logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

× Dîroka Olî(Dînî) Eşîretên Kurdan Mîrekiyên Kurdan Dewletên Kurdan Bermahiyên Dîrokî Dîroka 1000 Sala Dawî Dîroka Piştî Zayînê (P.Z.) Dîroka Berî Zayînê (B.Z.) Kolanên Arkeolojîk
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Arsemiya (Havîngeha Binemala Keyên Komagene)

Nivîskar: Mehmet Oncu

Arsemiya (Havîngeha Binemala Keyên Komagene):

Ew şarî antîk, di nav tîxûbên parêzgeha Adiyemanê de, li ser girê himber Keleha Gexteya Kevn cih digire. Şarî Antîk ji hêla binemala keyên Komageneye ve weke havîngeh hatiye avakirin, hin dema ji wir rêveberiya welêt meşandine. Ji ber ku avaker û damezirînerê vî şarî keyê Komageneyê yê bi navê Samos bûye, navê xwe daye vî şarî. Navê vî şarî havînî, li ser lat û kîtabeyan, bi zarê Grêkî bi şêwaza “Arsemiya” hatiye nivisîn ku ew nav di zarê Kurdî de tê wateya “warê Semê”.

Di wê serdemê de kîtabeya herî dirêj li şarî Arsemiya hatiye nivisîn. Metnê wê kîtabeyê ku li ser berekî, bi zarê Grekî hatiye nivisîn, ji devê Key, wiha ye: “Ev bajarê ku xwedî axeke bi bereket e û axa wî ji memikê çemê ‘Nyph (Çemê Gexteyê)’ vedixwe, warê bapîrê min e û ji hêla bapîrê me yê bi navê “Sem” ve hatiye avakirin.” Wiha berdewam dike: “Ev şar, bi awayekî xwezayî û di hemdê xwe de, weke du girikan bûye du qetan. Bapîrê me dîtiye ku ava çemekî a boş û pîroz di kendalekî de diherike, vî jî bejna bajêr a ku bûyî du qetan bi dîwarekî gihandiye hev.”

Di serdema me de hemû sir û razên Şaristaniya Komageneyê, bi xwendina vê kîtabeyê hatin eşkerekirin. Lew ku dîrok û nasnameya vê şaristaniyê di vê kîtabeya dirêj de hatiye nivîsîn. Ew pexşana ku dîroka Şaristaniya Komageneyê dihêwirîne, di heman demê de li Anatoliyê kîtabeya bi zarê Grêkî ya herî dirêj e.

Li ber deriyê ketina Şarî Arsemiya Rolyefekî Xweda Mêhrdat (Mîtras) hatiye danîn. Avahiyên Arsemiyayê ji rolyefê Mêhrdat ê ku weke rêberiya ziyaretvanan dike şûnde dest pê dikin. Piştî rolyefê Xweda Mêhrdad, sarinceke avê heye, li ber deriyê sarincê fîgûrên hin kesên ji binemala xanedana Komegeniyan hene. Li başûrê vê sarincê, borangeheke (kevokxane) kevokan a ku ji nîveka latan de hatî necirandin heye.

Gava mirov di kêleka sarincê re hildikişe jor, rolyefa navdar a ku Key Antiochos û Xwedayê Hêzê Herakles (Herkûl) destê hev girtine derdikeve pêşiya mirov. Di bin vê rolyefê de du şikeftên ku bi destê mirovan hatine necîrandin hene. Ji van sitargehan dirêjiya yekê 158 metro ye, mirov bi derencekan dadikeve jêr. Di dawiya vê sitargehê (şikeft) de du jûr hene. Hin kes dibêjin; “Ew der cihê gora bavê Key Antiochos e.” Serdora deriyê stargeha din bi tac e, hundirê wê bi şêweya kûbîk e. Di derbarê van stargehan de zanînên zêde nînin. Dema ku mirov di derencekên maşiyayî re hildikşe gaza rast, dîwarên hilweşiyayî û stûnên ketine xwarê dibîne. Dema mirov hîn di tunela dirêj re neketiye hundir, li pêşiya tunelê, ser kevirekî mezin bi tîpên Latînî bi şêwaza stûn, kîtabeyek hatiye nivisîn.

Li şarî Arsemiyayê, goreke aîdî bavê Key Antiochosê ku di serdema xwe de keyaniya xwe gelek biriqandîbû û anîbû asta herî bilind û dewlemend heye. Ji ber wê yekê Key Antiochos kîtabeya Anatoliyayê ya herî mezin li ser gora bavê xwe Mîtradîtes Kalînîkos daniye. Bêguman kîtabe muhîm in û rê bi mirov nîşan didin. Di vê kîtabeyê de him agahiyên di derbarî gora ku li ser e, him jî di derbarî rewş û dîroka serdema Komageniyan de agahî hene. Ji bilî vê yekê ji hêla Arsemes ve avabûna vî şarî havîngehbûna wî di vê kîtabeyê de hatiye nivîsandin.

Kîtabeya Li Arsemiyayê: Hemû sir û razên vê Şaristaniya Komageneyê ji agahiyên ku vê kîtabeyê dayî hatine eşkerekirin. Dîroka Komageneyê û kîtabeya li Anatoliyayê ya herî mezin li vê derê ye. Di kîtabeyê de Key Antiochos dibêje; “Ez, ku dostê Romayiyên xwedî dad û Helenan Key Mîtradîtes Kalînîkos im. Ez keyê afirîner û ê ku hez ji diya xwe dike, min li vê derê di gora xwe ya pîroz de ji bo we kîtabeyeke nemir hêla. Min ew zagon him ji bo vê demê him jî ji bo hemû deman weke mîrate ji we re hiştiye.

