logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Amed Tîgrîs

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Amed Tîgrîs

Nivîskar û mamosteyê zimanê Kurdî Amed Tîgrîs, li Licê ya Amedê di sala 1948an ji dayik bûye. Tîgrîs, ji taxa Qerehesen ji goma Xicîgan e. Li Licê dibistana seretayî û li Erxaniyê jî dibistana mamostetiyê xwendiye. Piştî dibistana mamostetiyê, çend sal li gundên Cinezûr û Şêxana Licê mamostetî kiriye.

Licî, Amed Tîgrîs bi navê Mekî Xoce nas dikin. Tîgrîs di avakirina komela mamosteyan TÖB-DER'a Licê de cîh girtiye, demekê serokatî û nûnertiya wê kiriye. Di xebatên xwe yên rêxistinî û ramyarî de bi awayekî aktîv pêşî bi TKP û piştre jî bi DDKD re xebitiye. Dûvre dest ji karê rêxistinî û siyasî berdaye û bi kar û barê ziman û wêje re mijûl bûye. Amed Tîgrîs di sala 1980î de derketiye derveyî welêt û li Stockholmê bi cîh bûye. Ew ji 1984an de li Stockholmê di dibistanên Swêdî de mamostetiya Kurdî kiriye. Heta niha 43 pirtûkên wî hatine çapkirin. Di warê çand û wêjeyê de alîkariya bizava netewî, dem û dezgehên çandî kiriye. Demeke serokatiya Înstîtûya Kurdî ya li Stockholmê kiriye.

Tîgrîs di Med û Medya TV de bi navên "Rojbaş Mamoste", "Dibistana Kurdî", “Êvarbaş” (ji bo temenmezinan) û "Xwendegeha Kurdî" bernameyên hînkirin û perwerdeyî amade kirine. Ji bilî mamostetî û nivîsîna pirtûkên dersê, xebatên wî yên li ser ziman, wêje û çandê jî hene. Ji zimanê Tirkî û Swêdî çend berhem wergerandine Kurdî.

Di kovar û rojnameyên wek Berbang, Armanc, Hêviya Gel, Kurdistan Press, Avaşîn, Welat, Welatê me, Azadiya Welat, Hîwa û Bîrnebûnê de meqalên wî hatine weşandin û redaksiyonên hinekan de cîh girtiye. Di sala 2005an de ji Stockholmê vegeriye Amedê û niha li navenda Amedê dijî. Du lawên wî hene, navê yê mezin Evîndar û yê biçûk jî Rizgar e.

Amed Tîgrîs û Yildiz Çakar, di sala 2012an de pirtûkeke li ser erdnîgarî, dîrok û çanda Amedê bi navê Amed nivîsandin; ji alî Weşanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve hat çapkirin. Pirtûk ji du beşan pêk te; beşa yekem navenda bajêr û gundên wê û beşa duyem jî hemû bajarok û gundên wê ne. Di pirtûkê de agahiyên dîrokî, erdnîgarî, ҫandî, aborî, civakî, demografî, etnografi, mîtolojî, perestgeh, ziyaretgeh û biyografî hene.

Di pirtûkê de bajarok bi bajarok, tax bi tax, gund bi gund, gom (mezre) bi gom hemû bi taybetiyên xwe ve bi kurtî hatine nivîsîn. Parlamenter, şaredar, nivîskar, hunermend, navdar û dengbêjên amedî ji kîjan bajarok an jî gundî ne kurtejiyana wan hatine nivîsîn û navên berhemên wan hatine destnîşankirin. Herweha navên gund û mezreyan bi Kurdî û Tirkî ne. Û kîjan gund li ku ye, ҫend km ji bajêr an ji bajarokê dûr e, rewşa aborî û civakiya gundiyan ҫawa ye, ҫend kes li gund an li gomê dijin, ji kîjan neteweyî ne, ziman an zaravayên wan ҫi ne, cihên dîrokî, turîstîk, ҫem, ҫiya, deşt, zozan û ziyaretgeh hatine nivîsandin.

