logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

× Navdarên Kurdistan Dînên li Kurdistan Amûrên Muzîkê Muzîka Kurdî Dengbêjî Berhemên Çandî û Hunerî Çek û Libsên Kurdan Orf û Adetên Kurdan
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Rûnak Resûlpûr

Rûnak Resûlpûr

Hunermend û wênesaza Kurd Rûnak Resûlpûr, sala 1978ê li Mahabadê ji dayik bûye. Li bajarê Ûrmiyeyê di zanîngehê de beşa grafîk û dîzaynê qedandiye. Du salan li kovara Mahabadê weke dîzaynêr kar kiriye. Demekê di dibistanê de mamostetiya resîmê ya zarokan kiriye, lê ji ber ku bi Kurdî ders dane, mahne lê kirine û dawî li kare wê anîne.

 

Dûra ji rojhelat penaberî başurê Kurdistan bûye û 11 salan li wir jiyane. Sala 2008a li Zanîngeha Silêmaniyê Beşa Seramîkê ya Akademiya Hunerê xwendiye. Li Başûrê Kurdistanê dîzayna gelek bergên pirtûkan, logo û afîşan çêkiriye. Di hin filman de weke dîzaynêr kar kiriye û her wiha di filmê “Mandû” yê Îbrahîm Sîedîyî de weke dîzaynera cil û bergan kar kiriye. Di sala 2014a de tê Amedê û heya 2018a li wir dijî. Bêhtir li ser wêne, pirtûkên zarokan û anîmasyonan kar dike. Heta niha wêneyên zêdeyî 20 pirtûkan û hin anîmasyon amade kirine. Di sala 2018an de tev hevjînê xwe Seywan Saedian koçî Swêdê dikin û niha li vir dijîn.

 

Dê û bavê Rûnak Resûlpûr jî wêne çêker bûne û destek dane zarokê xwe jî ji bo pêşketina wan. 2 birayê Rûnak Resûlpûr jî grafîkerê serkeftî ne. Ji ber ku meyla wê li ser hebû, ji dema lîse ve dest bi kare grafîkeriyê kiriye û her berdewam e di hunera xwe de. Dema li Amedê, di 2017an de pêşangeha wêneyên xwe vekiriye û dahata vê pêşangehê ji erdhejzedeyên Kîrmanşanê re şandiye. Niha jî li weşanxaneyek Kurdî ya li Swêdê grafiker-dîzaynerîyê dike, di ber re jî karê hunera xwe yê taybet didomîne.


ÇAVKANİ

https://pasariartproduction.com/illustration-3/

https://www.youtube.com/watch?v=EljHbbYP-58

Hin nivîsên têkildar

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf


Hûtî Aslan

Hûtî Aslan dibistana seretayî û ya navîn li Nisêbînê, xwendegeha ji bo huner jî li bajarê Edirne (bajarekî Tirkîye ku li ser sînorê Bulgarîa cîh girtîye) xwendîye. Ji bo zankoyê bixwîne di serê sala 1970yî de çûye Almanyayê û perwerdeya xwe ya endezyarîyê û mastira xwe jî li Almanyayê qedandîye. Bi Kurdî, Tirkî û Almanî zane. Di xwendegeha navînê de dest bi nivîsandina helbesta kirîye....


Manî Pêxember

Manî Pêxember

Yek ji dînên girîng yê dîroka dînên dinyayê Manîyî ye, Manîyî ji alîyê pêxember(peyamber) Manî ve hatîye belavkirin. Manîyî dîneke gerdûnî ye, yanî ji hemû insanan re ye, armanca vî dînî insana ji xerabîyê dûr bixe û wan biparêze. Manî yê weke Peyamnêrê Ronahiyê jî hatîye binavkirin, di derbarê felsefe û ramanê xwe de pirtûk nivîsandine, wêne çêkirine, ji bo belavkirina vî dînî alîgêrên xwe şandîne gelek welatan; pirtûkên wî wergerandine gelek zimanan; loma di demeke kin de li çar alîyê dinyayê şopdarên wî zêde bûne...