logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Dîroka Olî(Dînî) Eşîretên Kurdan Mîrekiyên Kurdan Dewletên Kurdan Bermahiyên Dîrokî Dîroka 1000 Sala Dawî Dîroka Piştî Zayînê (P.Z.) Dîroka Berî Zayînê (B.Z.) Kolanên Arkeolojîk
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
KOMKUJÎYA SIRÛCÊ

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

KOMKUJÎYA SIRÛCÊ

 

Di sala 2011an de şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kiribû. Wan salan li gelek dewletên Rojhilata Navîn serhildan çêbûn û bi navê Buhara Ereban xelk li hember rejîma hebû derdiket da ku pergaleke nû ava bikin.

Di 13ê Îlona 2014an de, li gundewarê bajarê Kobanê yê di bin kontrola Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de, çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) dest bi êrîşê kirin. Di 5ê Cotmehê de, DAIŞ kete bajarê Kobanê û piraya xelkê koçber bû. Bi berxwedanek bêhempa û bi alîkarîya Dewletên Hevpeyman yê weke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Fransa… û hêzên peşmerge yê ji Başûrê Kurdistanê hatin, piştî çend mehan Kobanê hate rizgarkirin. Adara 2015an tev gundê derdorê ji DAIŞê hatibû paqijkirin lê ji %70yî bajarê Kobanê bibû kavil.

Ev berxwedan, bi riya medya civakî û teknîka heye li dinyayê tevî bela bibû û deng vedabû, ji çar alîyên cîhanê alîkar çûbûn wir, da ku parastina Rojava û Kobanê bikin û bi sed hezaran hevgirên navneteweyî nîşan dan ku ew li kêleka gelê Kurd in. Komek akademîsyen, nivîskarên xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê, komek parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl 1ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê ragihandin.

Di van rojên ku Kobanê ji çeteyên DAIŞê hatibû paqijkirin lê bajar serûbinî hevdû bibû, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (bi Tirkî Sosyalîst Gençlîk Derneklerî Federasyonû-SGDF) bi Diruşma "Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin." dest bi kampanyakê kirin. SGDFê li ser armanca xwe ya çûyîna Kobanê vîdeoyek amade kiribûn û bela kiribûn. Hevserokê SGDFê Oguz Yuzgeç di vîdeoyê de wiha digot:

“Yek ji xebata ewil ya em bikin, înşakirina Kobanê ya fîzîkî ye. Ji ber ku bajar bûye xirbe, berî her tiştî gerek ew xirbe bêne paqijkirin û ji nû ve bê avakirin. Cara ewil e wê komek wilo xilbe bi vê armancê here Kobanê û dest bi avakirinê bike. Loma ev girîng e, berî her tiştî gerek em bajêr ji wan xirbeyan paqij bikin û ji nû ve avakirinê re amade bikin. Belkî em molozan bidin hev, belkî em hin cihan ava bikin, yanî karê înşakirinê li ber me ye. Gerek pêşî em lezê bidin avakirina nexweşxaneyan û dibistanan, ji bo ku jiyan ji nû ve li wir karibe bi rê ve here. Yanî peywira heyeta me ya herî pêşî ev e. Wê hin xebatên taybet jî hebin, wek çêkirina parkê zarokan; ji bo nav jî me got em navê Emre Aslan li parka zarokan bikin yê ku dema li Kobanê şer kir şehît ketibû.

Me kampanyeke xurt dest pê kirîye, ji her derê Tirkî û Kurdistanê xelk xwedî li vê kampanyayê derdikevin, me gelek pêlîstokên zarokan, malzemeyên parka zarokan dane hev… Belkî ev ne xebateke giran e lê em difikirin ku wê bibe sembola nirxeke girîng. Em difikirin, parka zarokan a ku em ê ava bikin dê bişibihe pira ku gelek sal berê ji alîyê Denîzan ve li ser çemê Zapê wek pira xortan, pira aşîtîyê hate çêkirin, ev park jî wê girîngîyeke wê ya sembolîk hebe.

Cihekî din yê ku dane me kreş e, Kantona Kobanê avahîyeke ku ji bo kreşekê difikirin spartin me, ji bo ji nû ve ev bê bikaranîn em difikirin tê de bixebitin. Ji bo pol bêne amadekirin, bexçeyê wê bê çêkirin, em tevde ji vê berpirsyarin. Loma kesên ku zanin wêneyên xweşik çekin em dawet dikin ku bên li dîwarê kreşê resima çekin, têxin awayê ku bê bikaranîn. Gelek pêdivî bi kesên xwedî perwerdeya pedagojîk heye, di vê xebata me ya taybet de.”

Derdora 300 kesî, piraya wan ciwan û xwendekarên zanîngehê bûn ji bo bibin alîkar da ku Kobanê ji nû ve bê avakirina, ji bajarên cuda li navçeya Sirûcê(Pirsûsê-navçeya Rihayê) li hev kom bûn, tevda dixwestin li Kobanê xirbeyan paqij bikin, parken zarokan, dibistan, nexweşxane, pirtûkxane û daristanan çêbikin. Ciwanên ku hin ji wan bi pêlîstok û pirtûkan bi rê ketin ji gelek bajaran hatibûn Sirûcê ya ku Kobanê li miqabil disekinî û tenê bi sînor ji hev hatibûn veqetandin, plan kiribûn di 19-24ê Tîrmehê de li Kobanê bimana. 19ê mehê qeymeqamîya Sirûcê destûrê nade ku derbasî Kobanê bibin. 20ê mehê ciwanan, li Navenda Çandê û Hunerê ya Amara ya li navenda Sirûcê civîneke çapemenîyê li dar xistin, tam di wê demê de di nîvê rojê de seet li dor 12an êrîşeke bombeyî pêk hat. Di encama êrîşa xwekujîyê de, tev birîndarên ku dûra jiyana xwe ji dest dan 33 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 jê pir giran zêdeyî 104 kesan jî birîndar bûn. Êrîşkarê bi navê Abdurrahman Alagoz jî, yê bimbe bi xwe de teqandin li cihê bûyerê perçe bû. Birayê wî Yûnûs Emre Alagoz jî di Komkujîya Îstasyona Trenê ya Enqereyê ya 10ê Cotmeha 2015an de bimbe bi xwe de teqandin û bû sebebê kuştina 104 kesan û nêzîkî 500 kesî birîndar bûn.

Yek ji kesê ku ji bûyerê filitî Tûnahan Tûrhan wisa qala bûyerê kirîye: "Ji bajarên wekî Stenbol, Enqere û Entabê em wekî komên 20 kesî hatin Sirûcê. Di ketina Sirûcê de polisan lêgerîn pêk anîn. Du hevalên me hatin binçavkirin. Paşê em wekî komên biçûk çûn Navenda Çandê. Pêşî dengê teqînek biçûk hat, ya mezin paşê hat."

Yek ji kesên ji bûyerê filitîye Mûrat Akdag jî wisa gotîye: "Saet li dor 12an, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê me civîn çêkir. Li bexçeyê li dor 150 kesî hebû. Dema me daxuyanî dixwend teqîn çêbû. Me ferq nekir êrîşeke întîxarî ye yan na."

Ji ber ku bi destûr hatibûn wir, helbet hewce bû ewlehîya wan ji alîyê dewletê ve bihata parastin. Cihê buyerê nêzîkî qereqolê bû, di nîvê bajêr de bû, lê li gor vegotinên şahidan di girtina ewlehîyê de sistayîk hebû. Ku em rewşa sîyasî ya wê demê binîn ber çavan belkî rewş baştir bê fêmkirin. Piştî hilbijartina giştî ya Tirkiyeyê ya 7ê Hezîrana 2015an ya ku hukûmet qels ket, li Tirkîyê kaosek mezin derket û gelek komkujî pêk hatin. Komkujîya Îstasyona Trenê ya Enqerê ya 10ê Cotmeha 2015an, komkujîya herî mezin a dîroka 100 salî ya Tirkîyeyê bû. Êrîş hatibû ser "Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê" û 104 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, nêzîkî 500 kesî jî birîndar bibûn û hin ji wan seqet man. Berî hilbijartinan bi du rojan êrîşeke bombeyî li mîtînga hilbijartinê ya Partîya Demokratîk a Gelan li Dîyarbekirê pêk hatibû. Di êrîşê de, ya 5ê Hezîrana 2015an pêk hat, 5 kes hatin kuştin û zêdetirî 400 kesî jî birîndar bûn.

Piştî êrîşa Sirûcê êvarî û rojên bi dû de li gelek bajar û navçeyan weke Stenbol, Enqere, Îzmîr, Sêrtê, Farqînê, Amedê, Bûrsa, Hatay, Denîzlî, Antalya, Îzmît, Qeyserî, ‘Entabê, Çorlû, Êlih, Mêrsîn û Çanakkale çalakîyên protestoyî hatin lidarxistin, di hin çalakîyan de di navbera polîs û xwepêşanderan de pevçûn derketin. Di van pevçûnan de li Mêrsînê Bulent Ecevît Gungor[23], li Nisêbînê Seyithan Dede[24] û polîsek bi navê Mûhammet Fatîh Sîvrî li Taxa Gazîyê hatin kuştin. Endamê DHKP/C Gunay Ozaslan li Bagcilara Stenbolê di pevçûna bi polîsan re hat kuştin. Du roj piştî êrîşa Sirûcê, du polîs jî li Ceylanpinarê hatin kuştin. Di van rojan de dewletê li gelek parêzgehan operasyon li dar xistin û zêdeyî 1000 kesî hatin binçavkirin. Bi van bûyer û kirinan Pêvajoya Aştîyê, ya ku ji sala 2009an ve berdewam dikir jî bi dawî bû.

Yekem rûniştina doza Komkujîya Sirûcê, 21 meh piştî komkujîyê dest pê kir û sê bersûc tê de hebûn, Denîz Buyukçelebî û İlhamî Balî firar bûn, tenê yek ji wan yê bi navê Yakûp Şahîn girtî bû. Yakûp Şahin, di heman demê de yek ji gumanbarên êrîşa li Îstasyona Trenê ya Enqereyê bû. Di dawîya 2021ê de 34 caran cezayê muebetê yê girankirî, 1900 sal û 40,000 TL cezayê pereyan lê hat birîn. Yanî hemû ceza li yekî bar kirin.

Heya niha ji bo vê bûyerê gelek çalakî hatin lidarxistin, bernameyên bîranînê hatin çêkirin, mezelê kesên hatibûn kuştin hatin zîyaretkirin, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst daxuyanî dan, Însiyatîfa Malbatên Sirûcê her û her ketin pey heq û hiqûqê û di piraya van çalakîyan de polisan mudahale kirin û pirsgirêk derketin. Li gor parêzerên malbatên ku zarokên wan di bûyerê de canê xwe ji dest dan, berpirsên rastîn ên komkujîyê nehatine eşkerekirin û nehatine darizandin. Wekî din hevkarîya DAIŞ û dewletê anîne ziman. Rewşa İlhamî Balî wek mînak didin, dibêjin: “Derket holê ku di dema ji ber doza Komkujîya Sirûcê lê digeriyan. Îlhamî Balî, li nexweşxaneya dewletê ya li Cîhanbeylî ya Konyayê dihat dermankirin, Her wiha li otêlekê li Enqerê bi efserên îstîxbaratê re civiyaye.” Hat tespîtkirin ku yê bi navê Abdûllah Omer Arslan jî berê hatîye cihê bûyerê saxtî kirîye, piştî bûyerê xelkê ew zep kirîye, lê polisa dûra ew berdaye û mehkemekirina wî jî betal kirine. Fikara di nav xelkê de ya herî li pêş ew e ku, heger berpirsyarên dewletê bi qasî ku hewce dikir li ser bûyera qetlîama Amedê bisekinîna Komkujîya Sirûcê çênedibû, heger li ser Komkujîya Sirûcê bisekinîna wê Komkujîya Îstasyona Trenê ya Enqerê ya 10ê Cotmehê 2015an nediqewimî. Hetta 32 roj berîya bûyerê, îstîxbarat ji Midûriyeta Polîsan a Sirûcê re hatibû ku ev êrîş wê were kirin, gelo çima ber negirtin?

Di dema bûyerê de jî rewşê dûrî aqila derketine holê. Piştî êrîşê, polîsên tevgera taybet kolana li ber Navenda Çanda Amara girtine û rê nedane ku ambulans derbas bibin. Polîsan her wiha li ser birîndarên saxmayî gaza bîberê bi kar anîne. Dîlek Şeker, a ku bavê xwe di êrîşê de winda kir, gotîye, "Heger wan destûr bidaya ku ambulans derbas bibe, dibe ku bavê min hîn jî sax bûya."

Lê ji alîyê din ve malbatên kuştîyan hatin binçavkirin, hatin girtin û hepiskirin; hin tirbên kuştîyan hatin tehrîbkirin. Pîskolojîya gelek malbatan xera bû, jixwe yê li wir tevde bi dîtina bûyerê, bi dîtina perçê insanan yê belavbûyî wê her û her bi pirsgirêk bin…

Gora Suleyman Aksû ya li Geverê heft caran hatîye xerakirin. Tevî ku li ser vê êrîşê di 25ê Nîsana 2019an de gilî hatîye kirin, li dijî kesên ku gor wêran kirine tu hewldan çênebûne û tu tedbîr nehatine stendin.

Di derbarê vê komkujîyê de, gelek nivîs di rojname û kovaran de, di malperan de hatîye belakirin, pirtûk hatine nivîsandin.

Wek ku diya Veysel Ozdemîr yek ji yên jiyana xwe ji dest dan, Rebîa Xanim di roportaja bi Semra Yansît re ya 20ê Temmûz 2022yan de gotîye, “Xeyalên ew kesên çûn Sirûcê tevda hebûn û tevda ji bo dinyayek baş ava bikin li wir bûn” Lê mixabin encam bû felaket. Gerek mirov ji xwe bipirse, evqas insanê hêja û xwedî nêtên paqij çima tên kuştin?

 

HIN AGAHÎ DI DERBARÊ 33 KESÊN JIYANA XWE JI DEST DAN

 

Serhat Devrîm

Serhat Devrîm(19 salî) di sala 1996an de li Mûşê ji dayîk bû. 14 salî diçe Stenbolê, li Okmeydani ya Stenbolê dijiya, Beşdarî Berxwedana Gezîyê bibû, gelek caran hatîye binçavkirin. 15 rojan li nexweşxaneyê nobedarî li Berkîn Elvan kirîye, yê ku di bûyerên Gezîyê de ji alîye polisan ve birîndar bibû û dawî jiyana xwe ji dest da. Pir ji insanan, ji jiyanê hez dikir û dixwest bi belengazan re bibe alîkar. Serhildêr bû, li himber neheqîyan bêdeng nedima. Li welatê wî Mûşê spartin axê.

 

Mucahît Erol(Evrîm Denîz Erol)

Mucahît Erol 19 salî bû. Ew jî ji Mûşê bû. Li Zanîngeha Harranê di Beşa Muzîkê xwendekarê pola yekemin bû. Wî navê Evrîm Denîz Erol bi kar dianî. Li Mûşê spartin axê.

Diya Evrîm Denîz Erol, Besra Xanim, ji ber axaftina xwe ya li ser gora lawê xwe, di 30ê Nîsana 2019an de bi tohmeta "propagandaya rêxistina terorîst" hate girtin. 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn; pêşî birin Girtîgeha Mûşê û piştre şandin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Elezîzê. Di Kanûna 2024an de biryar hat dan ku bê berdan lê bi hinceta bersivên wê yên ji bo pirsên wekî "Ma tu poşman î?" û "Çima tu bi girtîyên siyasî re dimînî?" berîya berdana wê dabûn, Rêveberî û Lijneya Çavdêrîyê ya Girtîgeha Jinan a Girtî ya Elezîzê, berdana wê şeş mehan hat paşxistin. Besra Erol, ku di girtîgehê de pirsgirêkên tenduristîyê yên cidî dijî, di pirsyana cara duyemîn de jî red kir ku daxuyanîyek poşmanîyê pêşkêş bike, berdana wê şeş mehên din hate paşxistin. Di gel lawê wê hate kuştin, bi dû de ev ezîyet jî kişandin.

 

Nazli Akyurek

Nazli Akyurek a 22 salî tev malbata xwe li Sakaryayê diman lê ji Amedê ne. Lîseya Anadolûyê ya Ataturk ya Karasû qedandibû. Li Zanîngeha Kocaelîyê xwendekara Beşa Hiqûqê bû. Li vir beşdarî xebatê ESP(Ezîlenlerîn Sosyalîst Partîsî - Partîya Sosyalîst a Bindestan) bû. Hevala wê Nûray Koçan ku di heman zanîngehê de bûn, bi hev re jiyana xwe ji dest dan. Herdu jî endamên Platforma Hiqûqnasên Din bûn, ya ji alîyê xwendekarên Zanîngeha Kocaelî ve hatîye damezrandin. Li Amedê spartin axê.

 

Osman Çîçek

 

Osman Çîçek di sala 1992yan de ji dayîk bibû(22 salî bû), ji Sirûcê bû. Osman li servîseke otomobîlan a taybet dixebitî. Ew û Kasim Deprem ji zarotî ve heval bûn, li gor malbata wan dibêjin, tu carî ji hev qut nebûne û dawî li Sirûcê li cem hev hatin definkirin.

 

Mûrat Yûrtgul

Mûrat Yûrtgul di sala 1991ê de li Qoserê/Mêrdînê ji dayik bû, bi eslê xwe ji gundê Qizilê (Boyaklı) ya Dêrikê ye. Wî bi hevalê xwe Emrûllah Akhamûr re yê ku di heman demê de hate kuştin Dibistana Seretayî ya Cumhurîyetê xwendîye. Piştre li Lîseya Anadolu ya Qoserê qeyd bû, ji wir di sala xwe ya dawî de derbasî Lîseya Ataturk a Qoserê bû. Ew û Emrullah bi hev re mezûn bûn.

Li Zanîngeha Arel a Stenbolê xwendekarê pola dawî ya Beşa Derûnînasîyê bû. Yûrtgul di heman demê de li zanîngeha xwe serokê Kuluba Mafê Mirovan û Demokrasîyê bû. Di Komeleya Civaka Sivîl de ji bo girtîyên ku cezayê muebbetê xwarine dibû alîkar. Ji bo destekê bide zarokên ku di bin bandora şer de mabûn dixwest here Kobanê.

Hevalên wî wî wiha didin naskirin: "Li zanîngehê xwe baş bi pêş xist. Bêyî ku pirtûkan bixwîne nikarîbû bisekine. Heta zorî dida kesên li dora xwe ji bo pirtûkan bixwînin. Wî qedirdayîna jiyana mirovan, hesta hevkariyê, dilovanî, hezkirin û avakerî wekî erk didît. Her gav jirêzêbûn û pasîfbûna pergala perwerdehîyê rexne dikir."

Mûrat Yûrtgul û hevalê wî Emrûllah Akhamûr li Qoserê li ba hev veşartin.

 

Ferdane Kiliç

Ferdane Kiliç û kurê wê Nartan Kıliç

Endama PMyê ya HDPê Ferdane Kiliç, kurê wê Nartan Kıliç û keça wê Sinem Kiliç bi hev re çûbûn Sirûcê. Ferdane Kiliç û kurê wê Nartan Kiliç di encama êrişê de hatin qetilkirin û keça wê Sînem Kiliç jî birîndar bû. Hevserê Ferdane Kiliç, Metîn Kiliç, di hilbijartinên giştî de namzetê parlamenterîya HDPê yê Bûrsayê bû.

Ferdane Kiliç di sala 1960î de li gundê Mezît ê Înegolê ji dayik bûye. Piştî ku beşek ji zarokatîya xwe li gund derbas kirîye, ew û malbata xwe çûne Bursayê û li wir jiyaye.

Di ciwanîya xwe de di komeleyên Çerkezan de çalak bû. Hewl daye ku jiyanek li gorî kevneşopîyên Çerkezan bidomîne. Di sala 1988an de bi Metîn Kiliç re zewicîye ku bi hev re di Komeleya Çerkezan a Bursayê de çalak bûn. Du zarokên wan çêbûn, Nartan û Sînem.

Ji bilî çalakîyên neteweyî û çandî, beşdarî siyaseta demokratîk û têkoşîna jinan jî dibû. Di komîsyonên jinan û lijneyên rêveberîyê yên komeleyên Çerkezan de xizmet kir. Bi Komeleya Jinên Kedkar (EKD) re dest bi beşdarîya xwe ya çalak di têkoşîna jinan de kir û paşê beşdarî damezrandina Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) bû.

Bû berdevka Meclîsên Jinên Sosyalîst li Bûrsayê. Beşdarî damezrandina Partîya Sosyalîst a Bindestan bû. Ew di damezrandina Kongreya Demokratîk a Gelan û paşê Partîya Demokratîk a Gelan de cih girt. Weke jineke Çerkez di Meclîsa Partîya HDPê de jî cih girt. Di hilbijartinên herêmî de bû namzetê hevşaredarê HDPê yê Şaredarîya Bursa-Nîlûferê.