Stelê Destdayîna Hev Ya Antiochos û Herakles: Dema mirov dikeve riya Çiyayê Bêlî (Nemrût), hîn ku negêştiye çiyê 5 km. vir de, li ser rê şarî Arsemiya heye û ew şar, havîngeha binemala Keyên Komageneyê ye. Dema mirov li ser milê çepê dadigere vî şarî, li jor, stelek heye. Li ser wî stelî wêneya Key Antiochos heye ku wî rahêlaye destê Xwedayê Hêzê Herakles. Wêne li ser kevirekî mezin bi riya kolandin û xêzandinê hatiye necîrandin. Giraniya vî stelî nêzî 10 tonane, kevir dîk hatiye danandin. Li ser wî rolyefî Key Antiochos ziviriye hêla çepê, taca wî ya keyaniyê a bi pîjik li serê wî, ew di nav cil û bergên Medî de xuya dike. Heraklesê ku di mîtolojiya yewnaniyan de weke Xwedayê hêzê tê dîtin, taziye. Gewdeyê Heraklesê bi rih, bi zend û bend e, di destê wî de çeka şerî heye. Ew rolyefa ku ji kevirê kilsê hatî necîrandin, hîn jî saxlem û li ser piyane.

Rolyefê Mehrdat/ Mitras: Dema mirov dikeve şarî Arsemiya, li riya ayînê a başûr weke ku rê bi mirov şanî bide, rolyefekî Mîtra(Mêhrdat) heye. Ji vî Xwedayî re bi Kurdî Mêhrdat û bi Yewnanî Mîtras tê gotin. Di Kurdî de ew nav wateya; “ê ku ronahiyê dide” dihêwirîne. Ew Xwedayê ku di serdema Kurdên kevn, Hurî, Mîtanî û Medan de lê dihat bawerkirin, herdem weke ronahiyeke pîroz ku di nav tariyê de hilhatî dihat qebûlkirin û ew herdem li dijberê rû’hên xirab di şerî de bû. Ew rolyef ji kevirê kilsê hatiye necîrandin. Di rolyefê Arsemiyayê de Xweda Mêhrdat, li ser kêlekê ziviriye, tacek li serê wî ye, bi şêweya ku ronahî ji serê wî bipijiqe hatiye sêwirandin. Di destê wî de jî qeflek ronahî heye.


ÇAVKANİ

Bi Çavên Yê Din ADIYEMAN, Mehmet Oncu, Weşanxaneya Sîtav, 2022

Hin nivîsên têkildar

Manî Pêxember

Manî Pêxember

Yek ji dînên girîng yê dîroka dînên dinyayê Manîyî ye, Manîyî ji alîyê pêxember(peyamber) Manî ve hatîye belavkirin. Manîyî dîneke gerdûnî ye, yanî ji hemû insanan re ye, armanca vî dînî insana ji xerabîyê dûr bixe û wan biparêze. Manî yê weke Peyamnêrê Ronahiyê jî hatîye binavkirin, di derbarê felsefe û ramanê xwe de pirtûk nivîsandine, wêne çêkirine, ji bo belavkirina vî dînî alîgêrên xwe şandîne gelek welatan; pirtûkên wî wergerandine gelek zimanan; loma di demeke kin de li çar alîyê dinyayê şopdarên wî zêde bûne...


Di Pirtûka Pîroz de Med – Danasîna Pirtûkê

"Di Pirtûka Pîroz de Med" lêkolîneke hêja ye, tê de agahîyên cuda hene, behsa bajarê Şirnexê, çiyayê Cudî, tofana Nuh Pêxember çawa di pirtûkên olî de derbas dibe, wek mêr û mêrxasan Medan dewleta zalim ya Asûrî û Babîlîyan çawa hilweşandine, çawa Cihû ji bindestîyê xelas kirine û ew şandine welatê wan dike; behsa Magîyan hene, yên ku beşek ji Medan in û rêberên Zerdeştîyê ne, zana û stêrnas in, ew in yê ku cara ewil ji bo Îsa Pêximber ketine tevgerê... test


Marcos Dobelîo- Marqus ad-Du’abili al-Kurdî(1572–1654)

Zanyar, nivîskar, wergêrê Kurd Marcos Dobelîo, di destpêka sedsala 17an de li Ewropayê Xirîstîyanekî çalak bû. Çavkanî didin xuyakirin ku berî here Îtalyayê û li Romayê bi cih bibe, beşek ji karîyera xwe ya destpêkê li Helebê, li navendeke rewşenbîrî ya girîng ji bo zanyarî û wergerên Xiristiyanên rojhilat derbas kirîye. Dobelîo perwerdehîyek berfireh di Erebî û zimanên têkildar de wergirtîye û ev yek rê li ber naskirina wî wekî Erebînasek rêzdar di nav derdorên akademîk ên Ewropî de vekirîye. Pisporîya wî di ziman, îlahîyat û destnivîsan de; zanîna wî ya Erebî, Suryanî, Îbranî û Yewnanî; dabeşkirina wî ya destnivîsên Vatîkanê û pisporîya wî ya teolojîk kirîye ku di dîroka Xiristîyanîyê de di nav fîlologên navdar ên serdema xwe de cih bigire...