar Kirin” ji zimanê Tirkî wergerand zimanê Erebî û li Dûbeyê hat çapkirin. Paşê jî bi sedema kar, gelek pirtûkê Tirkî wergerandin zimanê Erebî. Dîlan Şewqî ji ber rewşa siyasî di gelek kovar û rojnamê Kurdî de jî bi navên curbecur dinivîsand, ji bilî ku wê helbestin Erebî werdigerandin zimanê Kurdî.

Di sala 2011an de ji bo kar hat Tirkiyê, dûre şerê li Rojava dest pê kir û malbata wê bi tevayî derbasî bakurê Kurdistanê bûn.

Di sala 2013an de pirtûka Dîlan Şewqî ya sisiyan ya helbesta, bi navê “Ez Tevde Pencere Me” li Stenbolê ji alî Weşanxaneya Avesta ve hat çapkirin. Di sala 2018 an de romana wê ya yekem bi navê “Xato” li ser xelekan di kovara elektronîk ya bi navê Pênûsa Nû de hatiye weşandin. Di sala 2019 an de, romana wê ya duwemîn ya bi navê “Danûk” ew jî di kovara Pênûsa Nû de li ser xelekan hatiye weşandin. Di sala 2020an de, li Weşanxaneya Avesta romana wê ya sêyemîn bi navê “Şekirê Di Bêrîka Bavê Min De” hat çapkirin. Di sala 2021ê de romana wê ya çaremîn ya bi navê “Deh Rojan Li Nexweşxana Lêkolînê Odeya 219” hat çapkirin. Romana Dîlan Şewqî “Terpiyê Narê” û ya helbestan “Çivîk Nayên Bîra Diya Min” li ber çapê ne.

Hin nivîsên têkildar

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf


Hûtî Aslan

Hûtî Aslan dibistana seretayî û ya navîn li Nisêbînê, xwendegeha ji bo huner jî li bajarê Edirne (bajarekî Tirkîye ku li ser sînorê Bulgarîa cîh girtîye) xwendîye. Ji bo zankoyê bixwîne di serê sala 1970yî de çûye Almanyayê û perwerdeya xwe ya endezyarîyê û mastira xwe jî li Almanyayê qedandîye. Bi Kurdî, Tirkî û Almanî zane. Di xwendegeha navînê de dest bi nivîsandina helbesta kirîye....


Marcos Dobelîo- Marqus ad-Du’abili al-Kurdî(1572–1654)

Zanyar, nivîskar, wergêrê Kurd Marcos Dobelîo, di destpêka sedsala 17an de li Ewropayê Xirîstîyanekî çalak bû. Çavkanî didin xuyakirin ku berî here Îtalyayê û li Romayê bi cih bibe, beşek ji karîyera xwe ya destpêkê li Helebê, li navendeke rewşenbîrî ya girîng ji bo zanyarî û wergerên Xiristiyanên rojhilat derbas kirîye. Dobelîo perwerdehîyek berfireh di Erebî û zimanên têkildar de wergirtîye û ev yek rê li ber naskirina wî wekî Erebînasek rêzdar di nav derdorên akademîk ên Ewropî de vekirîye. Pisporîya wî di ziman, îlahîyat û destnivîsan de; zanîna wî ya Erebî, Suryanî, Îbranî û Yewnanî; dabeşkirina wî ya destnivîsên Vatîkanê û pisporîya wî ya teolojîk kirîye ku di dîroka Xiristîyanîyê de di nav fîlologên navdar ên serdema xwe de cih bigire...