 

Nartan Kılıç
 

Di sala 1991ê de li Bursayê ji dayik bû. Piştî ku xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Bursayê qedand, ji bo zanîngehê çû Rûsya-Nalçîkê, bakurê Kafkasya. Li Zanîngeha Dewletê ya Kabardîno-Balkaryayê li Fakulteya Endezyarîya Avahîyê xwend.

Pir dixwend û lêkolîn dikir, bi taybetî bi ceribandinên sosyalîst re eleqedar bû. Koleksiyonek wî ya mekîneyên fotografan hebû. Wênekêşan û siwarbûna hespan di nav hobîyên wî de bûn. Her wiha hewl dida ku senaryoyan binivîse.

Tevlîbûna dê û bavê wî di komeleyên Çerkezan de bû sedem ku ew ji zarokatîyê ve beşdarî çalakîyên komeleyê bibe. Endamê koma folklorê ya Komeleya Çerkezan a Bûrsayê bû û piştgirî da çalakiyên wê yên civakî.

Di salên lîseyê de beşdarî kampên havînê bû yên ku ji hêla Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ve dihatin organîzekirin. Piştî banga rêveberîya Kobanê ji bo ji nû ve avakirina bajêr, ew û malbata xwe li ser pêwîstîya hebûna li wir nîqaş kirin. Piştî banga Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst, "Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin," ew bêyî dudilîyê dest bi rêwîtîya xwe ya ber bi Kobanê ve kir.

 

Hatîce Ezgî Sadet

Hatîce Ezgî Sadet di sala 1995an li Stenbol ji dayîk bûye(20 salî bû), bi heslê xwe ji Sîwasê ye.

Li Zanîngeha Mîmar Sînanê xwendekara Beşa Dîroka Hunerê bû. Beşdareke çalak bû di kampanyaya hilbijartinên giştî yên HDPê û têkoşîna demokratîk a akademîk a ciwanan de.

Hatîce Ezgî Sadet û Polen Unlu pir hevalên nêzîk bûn û bi hev re çûbûn Sirûcê, di dema teqandinê de jî li ba hev bûn. Loma malbatê wan nexwestin wan ji hev veqetînin û biryar dan herduyan li cem hev veşêrin. Herdu li Mezelê Ihlamûrkuyu ya Umranîye/Stenbol spartin axê.

 

Suleyman Aksû

Suleyman Aksû di sala 1990î de li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji dayik bûye. 10 xwişk û birayên wî hene. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Geverê qedandîye. Lîseya Anadolû ya Geverê beşa Îngilîzî qezenc kir. Piştî wê Zanîngeha Çûkûrovayê Beşa Mamostetîya Îngilîzî qedand. Li Lîseya Anadolû ya Şemsettîn Onay mamosteyê Îngilîzî bû. Li Geverê hatîye veşartin. Wek gelek tirbên din ya wî jî heya niha heft caran hatîye tehrîbkirin.

 

Alîcan Vûral

Alîcan Vûral ê 19 salî di 16ê Adara 1996an de li Samsûnê ji dayîk bûye. Ji zarotîya xwe ve bi karê xwe jîyana xwe didebirand. Ji dema lîse ve ket nav tevgera şoreşgerîyê. Li Samsûnê li Zanîngeha 19 Mayisê xwendekarê Beşa Zanistîyên Siyasî û Rêveberîya Giştî bû. Endamê ESPê bû. Cenazeyê Alîcan Vûral li Orduyê spartin axê.

 

Alper Sapan

Alper Sapan 20 salî bû û ji Giresûnê bû. Li Zanîngeha Eskîşehîr Anadoluyê xwendekarê Beşa Felsefeyê bû û di heman demê de endamê Înîsiyatîfa Anarşîyê ya Eskişehîrê bû. Alper Sapan di 24ê Gulana 2014an de redkirina xwe ya wijdanî ragihandibû: "...Ez ê têkoşîna xwe ya ji bo cîhanek bê sînor, bê çîn, bê sirgûn, heta dawîyê, li dijî hemû hêzên ku mirinê pîroz dikin û sînorên çêkirî diafirînin, bidomînim. Ez ê ji bo kesî nemirim, ez ê ji bo kesî nekujim. Ez mîlîtarîzmê ji bo jiyanê red dikim, ne ji bo mirinê."

 

Koray Çapoglû

Koray Çapoglû 32 salî bû û ji Ofê-Trabzonê bû. Endamê Komeleya Trabzonsporê ya Şoreşger bû. Di gelek çalakîyên weke Gezîyê, Parastina Valîdebage, bîranîna Hrant Dînk, li dijî santrala nukleerî… cih digirt. Damezrîner û rêberê Komeleya Trabzonsporê ya Şoreşger Vahap Guven jî yê ji Mêrdînê lê li Trabzonê mezin bibû, di 2014an de dema li hember DAÎŞê şer dikir canê xwe ji dest dabû.

 

Okan Pîrînç

okan pirinç4

Okan Pîrînç di sala 1997an li gundê Hancagiz a Samandag-Hatayê ji dayîk bibû(18 salî bû). Wî lîse nû xelas kiribû û ketibû ezmûna zanîngehê û li benda encamê bû. Di salên lîseyê de meyla wî ketibû ser têkoşîna şoreşgerî. Pêlîstok ji bo zarokên Kobanê kom kiribûn û dabû ser riya Sirûcê(Pirsûsê). Hevalên wî Okan wiha didan naskirin: "Dilovan û devliken bû, têkilîyên wî bi mirovan re samîmî û bi heskirin bû. Okan ji jiyanê û ji alîkarîya mirovan hez dikir." Li goristana taxa Hancagiz a navçeya Defne ya Hatayê hate veşartin. Ew her wiha hevalê Emre Aslan bû, yê ku li Kobanê di nav refên YPG de di şerê li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest da.

 

Ûgûr Ozkan

Ûgûr Ozkan 26 salî bû, 28ê Sibata 1989an li Cizîrê ji dayîk bû. Malbata wî, ji ber berhemeke hunermendê Kurd Xelîl Xemgîn îlham girtibûn, dixwestin navê wî bikin "Hogir". Lê belê, sazîya nifûsê red kir ku navê wî qeyd bike. Her çend navê wî bi fermî " Ûgûr" hatibe qeydkirin jî, malbat û xizmên wî her tim wî wekî "Hogir" bi nav dikirin.

Ji ber êrîşên dewletê yên serê salên 90î, sala 1993yan de ji mecbûrî koçî Stenbolê kiribûn. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li wir qedand. Piştre li Zanîngeha Mersînê Beşa Lojîstîkê xwendina xwe berdewam kir. Lê ji ber çalakîyên wî yên siyasî li zanîngehê, mafê wî yê xwendinê hate betalkirin. Loma wegerîyabû Stenbolê, wek karkerê înşaatê dixebitî û dixwest ku hefteyekê jî ji bo avakirina Kobanê bixebite.

Endamê Partîya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP- Sosyalist Yeniden Kuruluş Partisi) bû, hîn di Zanîngeha Mersîn de têkilîya wî çêbibû. Li Stenbolê di şaxê wê ya Bahçelîevler de xebitî. Di çalakîyên weke Berxwedana Geziyê, protestokirina Facîaya Soma, 1'ê Gulanê li Taksîmê, bîranîna Madîmakê… de jî bi awayekî çalak cih digirt.

Hevalên wî wî wekî "mirovekî ku dikaribû bi her kesê hev nas bikirana têkilî deyne û ji her kesî hez dikir" wesif dikin û dibêjin, "Ew bi qasî ku ji mirovan hez dikir, ji heywanan jî hez dikir. Em ê Hogir her bi berxwedan, enternasyonalîzm û mirovahîya wî bi bîr bînin."

 

Yûnûs Emre Şen

Yûnûs Emre Şen 30ê Adara 1993yan li Wanê hatîye dinyayê(22 salî bû). 6 xuşk û bira ne. Li Zanîngeha Enqereyê xwendekarê beşa Ziman û Edebiyata Tirkî bû. Ji bo xwe bi pêş bixe gelekî hewl daye, pir xwendîye. Leqeba wî di nav hevalên wî de "Kekê" bû. Qetlîama Roboskî pir bandor lê kirîye. Endamê ESPê bû. Li bajarê wî Wanê hat definkirin.

 

Med Ali Barûtçû

Med Alî Barûtçû yê 20 salî, sala 1996an li Mûşê hatibû dinyayê. li Zanîngeha Marmarayê Beşa Zanistên Siyasî dixwend. 2 birayê wî li Kobanê li hember DAÎŞê şer kiribû. Bavê wî di sala 2009an de bi doza KCKê hatibû girtin û piştre hatibû berdan.

Lîseya Mamostetîyê ya Şîle Anadolûyê ya li Stenbolê qezenc kir. Ji ber ku wî û hevalên wî komeke rêxistinkirî ava kirin û li ser Kurdî xwendin û xebitîn, li dibistanê wekî "zarokê PKKyî, terorîst" hat binavkirin û neçar ma dev ji wir berde, Perwerdehîya xwe li Lîseya Mamostetîyê ya Mûşê ya Anadolûyê domand. Dûra beşa Zanistên Siyasî û Têkilîyên Navneteweyî ya Zanîngeha Marmarayê qezenc kir. Hevalên wî dibêjin, hertim pirtûk dixwendin. Li Mûşê hat veşartin.

Li Mûşê 18ê Tebaxa 2016an polisan girtin ser mala wan û xweha Med Alî Barûtçû, Kubra Barûtçû ya ku xwendevana Zanîngeha Firatê bû girtin, di wî wextî de diya wê Melîha Barûtçû xwest pê re here, polisek bi fîşeka ku li sênga wê xist ew birîndar kir.

 

Çagdaş Aydin

Çagdaş Aydin 3yê Cotmeha 1988an li Dêrsimê ji dayîk bûye( 27 salî bû). Lawê hevserokê HDP ya navçeya Esenlera Stenbol Fethî Aydin e. Editorê malpera Otekilerin Postasiyê bû. Demekê wekî nûçegihan ji bo Ajansa Nûçeyan a Etkîn xebitî. Li Zanîngeha Eskîşehîr Anadolûyê xwendekarê beşa Rêveberîya Raya Giştî bû.

Hertim dixwest ji bo pirsgirêkên mirovan ji holê rabe xebatê bike; ji bo çareserkirina komkujîyên karkeran, qezayên kar û wêrankirina xwezayê xebat dikir. Hevalên wî wiha behsa wî kirine: "Wî tu carî dayikên Şemîyê bi tenê nedihişt. Ji xwezayê hez dikir. Wî tu carî neheqî tehemûl nedikir."

