logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

× Navdarên Kurdistan Dînên li Kurdistan Amûrên Muzîkê Muzîka Kurdî Dengbêjî Berhemên Çandî û Hunerî Çek û Libsên Kurdan Orf û Adetên Kurdan
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Yekbûn

Nivîskar: Mihyedîn Nahrîn

Yekbûn; bestekar, sazkar, stranbêj û produktor e. Di 17ê Adara 1979an de li Stenbolê ji dayik bûye. Wek malbat ji Mêrdînê ne, biçûka 6 xwîşk û bira ye. Di malek ku hertim sin’etkarê weke Aram Tîgran û Miradê Kinê guhdarî dikirin mezin bûye. Di sala 1989an bi awayekî amatorî dest bi mûzîkê kiriye, dema li Stenbolê Navenda Çanda Mezopotamya vebûye, êdî xebatên xwe li wir berdewam kiriye. Heta sala 1997an bi “Koma Çîya” re di gelek şev, şahî, konser û organizasyonan de bi awayekî aktîf xebitîye.

Li Zanîngeha Marmara ya Stenbolê di beşa Mamostatîya Mûzîkê de perwerdehîya deng xelas kiriye. Di sala 2002yan de bi yekemîn berhema xwe ya solo ya bi navê “Nîrwana” derket pêşberî hezkirîyên xwe. Di vê navberê de tevlî gelek xebatên hunerî bûye. Bi mûzîk û vokalîstîya xwe tevlî xebatên rêzefilmên “Ihlamûrlar Altinda”, “Esîr Kalpler û Asî” bûye, reklam û jenerîkên mûzîkan amade kiriye. Ji bo komek dansê, muzîkên taybet jî amade kirine. Berhema wê bi xwe jî di nav de ji gelek berhemên hûnerî re muzîksazî (aranjor) kiriye.

Di sala 2007an de duyemîn berhema wê ya hunerî bi navê “Kejê” derket. Ji bo hinek stranan (Were Were, Xwezî Dîsa, Esîr Kalpler, Kejê, Yar Eman, Nikarim, Haro Baso, Şervana Kurd im,) klîp kişandine.

Ji bo televîzyona Zagros Tv li bernameya “Mêvan Show” derhêneriya muzîkê kiriye. Di Trt Kurdî de bernameya pêşbazîya dengî ya bi navê “Strana Xwe Bêje de wek jurî cîh girtiye.

Ser navê Kurdistanê li Festîwala Pusan li başûrê Korea bi stranên xwe beşdar bûye.

Di sala 2013ê de berhemek ji bo zarokan bi navê “Zarok amade kiriye. Albumek din bi navê “Dilop” derxistiye û ji bo albumê klîbek kişandiye.


ÇAVKANİ

https://candname.com/dengek-efsuni-ji-zaroktiya-min-yekbun/

Hin nivîsên têkildar

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf


Hûtî Aslan

Hûtî Aslan dibistana seretayî û ya navîn li Nisêbînê, xwendegeha ji bo huner jî li bajarê Edirne (bajarekî Tirkîye ku li ser sînorê Bulgarîa cîh girtîye) xwendîye. Ji bo zankoyê bixwîne di serê sala 1970yî de çûye Almanyayê û perwerdeya xwe ya endezyarîyê û mastira xwe jî li Almanyayê qedandîye. Bi Kurdî, Tirkî û Almanî zane. Di xwendegeha navînê de dest bi nivîsandina helbesta kirîye....


Manî Pêxember

Manî Pêxember

Yek ji dînên girîng yê dîroka dînên dinyayê Manîyî ye, Manîyî ji alîyê pêxember(peyamber) Manî ve hatîye belavkirin. Manîyî dîneke gerdûnî ye, yanî ji hemû insanan re ye, armanca vî dînî insana ji xerabîyê dûr bixe û wan biparêze. Manî yê weke Peyamnêrê Ronahiyê jî hatîye binavkirin, di derbarê felsefe û ramanê xwe de pirtûk nivîsandine, wêne çêkirine, ji bo belavkirina vî dînî alîgêrên xwe şandîne gelek welatan; pirtûkên wî wergerandine gelek zimanan; loma di demeke kin de li çar alîyê dinyayê şopdarên wî zêde bûne...