logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Nasir Kemaloglu

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Nasir Kemaloglu di sala 1960an de li Tatosa Erziromê hatiye dine. Dibistana seretayî li gundê xwe, ya navendî jî li Tatosê xwendiye. 1988an de li Amedê, Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê, ji Beşa Zimanê Frensî mezûn bûye. Sê salan li Stenbolê di şirketekê de wek îdarevan xebitî û di 1992yan de li Geverê dest bi mamostetiya zimanê Tirkî kir. Ji 1996an hetanî 2008an li Wanê xebitî û ji bo pênc salan bi wezîfeya fermî wek Mamosteyê Çand û Zimanê Tirkî çû Fransayê. Li Fransayê, ser zanistiya ziman di Zanîngeha Rouenê de bû xwendekarên masterê û ji ber ku vegeriya welat mastera xwe neqedand. Lê li ser zanistîya ziman xebatên xwe berdewam kir. Di qada zimanê Kurdî (taybetî zaravayê Kurmancî) de gellek xebat û lêkolîn kiriye û her wiha gotar û nivîsên wî yên li ser zimanê Kurdî di çend malper û kovaran de hatine weşandin. Berhema xwe ya li ser ziman “Rêzimana Zêrîn-Kurmancî” amade kiriye û li bende çapkirinê ye. Li Wanê Mamostetîya zimanê Frensî kiriye. Çîrok û helbestên wî yên ji çapkirinê re amade hene. Zewicî ye û bavê çar zarokan e. 

Berhemên Nasir Kemaloglu 

Ferheng (Kurdî - Tirkî / Tirkî - Kurdî) | Sözlük (Kürtçe-Türkçe / Türkçe-Kürtçe), 2020


ÇAVKANİ

https://www.avestakitap.com/nasir-kemaloglu#

http://www.kovaradeng.com/yazar/47/nasir-kemaloglu

Hin nivîsên têkildar

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf


Hûtî Aslan

Hûtî Aslan dibistana seretayî û ya navîn li Nisêbînê, xwendegeha ji bo huner jî li bajarê Edirne (bajarekî Tirkîye ku li ser sînorê Bulgarîa cîh girtîye) xwendîye. Ji bo zankoyê bixwîne di serê sala 1970yî de çûye Almanyayê û perwerdeya xwe ya endezyarîyê û mastira xwe jî li Almanyayê qedandîye. Bi Kurdî, Tirkî û Almanî zane. Di xwendegeha navînê de dest bi nivîsandina helbesta kirîye....


Marcos Dobelîo- Marqus ad-Du’abili al-Kurdî(1572–1654)

Zanyar, nivîskar, wergêrê Kurd Marcos Dobelîo, di destpêka sedsala 17an de li Ewropayê Xirîstîyanekî çalak bû. Çavkanî didin xuyakirin ku berî here Îtalyayê û li Romayê bi cih bibe, beşek ji karîyera xwe ya destpêkê li Helebê, li navendeke rewşenbîrî ya girîng ji bo zanyarî û wergerên Xiristiyanên rojhilat derbas kirîye. Dobelîo perwerdehîyek berfireh di Erebî û zimanên têkildar de wergirtîye û ev yek rê li ber naskirina wî wekî Erebînasek rêzdar di nav derdorên akademîk ên Ewropî de vekirîye. Pisporîya wî di ziman, îlahîyat û destnivîsan de; zanîna wî ya Erebî, Suryanî, Îbranî û Yewnanî; dabeşkirina wî ya destnivîsên Vatîkanê û pisporîya wî ya teolojîk kirîye ku di dîroka Xiristîyanîyê de di nav fîlologên navdar ên serdema xwe de cih bigire...