Bavê Çagdaş Aydin, Fetî Aydin jî beşdarî çûna Sirûcê bibû û birîndar bibû. Li gor Fetî Aydin digot, lawek wî yê din jî li qadê li hember DAÎŞê şer dikir.

 

Cemîl Yildiz

Cemîl Yildiz 60 salî bû û ji Sinopê bû. Li Kastamonû Lîse ya Abdurrahmanpaşa xwend. Li Fakulteya Fen ya Zanîngeha Dîcleyê xwend û bû mamosteyê lîse. Lêbelê, ji ber xebata xwe ya siyasî nikarîbû mamostetîyê bike. Berî darbeya 12ê Îlonê bi hinekî, di zindana Amedê de bû. Di dema darbeya 12ê Îlonê de, çar meh û nîva li Girtîgeha El’ezîzê jî ma. Ji ber serhildana li wir cezayê sê sal û nîvan xwar, ew jî li girtîgehên Bartin û Sinopê temam kir.

Piştre, bi malbata xwe re li Stenbolê bi cih bû, li taxa Gazîyê dijiya. Ji bo debara xwe bike, karên cûrbecûr kir, ji karê xwaringehê bigire heya dirûtina cilên bûkan. Lêbelê, dev ji têkoşîna şoreşgerî berneda.

Di warên cûrbecûr ên Partîya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de xebitî, ku ew yek ji damezrînerên wê bû. Serokatîya Navçeya Esenler a ESPê kir û bi girtîyên şoreşger hevkarî dikir. Di hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an de bû namzetê parlementerîyê yê HDPê li Sinopê.

Li Stenbolê li Mezelê Gazîyê hate veşartin. Xanima wî Sûltan Yildiz, bi navê “Kardeşlîk Îşçîsî Cemîl Yildiz(Karkerê Xwişk û Biratîyê Cemîl Yildiz)” li ser pirtûkek çap kirîye. 

 

Dûygû Tûna

Dûygû Tûna di sala 1979an de li Nazîmîyê(Qisle) ya Dersimê ji dayîk bûye. Ji zarotîya xwe ve di gelek karan de dixebite. Demeke kin di hepsê de maye. Di rêveberîya Navçeya Kartal ya Stenbolê de, di rêveberina SKMyê de cih girtibû. Hevseroka HDPê ya Navçeya Maltepeyê bû.

Cenazeyê wê piştî merasîma li Cemevî ya Gazîyê bi girseyek mezin li Mezelê Gazîyê hate veşartin.

 

Kasim Deprem

Kasim Deprem di sala 1992yan de li Ûrfa hatîye dinyayê(23 salî bû), bi heslê xwe ji gundê Parepere ya Sirûcê bû. Mîna Osman Çîçek û malbata xwe li Akçakaleyê dijiyan. Qasim li Zanîngeha Adiyamanê di beşa Dîroka Hunerê de cih girt, salekê xwend û dû re dîsa ket azmûnan. Li Zanîngeha Harranê xwendekarê Beşa Endezyarê Zireatê bû. Ew endamê Meclisa Ciwanên HDPê bû. Bi comerdî û dilnizmîya xwe dihat nasîn û hezkirin. Kasim Deprem û hevalê xwe Osman Çîçek li Sirûcê li cem hev li Mezelê Beledîyê hatin definkirin. Wek gelekê din tirba wan jî çend carî hatîye tehrîpkirin.

 

Fîkrîye Ece Dinç

Ece Dînç di 22yê Gulanê sala 1995an de li Duzceyê ji dayik bûye(19 salî bû). Zarokek tenê ya malbatê bû. Endama ESPê ya Kadikoyê bû. Beşdarî xebatên Meclîsên Ciwanan ên HDP-HDK Kadiköy bû. Endama Komîteya Koordînasyona SKM ya Parêzgeha Stenbolê bû. Di Rêveberîya Navçeya HDP ya Kadikoy de xebitî. Ji Lîseya Anadolû ya Kadikoy mezûn bû. Ece Dînç a narîn û mirovhez, beşdarî çalakîyên li dijî kuştina Ozgecan Aslan bibû.

Li Goristana Karacaahmetê ya li Uskudarê hat definkirin. Piştî bi du rojan êrîş hatibû ser tirba wê û ala sor ya li wir şewitanbdibûn. Wê salê ketibû îmtîhanê zanîngehê û piştî jiyana xwe ji dest da hat fêmkirin ku Zanîngeha Stenbol Beşa Zanistên Siyasî û Têkilîyên Navneteweyî qezenc kirîye.

 

Aydan Ezgî Şalci

Aydan Ezgî Şalci sala 1996an de li Ordûyê ji dayîk bûye, di pola dawîn ya lîseyê de bar dikin Samsûnê. Xwendekara Zanîngeha Samsûn 19 Mayisê Beşa Rojnamevanîyê bû. Hîn di dema lîse de ketibû riya şoreşgerîyê. Dema dest bi zanîngehê kir, ket nav xebatê SGD. Jêhatî bû, li Samsûnê beşdarî gelek çalakîyan bû û di sefên pêşî de cih digirt. Di hilbijartinan de bi dilxwazî ji bo HDPyê xebitî.

