logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Muslum Aslan

Nivîskar: Muslum Aslan

Helbestvan Muslum Aslan, di sala 1974an de li gundê Hatxê ku girêdayî Nisêbînê ye ji dayîk bûye. Dibistana xwe ya seretayî û ya navîn li Nisêbîne xwendiye û ji ber rewşa siyasî xwendina xwe ya lîseyê nêvcî hiştiye. Hezkirina bapîrê wî ya li hember Cegerxwîn tesîreke mezin li Muslum Aslan kiriye ku berê wî jî daye xwendin û nîvisandina helbestan. Bapîrê wî pirtûkên Cegerxwîn derdixe û dide dest wî, lê dûra wan dîsa vedişêre; ji ber ku bi Kurdî ne, wê demê qedexe ne. Wisa bi bîr tîne wan rojan: “Ez bi qîmetdayîna bi min pir kêfxweş dibûm. Lê ew kêfxweşî herdem nîvco dima; bapîrê min careke din pirtûkên xwe dixistin veşartekan…”

Di sala 1991ê de ji ber siyasetê hatiye girtin û li zindanên Amed, Çankiri û Mereşê bi tevayî 10 salan di girtîgehan de maye. Di sala 2002an de di Kovara Utopyayê de berpirsyariya wêşanê kiriye. Di 2004an de li Nisêbînê di nav xebatên kovarên bi navê “Dem” û “Nûbîn” de cih stend. Helbest, nivîs û ceribînên wî di kovarên weke Guney, Utopya, Yarati, Tîgrîs, Kovara W, Tîroj, Dilop û gelek kovar û rojnameyên dîtir de hatine weşandin. Heya niha 3 yê helbestan, 1 ceribîn 4 pirtûkên wî hatine weşandin. Di heman demê Diljen Ronî, Raperîn û Hasan Tercan hin helbestên wî kirine stran. Muslum Aslan endamê PENa Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê ye.

Berhemên Muslum Aslan:

Ayna, helbest, Weşanxaneya J&J, 2005

Rû, helbest, BM Yayincilik(Weşanên BM), 2009

Nehîrler Zîndanlara Dokulur(Çem Diherikin Zindanan), Ceribîn, Esmer Yayıncılık(Weşanên Esmer), 2013

Aram, helbest, Weşanxaneya J&J, 2021

Hin nivîsên têkildar

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf


Hûtî Aslan

Hûtî Aslan dibistana seretayî û ya navîn li Nisêbînê, xwendegeha ji bo huner jî li bajarê Edirne (bajarekî Tirkîye ku li ser sînorê Bulgarîa cîh girtîye) xwendîye. Ji bo zankoyê bixwîne di serê sala 1970yî de çûye Almanyayê û perwerdeya xwe ya endezyarîyê û mastira xwe jî li Almanyayê qedandîye. Bi Kurdî, Tirkî û Almanî zane. Di xwendegeha navînê de dest bi nivîsandina helbesta kirîye....


Marcos Dobelîo- Marqus ad-Du’abili al-Kurdî(1572–1654)

Zanyar, nivîskar, wergêrê Kurd Marcos Dobelîo, di destpêka sedsala 17an de li Ewropayê Xirîstîyanekî çalak bû. Çavkanî didin xuyakirin ku berî here Îtalyayê û li Romayê bi cih bibe, beşek ji karîyera xwe ya destpêkê li Helebê, li navendeke rewşenbîrî ya girîng ji bo zanyarî û wergerên Xiristiyanên rojhilat derbas kirîye. Dobelîo perwerdehîyek berfireh di Erebî û zimanên têkildar de wergirtîye û ev yek rê li ber naskirina wî wekî Erebînasek rêzdar di nav derdorên akademîk ên Ewropî de vekirîye. Pisporîya wî di ziman, îlahîyat û destnivîsan de; zanîna wî ya Erebî, Suryanî, Îbranî û Yewnanî; dabeşkirina wî ya destnivîsên Vatîkanê û pisporîya wî ya teolojîk kirîye ku di dîroka Xiristîyanîyê de di nav fîlologên navdar ên serdema xwe de cih bigire...