logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Şêx Fethullah Werqanisî

Nivîskar: Occo Mahabad

Şêx Fethullah Werqanisî alim û nivîskarekî Kurd e. Di 1847an de li Werqanisê hatiye dinyayê û di 1900î de li Bidlîsê, di ‘emrekî gênc de çûye ber dilovanîya Xwedê. Şêx Fethullah Werqanisî weke hemû zarokên malbatên oldar, pêşî dest bi xwendina olî kiriye û li gelek medreseyên Kurdistanê geriyaye, li ba Mele Evdirehmanê kurê Mele Evdilehê Xelîfê Mewlana Şêx Xalidê Dêrezorî xwendîye. Herweha li ba Şêx Xalidê Orekî yê ku xelîfê Xewsê Hîzanê bû xwendiye. Piştre li ba Mele Evdirehmanê Melekendî xwendîye.

Mele Evdirehman, destûrnama xwendinê ji Mele Mistefayê kurê dersdarê mezin Mele Xelîlê Sêrtî wergirtîye. Piştre Şêx Fethullah, çûye li ba Hecî Teyîb Efendî yê Mûşî xwendîye heta ku destûrname jê wergirtîye. Hecî Teyîb jî destûrnama xwendinê, ji Hecî Hesen Efendî yê Mûşî wergirtîye. Hecî Hesen jî destûrnama xwendinê, ji dersdarê bi navûdeng Mele Xelîlê Sêrtî wergirtîye.

Werqanisî piştî ku destûrname wergirtîye, bi nasnavê ellametiyê hatiye binavkirin, ango zanayê bi her tiştî. Ew, ji ber hindê bi daxwaza parêzvanê Bedlîsê Emer Paşa û serbazê firqa wê demê Elî Paşa li Norşênê dersdartî kirîye, piştî demekê çûye li Bedlîsê dersdartî kirîye û li wirê domandîye heta ku çûye ber dilovanîya Xwedê. Li Bedlîsê gora wî li taxa Mermerê dimîne ku bi Tirkî jê re dibêjin Taş Mahallesî.

Werqanisî gelek pirtûk nivîsîne, hinek ji wan bi Kurdî û hinek jî bi Erebî ne. Niha sê berhemên wî yên bi zimanê Kurdî ku destnivîs in, li ber dest hene. Lê me wek lîste nepeyitand ku tevde çend in û di kîjan salan de hatine nivîsandin.

Werqanisî, bavê pênc kur û çar keçan bûye. Kurê wî yê mezin Şêx Eladîn e ku zanayekî menşûr bûye, çend pirtûk nivîsîne û hinek ji wan bi Kurdî ne. Kurê wî yê diduyan, Şêx Me‘rûf e ku di zanatîya olî de gelekî navdar bûye. Kurê wî yê sisiyan, Şêx Mihemed Cuneyd e ku di zanîna tefsîrê de ango zanistîya Qur’ana pîroz de gelekî şareza û tîjîfehm bûye. Kurê wî yê çaran, Şêx Qutbedîn e ku di zanistîya tesewufê de bi navûdeng bûye û yê pêncan jî Behaedîn e ku ew berî zewacê kurdûnde çûye ber dilovanîya Xwedê. Her çar keçên wî jî ev bûne: Belqîze, Hemîde, Fatîme û Ummugulsûm.

Şêx Fethullah kurê Şêx Ebdurrehîm e. Şêx Ebdurrehîm kurê Şêx Ebdurrehman e. Şêx Ebdurrehman kurê Şêx Yûsif e. Şêx Yûsif kurê Şêx Huseyn e. Şêx Huseyn kurê Şêx Mûsa ye. Şêx Mûsa kurê Şêx Nasir e. Şêx Nasir kurê Şêx Elî ye. Şêx Elî kurê Şêx Ebûbekir e. Şêx Ebûbekir kurê Şêx Îbrahîm e. Şêx Îbrahîm kurê Şêx Ehmed e. Şêx Ehmed kurê Şêx Xidir e. Şêx Xidir kurê Şêx Îsa ye. Şêx Îsa kurê Şêx Hesen e. Şêx Hesen kurê Şêx Mihemed e. Şêx Mihemed kurê Siltan Şêxmûsê Zûlî ye.

Gora Siltan Şêxmûs, gelekî bi navûdeng e û piranîya zana û bîrewerên Kurdistanê ji nêz ve wî dinasin. Ew gora pîroz niha li navbera Amed û Mêrdînê dimîne, ji hingê ve bûye devera seredana xelkê û wargeha pejirandina hêvî û daxwazan. Çaxê serdana gora pîroz bi taybetî ji 20ê Nîsanê heta 20ê Gulanê dilqekî xwe yê taybetî heye.

Kurê Siltan Şêxmûs ê mezin Şêx Mihemed, ji bo belavkirina Rêçika Zûlî çûye herêma Xerzan û li gundek bi navê Werqanis cîwar bûye û heta ku çûye ber dilovaniya Xwedê jî her li wirê maye. Gora Şêx Mihemedê kurê Siltan Şêxmûs jî niha li Werqanisê ye û bi Quba Xaniyê Reş navdar e, bûye devera seredana xelkê herêmê û xweşîgir e.

Ev azbat ji Şêx Mihemed û berjêr heta digîje Şêx Fethullah Werqanisî, tev akinciyê vî gundê Werqanisê bûne. Ew gund niha girêdayê bi navçeya Hawêlê (Baykan) û parêzgeha Sêrtê ve ye. Lê piştre zarokên wî ber bi bakûrê Kurdistanê ve çûne û li çend gundan bi cih bûne, gundê herî navdar Oxîn e. Ji wê hingê ve heta niha ango ji Siltan Şêxmûsê Zûlî hetanî Şêx Fethullah Werqanisî, ew bab û bapîr tev bi zanistiyê ve lebikîne, çi di medreseyên xwe yên taybetî de û çi jî di medreseyên herêmê yên din de be, dersdarî kirine; bi hezaran destûrname dane şagirdên xwe yên Kurd û yên ji neteweyên cînarên Kurdistanê weke Ereb, Faris û Tirkan…

Sê payedarên navdar ên Kurd ku li ba Şêx Fethullah Werqanisî xwendine ev bûn:

  1. Mele Evdirehman Norsî
  2. Mele Seîdê Kurdî/Norsî
  3. Hezretê Norşênî

 

Şêx Fethulah Werqanisî ji bo wergirtina xelîfetiya Rêçika Neqşebendî, emel li ba Xewsê Ervasî kiriye. Lê berî ku xelîfetiyê werbigire Xews çûye ber dilovaniya Xwedê û ew jî çûye ba Şêx Evdirehmanê Taxî û xelîfetî jê wergirtiye. Xelîfeyên Şêx Fethullah Werqanisî jî şeş kes bûne:

  1. Seyîd Hesen kurê Xewsê Hîzanê
  2. Hezret Norşênî
  3. Seyîd Evdilxefar, biraziyê Xewsê Hîzanê
  4. Mele Ehmed Qerekoyî
  5. Mele Hesen Heyderî
  6. Hecî Emer Hîzanî

 

Berhemên Şêx Fethullah Werqanisî

Gelek berhemên Şêx Fethulah Werqanisî hene. Sê ji wan bi Kurdî ne, Ew hersê ev in:

  • El Hemaîlu Fî Emaîlî
  • Rîsalet-ul Kufrî wel Kebaîrî
  • Eqîdeya Îmanê

 

Pirtûka El Hemaîlu Fîşşemaîlî ji 5.529 malikên durêzî hatiye afirandin. Malikên wê bi yazdeh kiteyan dikişin û qafiyeya her du rêzên malikekê jî yek e, kêşa wê herwekî Mem û Zîna nemir Ehmedê Xanî didome.

Ev hersê pirtêkên Şêx Fethulah Werqanisî, ji aliyê Zeynelabidîn Zinar ve ji Alfabeya Erebî hatine veguhaztin bi Alfabeya Latini û di 1998an de li Swêdê ji aliyê Weşanxaneya Pencinarê ve hatine çapkirin.


ÇAVKANİ

https://occomahabad.wordpress.com/2019/11/09/jiyana-sex-fethullah-werqanisi/

Hin nivîsên têkildar

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf


Hûtî Aslan

Hûtî Aslan dibistana seretayî û ya navîn li Nisêbînê, xwendegeha ji bo huner jî li bajarê Edirne (bajarekî Tirkîye ku li ser sînorê Bulgarîa cîh girtîye) xwendîye. Ji bo zankoyê bixwîne di serê sala 1970yî de çûye Almanyayê û perwerdeya xwe ya endezyarîyê û mastira xwe jî li Almanyayê qedandîye. Bi Kurdî, Tirkî û Almanî zane. Di xwendegeha navînê de dest bi nivîsandina helbesta kirîye....


Marcos Dobelîo- Marqus ad-Du’abili al-Kurdî(1572–1654)

Zanyar, nivîskar, wergêrê Kurd Marcos Dobelîo, di destpêka sedsala 17an de li Ewropayê Xirîstîyanekî çalak bû. Çavkanî didin xuyakirin ku berî here Îtalyayê û li Romayê bi cih bibe, beşek ji karîyera xwe ya destpêkê li Helebê, li navendeke rewşenbîrî ya girîng ji bo zanyarî û wergerên Xiristiyanên rojhilat derbas kirîye. Dobelîo perwerdehîyek berfireh di Erebî û zimanên têkildar de wergirtîye û ev yek rê li ber naskirina wî wekî Erebînasek rêzdar di nav derdorên akademîk ên Ewropî de vekirîye. Pisporîya wî di ziman, îlahîyat û destnivîsan de; zanîna wî ya Erebî, Suryanî, Îbranî û Yewnanî; dabeşkirina wî ya destnivîsên Vatîkanê û pisporîya wî ya teolojîk kirîye ku di dîroka Xiristîyanîyê de di nav fîlologên navdar ên serdema xwe de cih bigire...