logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Bûrhan Sonmez

Nivîskar: Bûrhan Sonmez

Nivîskar Bûrhan Sonmez li gundekî biçûk ya naverasta Tirkiyê ji dayik bûye, ew di wê demê de mezin bû ku bi Kurdî diaxivî lê di fermiyetê de Kurdî qedexe bû, piştre li dibistanê fêrî Tirkî bû. Di salên piştî darbeya leşkerî ya 1980 de ji bo xwendina hiqûqê çû Stenbolê. ji ber çalakiyên demokrasîxwaziyê ji zanîngehê hate avêtin û incex heft sal şûnde mezûn bû. Demekê li Stenbolê wek parêzer xebitî. Tevlî Komeleya Mafên Mirovan bû û TAKSAV(Weqfa Çand û Hunerê ya Lêkolînên Civakî) damezrand. Piştî êrîş û birîndarbûna ji aliyê hêzên polis ve, mecbûr ma here derveyî welat û li Igilîstanê bicih bibe. Bi alîkariya Navenda Azadiyê ji Îşkenceyê ya li Londonê dermankirinek demdirêj wergirt. 

Tevî ku bi helbestê eleqedar bû û li Tirkiyeyê ji bo helbestê xwe du xelat wergirtin, li xerîbiyê destê xwe li nivîsandina romanan gerand. Eleqeya wî bi nivîsandinê, ji ber çîrokên kevneşopî yên ku pê mezin bûye. Tecrûbeya bêhempa bi mezinbûna li gundek dûr û bêyî elektrîkê, xwedîbûna wî bi dayikek çîrokbêj ya jêhatî ji nivîsên wî re bûne îlham û materyal peyda kirine. 

Bûrhan Sonmez nivîskarê pênc romanan e. Romanên wî Kûzey (Bakur-2009), Gunahlar ve Masûmlar(Guneh û Masûm, 2011), Stenbol Stenbol (2015), Labîrent (2018), Taş ve Golge(Kevir û Sî, 2021) ne. Romanên wî li çil û du zimanan hatine wergerandin. 

Li Keyaniya Yekbûyî (Ingilîstanê-2018) Xelata Edebî ya EBRDyê wergirt. Ji Weqfa Vaclav Havel ya li Dewletên Yekbûyî yê Amerîka (2017) xelata "Distirbing the Peace(Astengkirina Aşîtiyê)" stend. Li Tirkiyeyê Xelata Wêjeyê ya Sedat Simavî(2011), Xelata Romana Herî Baş ya Izmîr St. Joseph(2011) stendiye. Xelata Rûmetê ya Çîroka Herî Baş ya BUYAZ(2015) jî stendiye.  

Wekî din, pirtûka helbestê ya William Blake ya bi navê “Zewaca Bihuşt û Dojehê”  wergerandiye Tirkî. Nivîsê wî di rojnameyên cihêreng ên wekî The Guardian, Der Spiegel, La Repubblica hatine weşandin. Endamê juriyê yê Xelata Wêjeyê ya Cevdet Kudret-2014 û Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cenevre-2020 bû. Li Tirkiyê li zanîngeha ODTU mamostetiya wêje û romanê kiriye. 

Bûrhan Sonmez endamê sê navendên PENê ye: PENa Ingilîzî, PENa Kurd û PENa Tirkiyê. Bi salan e endamê rêvebiriya PENa Navneteweyî bû. Di hilbijartina 20-22.09.2021ê de jî bû serokê PENa Navnetewî. Geh li Stenbol û geh li Cambridgeyê dijî. 

Hin nivîsên têkildar

Evdilsemedê Babek

Evdilsemedê Babek(972- 1019) helbestvan û nivîskarek Kurd e, yek ji yê ku herî pêşî bi zimanê Kurdî, bi zaravayê Kurmancî helbest nivîsandîye. Evdilsemed kurê hozan Mensûrê kurê Hesenê kurê Babek e. Leqebê wî Ebûl Qasim (Bavê Qasim) e, li gelek bajaran, cîhên wek Bexda, Nîşabûr, Mûsil û Hamedan xwendiye û gerîyaye...


Behrûz Çemenera

Dr. Behrûz Çemenera (Behrooz Chamanara) li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî qedandina xwendina xwe ya seretayî û navîn a li herêmê, ji bo xwendina bilind berê xwe da Almanyayê da ku li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî û Îranî lêkolînên kûr karibe bike. Di sala 2014an de, wî teza xwe ya doktorayê ya bi navê ‘Şahnameya Kurdî û Wateyên wê yên Edebî û Olî’ (The Kurdish Shahnama and its Religious and Literary Implications) ji Enstîtuya Lêkolînên Îranî ya li Zanîngeha Georg-August a Göttingenê bi serkeftî wergirt...


KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf