logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Mihemed Emînê Heyderî

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Mihemed Emînê Heyderî yek ji alimên Îslamê yên sedsala 20an e. Lawê Mele Ehmedê Heyderî ye, yê ku di sala 1914an de di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji dora Mûşê hatîye Nisêbînê. Ji eşîra Heyderîyan, ji bavikê Asîyan e. Alim Mihemed Emînê Heyderî di sala 1926an de li Keleha Bûnisra çêbûye. Diya wî Sedîqa Xanim e, qîza Mele Elîyê Koçer e.

Dema Mihemed Emînê Heyderî heft salî bû, li ber destê bavê xwe dest bi xwendina Qur’anê kirîye. Ji ber ku li Tirkî medrese hatibûn girtin, yên li deverên nêzîkî sînor ji bo feqetîyê zarokên xwe bi pirayî dişandin Binxetê(aliyê Sûrî). Mihemed Emîn jî xwendina xwe ya medreseyê li gel Şêx Ebdurezaqê Helêla, Şêx Ebduletîfê Dalînî, Şêx Ehmedê Xeznevî û Şêx Eleeddînê Xeznewî yên li Sûrîyê didomîne. Îcazeta xwe ya ilmî ji Şêx Ebdurezak wergirtîye; îcazeta xwe ya tesewwûfî jî ji Şêx Eleedînê Xeznewî wergirtîye. Di nav mamosteyên Mela Mihemed Emîn de, ji bilî mamosteyên ku li jor derbas dibin, Seydayê Abdulmecîdê Topizî, Mela Ûsivê Bizgûrî û Mela Ebduselamê Delhî jî hene.

Sala ku îcazeta xwe stendîye(1947) zewicîye û li Xezna bi cîh bûye, demekê li wir muderrisî kirîye. Piştî salên 1950yî li Tirkî rewşa yek partîtîyê bi dawî bû, meleyan dîsa bi Erebî dest bi bangdanê kirin û qedexeya xwendina Qur’anê sist bû. Mihemed Emînê Heyderî jî hildikişe Serxetê û li Keleha Bûnisra meletîyê dike, piştî demekê mala xwe dibe Bawernê, dûra jî li Tinatê(Omerya) heft sala muderrîsî û meletîyê dike. Ji wir diçe gundê Kastelûnê(Midyadê). Di ber re perwerdeya xwe ya Tesewifê li ba Şêx Mehsûm û bi dû de li ba Şêx Eleeddînê Xiznewî didomîne. Şêx Mihemed Emînê Heyderî bi Kurdî, Erebî, Tirkî û Farisî zanîbû. Bi zanîn û şeqsîyeta xwe, bi axaftin û xitabeta xwe ya serkeftî li herêmê dibe xwedî cihekî taybet û şuna bavê xwe digre. Bi Kurmancî gelek berhemên edebî nivîsandine, bi taybet mewlûda wî ya bi Kurmancî di nav xelkê de gelekî belav bûye.

Kêm mamosteyên ku hem şêx û hem jî muderrîs in hene, Mela Mihemed Emînê Heyderî yek ji wan e. Ji ber vê çendê, wî gelek şagirt perwerde kirîye û bûye rêber ji wan re. Hin ji wan şagirtên ev in: Şêx Îzzeddînê Nebilî, Mela Diyadînê Sîtî, Mela Îsmetê Sîtî, Mela Ehmedê Tînatî, Mela Hesenê Îzolî, Mela Mehmûdê Dêrizbinî, Mela Mihemed Elîyê Cibilgiravî, Mela Şevqî. Tê zanîn ku Mihemed Emînê Heyderî tevî şagirtên xwe hem ilmên pozîtîf hem jî li ser ilmên Îslamî hîn bûne û lêkolîn kirine.

Sala 1967an de li ser xwesteka heyeteke gund mala xwe bar kiriye gundê Salika(Sîlwan) bi cih bûye û meletî kiriye. Di vê demê de piraya dîwana xwe ya qesîdeyan nivîsîye. Aqîdeya Îmanê û Mewlûda Nebî ya bi Kurmancî jî vê demê nivîsîye û nav û deng pê ketiye; ev berhem di medreseyan de, di qursê Qur’anê de pir hatine xwendin. Her çiqasî piştî 1950yî hebekî rê li ber medreseyan vebûbe jî ev tevger pir qels mane. Lê bi hatina vê herêmê ya Mihemed Emînê Heyderî rewşa wan baştir bûye, bi handana wî şagirtên ku îcaza xwe distendin, li gundên derdorê medrese vedikirin. Di heman demê de ji xelkê dixwest ku zarokê xwe bişînin mekteban jî, ne tenê bişînin medreseyan.

Mele Mihemed Emînê Heyderî di 76 salîya xwe de, di 22yê Gulana 2003yan de dema ku li nêzî Amedê medrese ava dikir jiyana xwe ji dest da. Li kêleka medreseya ku wî daye çêkirin hatîye definkirin. Zarokên wî perwerdeya zanistî ya ku wî dest pê kiribû berdewam dikin. Niha di şûna wî de kurê wî Şêx Ehmed erka şêxitîyê bi cih tîne.

Berhemên Mihemed Emînê Heyderî

- Mewlûda Nebî,ş’ir, bi Kurmancî

- Aqîdeya Îmanê, ş’ir, bi Kurmancî

- Werd-ul Etfal, ş’ir bi Kurmancî

- Mewlud a Nebî, ş’ir bi Erebî

- Diwana Qesîdeyan, bi Kurmancî

 

Hin nivîsên têkildar

Evdilsemedê Babek

Evdilsemedê Babek(972- 1019) helbestvan û nivîskarek Kurd e, yek ji yê ku herî pêşî bi zimanê Kurdî, bi zaravayê Kurmancî helbest nivîsandîye. Evdilsemed kurê hozan Mensûrê kurê Hesenê kurê Babek e. Leqebê wî Ebûl Qasim (Bavê Qasim) e, li gelek bajaran, cîhên wek Bexda, Nîşabûr, Mûsil û Hamedan xwendiye û gerîyaye...


Behrûz Çemenera

Dr. Behrûz Çemenera (Behrooz Chamanara) li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî qedandina xwendina xwe ya seretayî û navîn a li herêmê, ji bo xwendina bilind berê xwe da Almanyayê da ku li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî û Îranî lêkolînên kûr karibe bike. Di sala 2014an de, wî teza xwe ya doktorayê ya bi navê ‘Şahnameya Kurdî û Wateyên wê yên Edebî û Olî’ (The Kurdish Shahnama and its Religious and Literary Implications) ji Enstîtuya Lêkolînên Îranî ya li Zanîngeha Georg-August a Göttingenê bi serkeftî wergirt...


KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf