Amadekarîya
Nivîskar: Koma Berhevkarîyê
Ezîz Gunel
Horepîskopos Ezîz Gunel, sala 1918an li Midyadê / Mêrdîn ji dayik bûye, di 30ê Cotmeha 1997an li Bruksel / Belçîka jiyana xwe ji dest daye.
Navê bavê wî Îskenderê Maravgî û navê diya wî Vardo bû. Bi heslê xwe ji gundê Keferzê(Keferdê) ne. Bavê wî Îskender, li dibistana girêdayî Manastira Deyrulzafaran a li Mêrdînê perwerde bûye, li wir zimanên Erebî, Tirkî û Suryanî fêr bûye. Navê bavê bavê wî Maravge û navê bavê Maravge jî Davût e. Bav û kalên Ezîz Gunel serokên civaka Suryanî bûn li gundê Keferzê û wî bi xwe jî demekê heman rêbertî kirîye. Ji malbata wan re Malbata Hawaja dihat gotin, yanî malbateke esîl bûn.
Pêşî li Midyadê bi cih bûne, piştî mirina bavê xwe dema ku Ezîz Gunel hîn zarok bû, ew bi diya xwe re ji Midyadê vegerîyane gundê Keferzê û li dibistanek ku bi hewildanên birayê wî yê mezin Ebdulkerîm(Ebdo), li Dêra Suryanî hatibû vekirin perwerde bûye, li vir li ber destê mamosteyê xwe Gevargîsê Temerzî (Temerz gundekî Hezexê ye) fêrî Suryanî û Erebî dibe. Yaqûb Gevercîs, Koleja Protestan a Amerîkî ya Mêrdînê qedandibû.
Birayê mezin Ebdulkerîm muxtarê gund jî bû, ketibû şuna bavê xwe. Piştî kuştina Ebdulkerîm, şagirt jî bela dibin û Ezîz Gunel di sala 1928an de dîsa bi diya xwe re li Midyadê bi cih dibin. Çar salan li dêra wir perwerdehîya xwe ya Suryanî dom dike û heman demê li dibistanek dewletê jî bi Tirkî perwerde dibe. Çar sal şûnde, ji ber nexweşîyekê ku li Midyadê pê ketîye, ew û diya xwe neçar mane vegerin gundê xwe. Li gund ji wê nexweşîyê xelas dibe.
Di sala 1939an de, ew wekî muxtarê gund hatîye hilbijartin. Piştî sê salan di vê wezîfeyê de xizmet kir, diçe leşkerîyê. Piştî 33 mehên leşkerîya xwe temam kir hatîye gund û weke berê ji bo zarokan perwerde bike di sala 1944an de, bi hewildan û xebata xwe ya dijwar, li dêra gundê xwe dibistanek ava kirîye. Demek dirêj dersên Suryanî û Tirkî daye 49 xwendekaran.
Piştî mirina keşeyê gundê Keferzê Yûhanûn, rîhsipîyên gund yê cemaeta Suryanîyan jê xwestin ku bibe keşeyê Dêra Mar Îzozîyel(Îzozoel) ya li Keferdê. Di sala 1945an de bi destdayîna rêvebirê herî payebilind yê Midyadê û derdora wê Pîskopos Tîmoteos Tuma Aras payeya Ezîz Gunel hilkişîya Afudyakno(serekdîyako)yê.
Di sala 1950yî de, Metropolîtê Mêrdînê Hanna Dolabanî, bi merasîmeke li Dêra Mar Petrûs û Pawlos pileya Încîlî Şammas(Xwendinvanê Încîlê) dane Ezîz Gunel. Du sal şûnde(1952), li ser fermana nivîskî ya Patrîk Mar Îgnatîyos Afrem Bersawmo I yê li Humsê, ew ji hêla Epîskopos Mar Îvannîs Efrem Bilgiç ê Turabdîn û Beth-Zabday(Hezex û derdora wê) ve li Dêra Suryanîyan a Mar Îzozoyel a li Gundê Keferzê wekî keşe hate wezîfedarkirin.
Di sala 1954an de, li ser fermana nivîskî ya patrîk, ew ligel Pîskopos Efrem Bîlgîç beşdarî Sînoda Pîroz a li Humsê bû. Di derbarê wê demê de Ezîz Gunel wiha dibêje: “Di demê sohbetên li derveyî van civînên Sînodê de, min hin îlahî dixwendin, kêfa Patrîk ji wan re dihat. Xweşdengîya min dianî ziman û dixwest ez îlahîyên Suryankî û stran-lawij û helbestên Kurdî bibêjim.”
