logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

× Dîroka Olî(Dînî) Eşîretên Kurdan Mîrekiyên Kurdan Dewletên Kurdan Bermahiyên Dîrokî Dîroka 1000 Sala Dawî Dîroka Piştî Zayînê (P.Z.) Dîroka Berî Zayînê (B.Z.) Kolanên Arkeolojîk
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Dîroka Navdarên Kurd

Baba Merdox, dîroka arif, alim, edîb, şair, nivîskar, mîrek, siyasetmedar û hwd. ên Kurd ên li her devera dinyayê bi awayekî birêkûpêk û bi çavkaniyên cûrbecûr pêşkêşî nezera xwendevanan kiriye.

Baba Merdoxê Rûhanî, bi mezaxtina nêzîkî nîv çerxê ji temenê xwe, yanê ji ciwaniyê ta kalîtiyê, di ber berhevkirin û amadekirina belgeyên dîroka navdarên Kurd de gorî kiriye û di vî warî de gaveke qahîm avêtiye û berhemeke mayinde li pey xwe hiştiye.

Ev pirtûka dîrokê ji du beşan pêk tê:

Beşa Yekem: Der barê danasîna arif, alim, edîb û şairên Kurd de ye. Ev beş ji du bergan pêk tê. Bergê Yekem, ji çerxa destpêka Îslamê heta dawiya çerxa 13an e. Bergê Duyem, ji çerxa 14an û destpêka çerxa 15an heta roja ku ev pirtûk hate weşandin di nav xwe de dihewîne.

Beşa Duyem: Bergê Sêyem jî jinnameya mîrekan û dîroka xanedanên Kurd di xwe de dihewîne.
Baba Merdox heta dawiya temenê xwe bi vî karî re mijûl dibe û ta ku êdî ji ber kalî û nexweşiyê rojekê qelem ji dest dikeve. Her du bergên ewil di xweşiya wî de têne çapkirin; bergê sêyem ê nîvcomayî jî kurê wî Macid Merdox temam dike.

Wergera vê berhemê bi bal Kurdî ve, di sala 2000î de li ser daxwaza Mam Feqî Huseyn Sağnıç ji aliyê Mela Reşîd Irgat û Mela Îsmet Kılıçarslan ve, bi niyeta ku li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê çap bibe dest pê dike. Jixwe Mela Reşîd û Mela Îsmet her du jî endamên Enstîtuyê bûn. Pêşiyê wergerê bi daktîloyê dinivîsîn û piştre bi gelek zehmetiyan derbasî kompîtorê dikin. Feqî Huseynê ku pirr dixwest ev wergera Kurdî bê çapkirin, beriya ku werger biqede di sala 2003an de wefat dike. Hêj werger didomiya mixabin di 2006an de jî seydayê Mela Îsmet li Îzmirê di qezayeke trafîkê de wefat dike. Çawa ku nivîskarê kitêbê beriya qedandina bergê sêyem wefat dike, yek ji wergêrê wê jî beriya qedandina wergera bergê sêyem wefat dike. Li ser vê Mela Reşîd wergera cildê sêyem bi xwe temam dike. Hersê berg nêzîkî 1900 rûpelî ne, ji bo meraqdar û lêkolîneran çavkaniyên gelek hêja ne.


ÇAVKANİ

https://www.nubihar.com/detail/6533-diroka-navdaren-kurd

Hin nivîsên têkildar

Manî Pêxember

Manî Pêxember

Yek ji dînên girîng yê dîroka dînên dinyayê Manîyî ye, Manîyî ji alîyê pêxember(peyamber) Manî ve hatîye belavkirin. Manîyî dîneke gerdûnî ye, yanî ji hemû insanan re ye, armanca vî dînî insana ji xerabîyê dûr bixe û wan biparêze. Manî yê weke Peyamnêrê Ronahiyê jî hatîye binavkirin, di derbarê felsefe û ramanê xwe de pirtûk nivîsandine, wêne çêkirine, ji bo belavkirina vî dînî alîgêrên xwe şandîne gelek welatan; pirtûkên wî wergerandine gelek zimanan; loma di demeke kin de li çar alîyê dinyayê şopdarên wî zêde bûne...


Di Pirtûka Pîroz de Med – Danasîna Pirtûkê

"Di Pirtûka Pîroz de Med" lêkolîneke hêja ye, tê de agahîyên cuda hene, behsa bajarê Şirnexê, çiyayê Cudî, tofana Nuh Pêxember çawa di pirtûkên olî de derbas dibe, wek mêr û mêrxasan Medan dewleta zalim ya Asûrî û Babîlîyan çawa hilweşandine, çawa Cihû ji bindestîyê xelas kirine û ew şandine welatê wan dike; behsa Magîyan hene, yên ku beşek ji Medan in û rêberên Zerdeştîyê ne, zana û stêrnas in, ew in yê ku cara ewil ji bo Îsa Pêximber ketine tevgerê... test


Marcos Dobelîo- Marqus ad-Du’abili al-Kurdî(1572–1654)

Zanyar, nivîskar, wergêrê Kurd Marcos Dobelîo, di destpêka sedsala 17an de li Ewropayê Xirîstîyanekî çalak bû. Çavkanî didin xuyakirin ku berî here Îtalyayê û li Romayê bi cih bibe, beşek ji karîyera xwe ya destpêkê li Helebê, li navendeke rewşenbîrî ya girîng ji bo zanyarî û wergerên Xiristiyanên rojhilat derbas kirîye. Dobelîo perwerdehîyek berfireh di Erebî û zimanên têkildar de wergirtîye û ev yek rê li ber naskirina wî wekî Erebînasek rêzdar di nav derdorên akademîk ên Ewropî de vekirîye. Pisporîya wî di ziman, îlahîyat û destnivîsan de; zanîna wî ya Erebî, Suryanî, Îbranî û Yewnanî; dabeşkirina wî ya destnivîsên Vatîkanê û pisporîya wî ya teolojîk kirîye ku di dîroka Xiristîyanîyê de di nav fîlologên navdar ên serdema xwe de cih bigire...