logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Mehsûm Dîma

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Mehsûm Dîma, di 1ê Avrêla 1993yan de li Nisêbînê hatiye dinyayê. 8 sala li navçeya Kertwênê ya bi ser Nisêbînê ve dibistan xwendiye. Di 2009an de ji ber sedemên siyasî hat girtin û 38 sal ceza lê hat birîn. Li girtîgehên wek Maltepe, Metrîs T1 û 2, Tekîrdag F-2 û li Kandirayê ma. Hîna jî girtî ye li girtîgeha Bandirmayê dimîne. Ji gelek xebatên wî yên helbest, çîrok û romanan, ev xebatê wî hatine çapkirin:

Şev Tazî Bû Di Awirên Te De (çîrok)

Sedsalek Bi Îskeîsk (helbest)

Pîroz Be Vegera Li Xwe Dilêra Min (çîrok)

Dema Çav Ji Evînê Dûr Ketin(helbest)

Hin nivîsên têkildar

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf


Hûtî Aslan

Hûtî Aslan dibistana seretayî û ya navîn li Nisêbînê, xwendegeha ji bo huner jî li bajarê Edirne (bajarekî Tirkîye ku li ser sînorê Bulgarîa cîh girtîye) xwendîye. Ji bo zankoyê bixwîne di serê sala 1970yî de çûye Almanyayê û perwerdeya xwe ya endezyarîyê û mastira xwe jî li Almanyayê qedandîye. Bi Kurdî, Tirkî û Almanî zane. Di xwendegeha navînê de dest bi nivîsandina helbesta kirîye....


Marcos Dobelîo- Marqus ad-Du’abili al-Kurdî(1572–1654)

Zanyar, nivîskar, wergêrê Kurd Marcos Dobelîo, di destpêka sedsala 17an de li Ewropayê Xirîstîyanekî çalak bû. Çavkanî didin xuyakirin ku berî here Îtalyayê û li Romayê bi cih bibe, beşek ji karîyera xwe ya destpêkê li Helebê, li navendeke rewşenbîrî ya girîng ji bo zanyarî û wergerên Xiristiyanên rojhilat derbas kirîye. Dobelîo perwerdehîyek berfireh di Erebî û zimanên têkildar de wergirtîye û ev yek rê li ber naskirina wî wekî Erebînasek rêzdar di nav derdorên akademîk ên Ewropî de vekirîye. Pisporîya wî di ziman, îlahîyat û destnivîsan de; zanîna wî ya Erebî, Suryanî, Îbranî û Yewnanî; dabeşkirina wî ya destnivîsên Vatîkanê û pisporîya wî ya teolojîk kirîye ku di dîroka Xiristîyanîyê de di nav fîlologên navdar ên serdema xwe de cih bigire...