logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

× Lêkolîner Nivîskar Helbestvan
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Samî Tan

Nivîskar: Samî Tan

Samî Tan di sala 1965an da li gundê Axçelîyê yê bi ser navçeya Kolikê ya Semsûrê ve çavên xwe li vê cîhana gewrik vekirine.  Xwendina xwe ya seretayî, navincî û amadehî li bajarê Mersînê kuta kiriye. Di sala 1986an da li Zanîngeha Bogazîçî di beşa dîrokê da dest bi xwendina bilind kiriye. Lê belê ew beş nîvçe hiştiye, di sala 1992yan da pêşî bi pardemî li Rojnameya Yenî Ulkeyê, paşê di tîrmeha1993yan da bi awayekî profesyonel di Rojnameya Welat da dest bi rojnamegerîya kurdî kiriye. Piştî girtina rojnameya Welat, di beşa nûçeyên cîhanê ya Rojnameya Ozgur Ulkeyê da xebitiye. Di rojnameyên Welatê Me û Azadîya Welat da wekî edîtor xebat kiriye. Ji sala 1997an heta 2005an wekî gerînendeyê giştî û sernivîser di rojnameya Azadiya Welat da xebat kiriye.  Gotarên wî di gelek rojname û kovarên kurdî da hatine weşandin. 

Di sala 2002yan da wekî serperiştê beşa kurdî û berpirsê karê nivîsaran ê Ajansa DÎHAyê kar kiriye. Ji sala 2007an heta 2016an  wekî rêveber û serok di Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê da xebatên lêkolînî û akademîk pêk anîne. Di kovara Zendê da bi dehan gotarên wî yên lêkolînî hatine weşandin. 

Tan derçûyê beşa Ziman û Wêjeya Farisî û Beşa Zimannasîyê ya Zanîngeha Stenbolê ye.  Her wiha di 2016an da jî li Zanîngeha Artûklûyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî da lîsansa bilind a bitez kuta kiriye.

Berhemên Samî Tan:

1-     Waneyên Rêzimanê Kurmancî -2000

2-     Şer Giran e, Ne Karê Henekan e- 2003

3-     Rêzimana Kurmancî-2015

4-     Analîza Du Xebatên Destpêkî yên Rêzimana Kurmancî- 2019 (Teza Lîsansa Bilind)

5-     Seta pirtûkên fêrkirina kurmancî: Hînker û Hînker Kurmancî (Tevî Ronayî Onen)

Werger û Edîtorî

1-      Manîfestoya Partîya Komunîst

2-      Kapîtal Manga

3-      Pirtûka gotarên “Konferansa Zimanê Kurdî” (Amadekar)

Hin nivîsên têkildar

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf


Hûtî Aslan

Hûtî Aslan dibistana seretayî û ya navîn li Nisêbînê, xwendegeha ji bo huner jî li bajarê Edirne (bajarekî Tirkîye ku li ser sînorê Bulgarîa cîh girtîye) xwendîye. Ji bo zankoyê bixwîne di serê sala 1970yî de çûye Almanyayê û perwerdeya xwe ya endezyarîyê û mastira xwe jî li Almanyayê qedandîye. Bi Kurdî, Tirkî û Almanî zane. Di xwendegeha navînê de dest bi nivîsandina helbesta kirîye....


Seyîd Mihemedê Şemzînî

Seyîd Mihemed, kurê Seyîd Abdulqadirê Şemzînî ye û sala 1879an li gundê Nehrî ya Şemzînanê ji dayik bûye. Ji ber tevgera sala 1880yî ya Şêx Ûbeydulayê Şemzînî, malbat bi giştî ji alîyê desthilatdarîya Osmanî ve hatine nefîkirin ji bo bajarê Hîcazê. Salên ciwanî û xortanîya wî li cî û warên bîyanî yên nefîkirinê derbas bûne. Perwerdeyîya xwe ya sereke di medreseyên terîqeta Neqşebendîyê de temam kirîye...