logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Cano Şakir

Nivîskar: Cano Şakir

Helbestvan û Nivîskarê Kurd Cano Şakir, di 24.12.1974an de li Gundê Til Xatûnê a girêdayî bajarê Tirbespiyê ya ser bi navçeya Qamişlo ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye diniyayê. Xwendina xwe ya seretayî li gund temam dike û xwendina xwe ya navendî li bajarê Tirbespiyê bi dawî dike. Di despêka salên 1990 de, berê xwe dide Şamê paytexta welatê Sûriyê , li wir çend hevalan nas dike û xebatên wî yên ji bo mûzîk û şanoyê bi rêve diçin heta salên 1997an. Dûra berê xwe dide koçberiyê û li Almaniya bi cî dibe.

Nivîsên wî di kovar, rojname wek Polîtîka Azad, Yeni Özgür Politika, Diyarname, her wiha hin malper û quncikên internetê derketine. Cano Şakir hîna di salên xwe yên dibistanê de têkiliya wî bi helbestê re hebû. Di sala 1989an de helbesta yekem bi navê ‘Ez Kurdim Ez Kurdim ' nivîsiye, Ji wê çaxê heta niha ew bi helbest, çîrok, gotar û hin nivîsên din re mijûl e. Endamê Pena Kurd e. Ji havîna 2018an ve, di Çira Tv de, Bernameya Pencereya Wêjeyê pêşkêş û amade dike. Ji sala 2020an ve di navenda nûçeyan a Çira Tv’ê de ye. Her wiha ew ji sala 2020an ve, Endamê Sandîkeya Rojnemevaniyê a Rojnemevanê Elamaniyayê ye.

 

Berhemên Cano Şakir yên çapkirî ev in:

1- Rojava, Helbest, Weşanên Ar, 2013

2- Rêwîtiya Ber Bi Avê Ve, Çîrok, Weşanên Ar, 2014

3- Şeva Tirsê, Helbest, Weşanên Ar, 2016

4-Şaviya Mirinê, Helbest, Weşanên Ar, 2017

5- Împeratoriya Helbestê (Nameyên Ji Gazinan), Destana Helbestî, Weşanên Ar, 2017

6-77 Pêlên Ji Bêhna Leyana Şevê, Destana Helbestî, Weşanên J&J, 2018

7-Rawestgehên Bendemanê, Destana Helbestî, Weşanên Ar, 2018

8- Helbestname (1), Helbest, Weşanên Ar, 2019

9- Helbestname (2), Helbest ,Weşanên Ar, 2019

10- Antolojiya Helbesta Nûjen A Rojavayê Kurdistanê, Weşanên Ar, 2020

 

AGAHIYÊN PÊWENDÎDAR:

https://www.youtube.com/watch?v=5FOtYE2yu3c

Sîwan 39 (Stêrk TV, 13.03.2021) Cano Şakir vs Kawa Nemir


ÇAVKANİ

https://ar.wikipedia.org/wiki/%D9%85%D8%B3%D8%AA%D8%AE%D8%AF%D9%85:Cano_%C5%9Eakir

Hin nivîsên têkildar

Evdilsemedê Babek

Evdilsemedê Babek(972- 1019) helbestvan û nivîskarek Kurd e, yek ji yê ku herî pêşî bi zimanê Kurdî, bi zaravayê Kurmancî helbest nivîsandîye. Evdilsemed kurê hozan Mensûrê kurê Hesenê kurê Babek e. Leqebê wî Ebûl Qasim (Bavê Qasim) e, li gelek bajaran, cîhên wek Bexda, Nîşabûr, Mûsil û Hamedan xwendiye û gerîyaye...


Behrûz Çemenera

Dr. Behrûz Çemenera (Behrooz Chamanara) li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî qedandina xwendina xwe ya seretayî û navîn a li herêmê, ji bo xwendina bilind berê xwe da Almanyayê da ku li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî û Îranî lêkolînên kûr karibe bike. Di sala 2014an de, wî teza xwe ya doktorayê ya bi navê ‘Şahnameya Kurdî û Wateyên wê yên Edebî û Olî’ (The Kurdish Shahnama and its Religious and Literary Implications) ji Enstîtuya Lêkolînên Îranî ya li Zanîngeha Georg-August a Göttingenê bi serkeftî wergirt...


KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf