logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

× Dîroka Olî(Dînî) Eşîretên Kurdan Mîrekiyên Kurdan Dewletên Kurdan Bermahiyên Dîrokî Dîroka 1000 Sala Dawî Dîroka Piştî Zayînê (P.Z.) Dîroka Berî Zayînê (B.Z.) Kolanên Arkeolojîk
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Dîrok
John

Baba Îshaq

Baba Îshaq (Serhildêrê Raperîna Babayiyan):Baba Îshaq, serwerê serhildana “Babayiyan”e ku ew serhildan bi navê wî jî tê zanîne. Di derbarê jiyana wî de agahiyên pir tunene lê belê hin kes ji bo Baba Îshaqê ku Kurdekî Semsatî ye de dibêjin; “ew kesk ji binemala Keyên Komageneyê ye.” Serhildana Baba Îshaq di sala 1240 an de, li derdora Şarî Semsat, li dijberê rêveberiya Dewleta Selçûkiyan destpêkir, hêzên Baba Îshaq 12 caran hêzên Dewleta Selçûkiyan têk birin lê raperîn dei heman salê de li deşta Malyayê têk çû. Baba Îshaq ew serhildan bi şêwra hevalên xwe ên wek Hacî Bektaşî Welî, birayê wî Menteş, Baba Rlyas û hîn gelekên din bi rêve dibir...
Mehmet Oncu 29 Çirîya Pêşî 2021

John

Girê Mirazan(Xirabreşk)

Girê Mirazan(Xirabreşk)
Girê Mirazan ango Xirabreşk, cihekî şûnwarnasî ye ku dîroka wê digihêje heta berî 12 hezar salan. Ev cih 15 km dûrî bajarê Rihayê ye. Ew dikeve bakur rojhilatê bajêr û di heman demê de li bakurê Deşta Heranê ye. Ev cih di sala 1994an de ji hêla arkeologê Alman Klaus Schmid ve hatiye keşifkirin û kolandinên bi rêk û pêk jî di sala 1995an de destpê kiriye. Piştî ku Klaus Schmid di sala 2014an de jiyana xwe ji dest da, çend salan kolandin hatin rawestandin, lê ji demêkê û vir de ye ew cardi têne domandin...
Cemal Ozçelîk 4 Çileya Pêşî 2021

John

Danasîna pertûka "Zaxo; Al-Mazî Wel Hazir (Mejûya Zaxo Di Kevin û Nû Da)”

Danasîna pertûka Zaxo
Kurtiyek li ser çapa dûyemîn ya pertûka "Zaxo; Al-Mazî Wel Hazir (Mejûya Zaxo Di Kevin û Nû Da)”:
Nivîskar:Seîd Rezvanî
Dem û cihê çapkirinê:2014, Duhok
Seîd Rezvanî 4 Çileya Pêşî 2021

John

Dîroka Navdarên Kurd

Navê Pirtûkê: Dîroka Navdarên Kurd
Nivîskar: Baba Merdûxê Rûhanî
Wergera ji Farisî: M. Reşîd Irgat & İsmet Kılıçarslan
Danasîna Weşanxaneyê 17 Tebax 2022

John

Kelaha Nû (ya li Kolik/Gexte-Semsûr)

Avahiya jê re “Keleha Nû” tê gotin, di nav gundê Gexteya Kevn(Kocahîsar) de cih digire ku berê nîveka navçeya Gexteyê bû(dûra ev navçe veguherandin kirin gund). Gexteya Kevn, 60 kîlometre dûr, li bakurrojavayê parêzgeha Semsûrê cih digire. Tê texmînkirin ku ev avahî cara pêşin di serdema êl û hozên Huriyan de hatiye çêkirin. Lew ku li herêmê gelek kavilên bajardewlet an kelehdewletên ku ji serdema Huriyan mane hene.
Mehmet Oncu 26 Çirîya Pêşî 2022

John

Arsemiya (Havîngeha Binemala Keyên Komagene)

Arsemiya (Havîngeha Binemala Keyên Komagene):
Ew şarî antîk, di nav tîxûbên parêzgeha Adiyemanê de, li ser girê himber Keleha Gexteya Kevn cih digire. Şarî Antîk ji hêla binemala keyên Komageneye ve weke havîngeh hatiye avakirin, hin dema ji wir rêveberiya welêt meşandine. Ji ber ku avaker û damezirînerê vî şarî keyê Komageneyê yê bi navê Samos bûye, navê xwe daye vî şarî. Navê vî şarî havînî, li ser lat û kîtabeyan, bi zarê Grêkî bi şêwaza “Arsemiya” hatiye nivisîn ku ew nav di zarê Kurdî de tê wateya “warê Semê”.
Mehmet Oncu 26 Çirîya Pêşî 2022

John

Girê Qereqûş

Girê Qereqûş, li ser riya Çiyayê Bêlî (Nemrût) cih digire, cureyekî goristan e. Ev goristana taybet ku mirov dikare wê bi şêwaza “meqber” jî bi nav bike, di serdema şaristaniya Komageneyê de, ji hêla keyê Împaratoriya Komageneyê ve hatiye avakirin. Girê ku 10 kîlometre dûr, li bakurê navçeya Gexteyê dikeve ji birek tirbên jinên binemala keyên Komageneyê pêk tê.
Mehmet Oncu 2 Çirîya Paşî 2022

John

Komagene û Kurdên Zelanî

Navê xanedana Kûmû(h) an jî Komageneyê Zelan e. Di roja me de jî erdnîgariya Zelan navê cihekî fireh ku hemû Kurdên rojava dinimîne. Ew erdnigarî, di cihê ku Çemê Têgris (Dîjle) tê dizê de dest pê dike, bajarên weke Yozgat û Zele ên ku li nîveka Kurdistana bakur cih digirin, yanê Kapadokya ya Antîk dihêwirîne û heta Pontûsê dirêj dibe. Di lîteratûrê de navên wek Mil (Milan) û Zil (Zilan), du şaxên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê ne ku ew îro jî heyîna xwe diparêzin.
Mehmet Oncu 3 Çirîya Paşî 2022

John

Keyaniya Kûmû(h)/ Koma/ Kowa

Keyaniya Kûmûh, Berî Zayînê di navbera sedsalên 11 û 7an de weke keyaniyeke serbixwe derdikeve himber me. Li bakurê vê keyaniyê keyaniyeke ku ji hêla Melîdiyan ve hatiye damezirandin û navê wê jî Melîdî ye cih digire. Li başûrê vê keyaniyê Keyaniya bi navê Qarqamiş, li rojavayê wê jî dîsa keyaniya bi navê Gurgum ku ew jî yek ji êl û hozên Huriyan bûn cih digire.
Mehmet Oncu 4 Çirîya Paşî 2022