logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Bextîyar Elî

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Helbestvan, romannivîs û ronakbîrê Kurd Bextîyar Elî, li bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê di sala 1960î de ji dayik bûye. Li Silêmanîyê xwendina seretayî li dibistana Şêx Selam qedandiye, dûre li dibistana navendî ya Ezmir xwendiye, qonaxa amadeyî jî li dibistana amadeyî ya Helkewt xilas kiriye. Li Zanîngeha Silêmaniyê û pişt re li Hewlêrê, di fakulteya zanistî ya Zanîngeha Selahedîn di beşê Zevînasî Jeolojî de xwendekar bû, lê xwendina xwe ya zanîngehê xilas nekir.

Di sala 1983yan de, di xwepêşandanên zanîngehê de birîndar dibe, dev ji zanîngehê berdide û ji wê salê bi şûn de bi tevahî xwe ji bo karê edebiyatê terxan dike. Kevintirîn berhema wî ya belavkirî ku di sala 1983yan de nivîsandiye helbesta Niştiman e ku piştî 9 salan di dîwana Guneh û Karneval de tê çapkirin. Di rojên destpêka serhildana 1991an de, bi çend nivîskarên din re hejmareke kovara Azadî ku pênc hejmar jê derdikevin, belav dike. Di sala 1992an de yekemîn dîwana xwe bi awayekî sade û seretayî û bi tîrajeke kêm çap dike. Di navbera salên 1992-1994an de, hejmareke zêde ya panel û semîneran li Hewlêr û Silêmaniyê pêşkêş dike.

Di salên 80yan de, hejmareke helbestên dirêj dinivîse, weke “Bajar”, “Guneh”, “Karneval” û çend helbestên din. Nivîsandina romana yekem ya bi navê “Mirina Tekaneyê Duyem” jî vedigere wê heyamê. Di payîza sala 1989an de, gotara xwe ya yekem di rojnameya paşkoya Iraqê de belav dike. Bextiyar Elî yek ji damezrênerên kovara Rehend e.

Piştî derketina şerê navxwe di Îlona 1994an de, ji Kurdistanê bar dike û berê xwe dide Sûriyê, piştî neh mehan ji jiyana li Şamê, diçe Almanyayê û heya sala 1999an li bajarê Frankfurtê bi cî dibe. Ji sala 1999an ve li bajarê Kolnê rûdine.

Yekemîn romana wî bi navê Mergî Taqaney Duwem (Mirina Tekaneyê Duyem), di sala 1997an de li Swêdê hat weşandin. Di sala 1998an de romana Êvara Perwaneyê dinivîse. Heta niha sê romanên wî wergerî Almanî bûne. Romana wî “Hinara Dawi ya Dinyaye” bi Frensî û Îtalî jî çap bûye. Pirtûkên Kurdî yên bi wergera Almanî çap bûne wiha ne:

-Bachtyar Ali, Der letzte Granatapfel, Wergera ji Kurdî: Ute Cantera-Lang û Rawezh Salim, Unionsverlag, 2016, Zurîx

-Bachtyar Ali, Die Stadt der weißen Musiker, Wer. Peschawa Fatah û Hans-Ulrich Müller-Schwefe, Unionsverlag, 2017, Zurîx

-Bachtyar Ali, Perwanas Abend, Wer. Ute Cantera-Lang û Rawezh Salim, Unionsverlag, 2019, Zurîx

Edebi bir kavşak: Bextiyar Elî romanı

Ji ber xebatê xwe yê wêjeyî gelek xelat stendine. Sala 2009an Xelata Wêjeyê ya HARDIyê, 2014an Xelata Wêjeyê ya Şêrko Bêkes, 2017an Xelata Prestîjê ya Nelly-Sachsê stendiye.


 Hin Berhemên Bextiyar Elî yê Çapbûyî:
- Guneh û Karneval (helbest, 1992)
- Mirina Tekaneyê Duyem (roman, 1997)
- Êvara Perwaneyê (roman, 1998)
- Tevahiya Berhemên Helbestan 1983-1998
- Hinara Dawi ya Dinyayê (roman, 2002)
- Bohemî û Stêrk (helbest)
- Karkirin di Daristanên Firdewsê de (helbest)
- Bersiv di Serdema Windabûna Pirsiyarê de (13 hevpeyvîn bi Bextiyar Elî re)
- Îman û Şervanên Wê-Hizra Fîlozofî û Derketinên Wê Yên Nû di Çanda Kurdî de
- Xwênerê Kujer (gotar)
- Bajarê Muzîkvanên Spî (roman, 2006)
- Heya Şînîya Gulan... Heya Xwîna Firîşteyan (Tevahiya Berhemên Helbestan 1983-2004)
- Xezelnivîs û Baxên Xeyal (roman, 2008)
- Koşka Balindeyên Xemgîn (roman, 2009)
- Apê Min Cemşîd Xan ku Herdem Bayê Ew bi Xwe re Dibir (roman, 2010)

- Le Diyarewe Bo Nadiyar

- Çêjî Mergdostî

- Wek Ballindeyi Naw Cengelle Tirsinakekan

- Sêwî Sêhem, 2009 (Sêva Sêyem)

- Awrrekeyi Orfiyus

- Çaniyekanî Narrêkî

- Nersîsî Kujraw

- Eyî Benderî Dost.. Eyî Keşitî Dujmin, helbest

- Keştîya Ferîşteyan – 1, roman, 2012

- Keştîya Ferîşteyan – 2, roman, 2013

- Ewrên Danîyel, roman, 2015

- Keştîya Ferîşteyan – 3, roman, 2017


ÇAVKANİ

https://www.avestakitap.com/bextiyar-eli#

https://ku.wikipedia.org/wiki/Bextiyar_El%C3%AE

https://rojnameyawelat3.com/di-neynika-wejeye-de-kurd-u-almani/

Hin nivîsên têkildar

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf


Hûtî Aslan

Hûtî Aslan dibistana seretayî û ya navîn li Nisêbînê, xwendegeha ji bo huner jî li bajarê Edirne (bajarekî Tirkîye ku li ser sînorê Bulgarîa cîh girtîye) xwendîye. Ji bo zankoyê bixwîne di serê sala 1970yî de çûye Almanyayê û perwerdeya xwe ya endezyarîyê û mastira xwe jî li Almanyayê qedandîye. Bi Kurdî, Tirkî û Almanî zane. Di xwendegeha navînê de dest bi nivîsandina helbesta kirîye....


Marcos Dobelîo- Marqus ad-Du’abili al-Kurdî(1572–1654)

Zanyar, nivîskar, wergêrê Kurd Marcos Dobelîo, di destpêka sedsala 17an de li Ewropayê Xirîstîyanekî çalak bû. Çavkanî didin xuyakirin ku berî here Îtalyayê û li Romayê bi cih bibe, beşek ji karîyera xwe ya destpêkê li Helebê, li navendeke rewşenbîrî ya girîng ji bo zanyarî û wergerên Xiristiyanên rojhilat derbas kirîye. Dobelîo perwerdehîyek berfireh di Erebî û zimanên têkildar de wergirtîye û ev yek rê li ber naskirina wî wekî Erebînasek rêzdar di nav derdorên akademîk ên Ewropî de vekirîye. Pisporîya wî di ziman, îlahîyat û destnivîsan de; zanîna wî ya Erebî, Suryanî, Îbranî û Yewnanî; dabeşkirina wî ya destnivîsên Vatîkanê û pisporîya wî ya teolojîk kirîye ku di dîroka Xiristîyanîyê de di nav fîlologên navdar ên serdema xwe de cih bigire...