 

Amed Tîgrîs gelek berhem nivîsîne, berhemên wî yên çapkirî ev in:

1. Em Bixwînin, Amed Tîgrîs (Jîr Rexnegir), Ahmed Cantekîn, Reşît Bati, Nesrîn Aydin (pirtûka dersê), Weşananên SİDA, 1986

2. Em Binivîsin, Amed Tîgrîs (Jîr Rexnegir), Ahmed Cantekîn, Reşît Bati, Nesrîn Aydin (pirtûka dersê), Weşanên SİDA, 1986

3. Ken û Girî, Amed Tîgrîs & Roman Motkî (pêkenî) Apec, 1989

4. Dîroka Kurd û Kurdistanê, Amed Tîgrîs & Aso Germîyanî, (Pirtûka derse), Kurmancî, 1990 û Soranî- 1992, Apec

5. Navên Kurdî, Çapa yekem Apec 1990 û Çapa duyem Şaredarîya Amedê ya Bajarê Mezin, 2006

6. Kurterastî, Amed Tîgrîs & B. Welatevîn (pirtûka dersê) Apec, 1991

7. Çend Gotin Li Ser Ronakbîrên Kurd, (İsmail Beşikçi, wergera ji Tirkî) Amed Tîgrîs & J. İhsan Espar, Apec,1991

8. Şerê Kendavê, Amed Tîgrîs, Xorto, Cemal Batum (dokument) Apec, 1992

9. Cografiya Kurdistanê, Amed Tîgrîs, Ferhad Gardewan, Nasir Razazî, (pirtûka dersê bi kurmancî û Soranî) Apec, 1993

10. PKK û Başûrê Biçûk, (geştname), Weşanên Rewşen, 1994

11. Çelenga Jinan Hevala Zîlan, (wergera ji Tirkî), Weşanên Rewşen, 1996

12. Perspektîv, (wergera ji Tirkî), Weşanên Rewşen, 1996

13. Gotinên Pêşiyan, (berhevok), Weşanên Rewşen, 2001

14. Pêşkît û Parkît, (lêkolîn), Weşanên Medya, 2001

15. Du Heval, (wergera ji Swêdî, çîrok), Apec, 2002

16. Findo Ciyê Dibe, (wergera ji Swêdî), Apec, 2002

17. Ji Xelatgirên Nobelê Çîrokên Ciwanan, (wergera ji Swêdî), Apec, 2002

18. Çêlepisîk Bi Tiştanokan Dizane, (wergera ji Swêdî), Apec, 2003

19. Manga Sor Paqijîyê Dike, (wergera ji Swêdî), Apec, 2004

20. Şagird Diçin Dibistanê, Amed Tîgrîs, Sebîha Otlu, Husametîn Aslan û Halûk Ozturk, (pirtûka dersê) SİDA- 2004

21. Ansîklopediya Zarokan, Amed Tîgrîs, Elî Çiftçî, Hesenê Metê, Seyîdxan Anter, Mahmûd Lewendî, (wergera ji Swêdî), Weşanên Apecê, 2004

22. Morîs li Mêrga Mezin, (wergera ji Swêdî), Apec, 2004

23. Zargotina Kurdî, Amed Tîgrîs, Reşo Zîlan û Husametîn Aslan, Weşanên Weqfa Kurdî, 2005

24. Manga Sor Hildikişe Ser Darê, (wergera ji Swêdî), Apec, 2005

25. Licê, (lêkolîn), Weşanên Apec, 2008

26. Anadili Eğitimi ve Birden Fazla Resmi Dil(Perwerdeya bi Zimanê Zikmakî û Pirzimaniya Fermî), Apec, 2009

27. Perwerdeya bi Zimanê Zikmakî û Pirzimaniya Fermî, Apec, 2009

28. Tûtê Bi Pişê re Dileyize, (wergera ji Swêdî), Ape, 2010

29. Tûtê û Malî, (wergera ji Swêdî), Apec, 2011

30. AMED-dîrok, coğrafya û çand, Amed Tîgrîs & Yildiz Çakar, (lêkolîn), Weşanên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, 2012