Dema li gundê xwe erkên xwe yên keşetîyê didomand, ji ber ku keşeyê Semsûrê(Adiyaman) jiyana xwe ji dest dabû û kesî ku wê wezîfeyê bigire ser xwe tune bû, bi fermana Metropolîtan Hanna Dolabanî her sal sê mehan diçû Dêra Suryanîyan a li Semsûrê da ku erkên manewî ji bo cemaeta li wir pêk bîne. Civaka Suryanîyan ya li Semsûrê pir jê hez kirîye û xwestine ku ew di dêra wan de bimîne. Di dema van serdanên wî yên Semsûrê, carna dire Dêra Yadê Meryemê ya li Dîyarbekirê û bala cemaeta wê derê jî dikişîne ser xwe. Piştî ku bi axaftin û tevgerên xwe heyranîya cemaetê qezenc kirîye, ji ber ku keşeyê wan jî tune bû, serokên cemaetê ji Metropolîtan Hanna Dolabanî daxwaz dikin ku Ezîz Gunel ji bo Dêra Yadê Meryemê ya Dîyarbekirê were tayînkirin.
Di 18ê Kanûna Pêşîn a 1957an de, ji hêla Metropolîtan Hanna Dolabanî ve ji bo keşetîya Dêra Yadê Meryemê ya Dîyarbekirê hate tayînkirin. Wî erkên xwe li wir bê navber heta sala 1975an domand. Di dema ku li Dîyarbekirê bû, ji bilî erkên xwe yên olî, têkiliyên xwe yên civakî û çandî bi tevaya civaka bajêr re pir xurt kirîye. Bi taybetî, têkiliyên xwe bi burokratên pilebilind ên dewletê re bi pêş xistîye, wan jî qedir dane wî, hurmet nîşanî wî dane. Bi nivîs û pirtûkên xwe dengê xwe ne tenê li Dîyarbekirê, lê li seranserê Tirkiyeyê bela kirîye. Bi pirtûka xwe ya "Dîroka Suryanîyên Tirk" ku di sala 1970an de hatîye çapkirin, agahîyên berfireh yên li ser Suryanîyan jî bela kirîye.
Ji ber van xebatên çalak, li ser daxwaza Metropolîtan Hanna Dolabanî, Metropolîtan Mar Dîoskoros Luka yê Orşelîmê, 16ê Gulana 1969an li Dêra Yadê Meryemê ya Dîyarbekirê, Ezîz Gunel wek Horepîskopos tayîn kirîye. Di sala 1975an de, piştî mirina Horepîskopos Samuel Ezber yê ku heman demê li Stenbolê cîgirê patrîk bû, li ser daxwaza cemaetê Ezîz Gunel li şûna wî ji bo Dêra Ortodoks a Suryanîyan a li Stenbolê hat tayînkirin. Heta teqawîdbûna xwe li Stenbolê ev xizmet kir.
Ber bi dawîya jiyana xwe çû Belçîkayê ba birazîyê xwe Horî Abdo, ji bo çareyekê ji nexweşîya xwe re peyde bike. Lê di 30ê Cotmeha 1997an de li Brukselê koça dawî kir.
Keşe, nivîskar û xetnivîskarê Suryanî Ezîz Gunel, axaftvanekî bihêz bû, xwedî bîreke xurt, zanîneke dîrokî ya berfireh, xweşsohbetvan û hezkirîyê mîzahê bû. Zewicî bû û bavê heft zarokan bû. Di zimanên Suryanî, Kurdî û Tirkî de xurt bû, diaxivî, dixwend û dinivîsî, bi Erebî jî zanîbû lê ne bi qasî yên din.
Horepîskopos Ezîz Gunel gelek berhem li pey xwe hiştin, helbest jî nivîsandine û gotar weşandine. Di 21ê Nîsana 1985an de, wesîyeta xwe bi helbestî nivîsîye ku ji 328 rêzan pêk tê. Tê zanîn ku berhemeke li ser Êzîdîyan jî nivîsandîye. Ezîz Gunel bûyer û bîranînên xwe roj bi roj heya dawîya jiyana xwe nivîsandîye. Li gor ku wî bixwe îfade kirîye bîranîn wî 10 cild in. Wekî din, ew xetnivîskarekî navdar bû, 52 berhemên cuda yên bi tîpên Suryanî neqil kirîye hene ku 8 ji wan Încîl e; ev berhem di gelek dêran de têne bikaranîn. Di gel van, qederê 1291 nameyên ku wî şandine û bersivên jê re hatine jî tomar kirine.
ÇAVKANÎ:
Horepiskopos Aziz Günel'in Hatıratı(Bîranînên Horepîskopos Ezîz Gunel) - Mehmet Şîmşek, Everest Yayınları(Weşanên Everest), Stenbol, 2011
https://www.biyografya.com/biyografi/4299
Nivîsén tékildar