31. Nîşan û Dawet, (lêkolîn) bi Kurmancî, Weşanên Apec, 1991 û wergera Farisî Ebas Ferhadî Tûpkanlû, Tahran, 2012

32. Ji 20 welatan 20 çîrok, (wergera ji Swêdî), Weşanên Sîtav, 2013

33. AMED tarih, coğrafya ve kültür, Amed Tîgrîs & Yıldız Çakar (wergera ji kurdî), Weşanên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, 2013

34. Ma Tu Mam Mendo û Findo Nas Dikî, wergera ji Swêdî, Apec, 2013

35. Di Prosesa Nivîsê de wêne, sembol û alfabe, Apec, 2014

36. Êzdîxan û 97 Ferman, Amed Tîgrîs & Rojîn Zarg, (lêkolîn), Weşanên Apec, 2018

37. Qewl, beyt û duayên Êzdiyan, Amed Tîgrîs & Rojîn Zarg, (berhevok), Weşanên Apec, 2018

38. BERMEKÎ- Eşîr, bav û kalên me, (lêkolîn), Weşanên Apec, 2018

39. Xurafeyên Me (bi komeke 14 kesî re), (berhevok), Weşanên Apec, 2019

40. Katibê Şêx Seîd FEHMİYÊ BÎLAL, Amed Tîgrîs & Baki Kaymak, (lêkolîn û hevpeyvîn) Weşanên Apec, 2019

41. Edebîyata Kurdî, (pirtûka derse), Amed Tîgrîs, Alî Çîftçî, J. Îhsan Espar, Mahmûd Lewendî û Hesenê Metê, Apec, 2020

42. Dîcle û Ferat, (lêkolîn), Weşanên Apec, 2020

43. Mala Zalê û Teyrê Sîmir (mîtolojî), Apec, 2021

 


ÇAVKANİ

https://www.bernamegeh.org/2019/08/08/jiyana-amed-tigris/

https://ku.wikipedia.org/wiki/Amed_T%C3%AEgr%C3%AEs

https://birnebun.eu/hejmar/birnebunweb55.pdf

Hin nivîsên têkildar

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf


Hûtî Aslan

Hûtî Aslan dibistana seretayî û ya navîn li Nisêbînê, xwendegeha ji bo huner jî li bajarê Edirne (bajarekî Tirkîye ku li ser sînorê Bulgarîa cîh girtîye) xwendîye. Ji bo zankoyê bixwîne di serê sala 1970yî de çûye Almanyayê û perwerdeya xwe ya endezyarîyê û mastira xwe jî li Almanyayê qedandîye. Bi Kurdî, Tirkî û Almanî zane. Di xwendegeha navînê de dest bi nivîsandina helbesta kirîye....


Marcos Dobelîo- Marqus ad-Du’abili al-Kurdî(1572–1654)

Zanyar, nivîskar, wergêrê Kurd Marcos Dobelîo, di destpêka sedsala 17an de li Ewropayê Xirîstîyanekî çalak bû. Çavkanî didin xuyakirin ku berî here Îtalyayê û li Romayê bi cih bibe, beşek ji karîyera xwe ya destpêkê li Helebê, li navendeke rewşenbîrî ya girîng ji bo zanyarî û wergerên Xiristiyanên rojhilat derbas kirîye. Dobelîo perwerdehîyek berfireh di Erebî û zimanên têkildar de wergirtîye û ev yek rê li ber naskirina wî wekî Erebînasek rêzdar di nav derdorên akademîk ên Ewropî de vekirîye. Pisporîya wî di ziman, îlahîyat û destnivîsan de; zanîna wî ya Erebî, Suryanî, Îbranî û Yewnanî; dabeşkirina wî ya destnivîsên Vatîkanê û pisporîya wî ya teolojîk kirîye ku di dîroka Xiristîyanîyê de di nav fîlologên navdar ên serdema xwe de cih bigire...