Aydan Ezgî Şalci yek ji wan kesan bû ku di dema berxwedana Kobanî de xeta sînor ji xwe re kiribû mesken û dilê wê ji bo Kobana li miqabil lê dida. Ji ber ku ew hertim li ba mezlûma, li ba heqqîyê bû. Dema jinek ji mêrê xwe zordarî didît jî li ba wê bû, dixwest pê re bibe alîkar. Pêşketin û tekoşîna jinan ya li Rojava jî ew ber bi Kobanê de kişandibû. Di dema Berxwedana Kobanê de, di nav refên çalakîyan yê li Samsûnê cihê xwe girtibû. Dema kampanyayê, ji Samsûnê bi rê ketibû û çûbû Sirûcê.

Cenazeyê Aydan Ezgî Şalci, ku xelkê Mesûdîyeya Ordûyê bû û li Samsunê dima, roja 21ê Tîrmehê derengîya şevê anîn navçeya Mesûdîyeyê. Jina ciwan nîvê şevê li goristana malbatê ya li Taxa İlîşarê hate veşartin.

 

Cebraîl Gunebakan

Cebraîl Gunebakan ê 23 salî, di 1992yan de li Stenbolê hatîye dinyayê. Ji Karakoçana Elezîzê bû. Li Gulsûyû ya Maltepe ya Stenbolê dijîya. Du xwihê wî hebûn, ew ê mezin bû û tekane lawê malbatê bû. Dibistana seretayî li Kaşkarli Mahmût Îlkogretîm Okûlû û dûra Lîseya Ertûgrûl Gazî xwendibû.

Cebraîl Gunebakan ji dema lîse ve dest bi xebata şoreşgerîyê kirîye, di Yekîtiya Xwendekarên Lîseyê de cih girtîye. Dema ku di sala 2010an de hate girtin, hîn 18 salî bû, sûcê wî di çalakîyekê de kevir avêtin bû. Sal û nîvekê li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê ma. Piştî ku di sala 2012an de hate berdan, demek kurt li Zanîngeha Mugla û herêma Egeyê xebata ciwanan meşand û di sala 2013an de vegerîya Stenbolê. Wek Serhildana Gezîyê, çalakîyên bîranînên Qetlîama Mereşê, Qetlîama Roboskîyê… beşdarî gelek çalakîyan bûye. Komkujiya Roboskî di 28ê Kanûna Pêşîn a 2011an de, di nav de 19 zarok 34 kes, ji aliyê balafirên şer yê dewletê ve hatin kuştin. Cebraîl Gunebakan piştî komkujiyê çû Roboskî da ku alîkarîya zarokên li wir bike. Di kovara Ozgur Gençlîk(Xortên Azad) hijmara taybet ya li ser Roboskî de gotareke wî ya pir hêja heye ya bi sernavê "Zarokên Kurdistanê". Di vê gotara ku di salvegera yekem a komkujiyê de nivîsandibû tîştên li wir dîtine vedibêje.( Yê bixwaze vê gotarê bixwîne, lînka wê li jêr e.)

 

Buşra Mete

Buşra Mete(23 salî) 3yê Tebaxa sala 1992yan li Stenbolê hatîye dinyayê. Bi heslê xwe ji Elezîzê ye. Li Lîseya Ertûgrûl Gazî ya li Gulsûyû qedandibû û li Zanîngeha Stenbolê Beşa Ragihandinê dixwend. Endama ESPê ya Stenbolê bû. Her wiha ji bo Şaxê Ciwanan a HDP'ê ya Beşîktaşê jî dixebitî. Weke xebatên alîkarîyê ji bo mexdûrên erdheja Vanê…di gelek çalakîyan de cih digirt. Li Stenbolê li Mezelê Şeyhlî hatîye veşartin.

 

Îsmet Şeker

Îsmet Şeker 65 salî bû. Bi heslê xwe ji Sêwasê bû. Li Stenbolê li taxa Gazîyê rûdinişt, hosteyê Înşeetê bû. Qîza wî Dîlek dibêje, bavê min digot "Ez avahîsaz im, ez ê li wir ji bo zarokan dibistanê ava bikim." Kurê wî Mûstafa Can Şeker(Şîyar Koçgîrî) jî 27ê Çile li Kobanê di berxwedana li dijî DAIŞê de li nav refê YPGyê jiyana xwe ji dest dabû. Xanima wî piştî lawê xwe bi du mehan jiyana xwe ji dest da. Di gel van êşa Îsmet Şeker, ji bo alîkarîya insanî berê xwe dabû Kobanê. Li Mezelê Gazîyê hate veşartin.

Lawê wî yê din Yûsûf Şeker jî beşdarî tekoşîna Kurdan bibû, 03.07.2020an de li Dêrsimê şehît ket.

Qîza wî Dîlek Şeker bi navê “Cesûr Babam Îsmet Şeker(Bavê Min ê Mêrxas Îsmet Şeker” pirtûkek biçûk li ser bavê xwe çap kirîye.

 

Emrûllah Akhamûr

Emrûllah Akhamûr ji Qoserê bû, di 13ê Temmûzê sala 1990î de hatîye dinyayê. Heta çar salîya xwe li gundê Girmasek (Hoyuklu) ya bi navenda Mêrdînê ve girêdayî li mezra Torîkê (Torbacik) jiya. Dûra ji ber çalakîyên leşkerî yên li derdorê tev malbata xwe li Qoserê bi cih bûn, Xwendina xwe ya seretayî li Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê bi hevalê xwe yê herî nêzîk bi Mûrat Yûrtgul re qedand. Piştre dîsa herdu çûn Lîseya Ataturk a Qoserê. Di salên xwe yên lîseyê de jiyaneke aram jiya. Paşê eleqeya wî bi şanoyê re bi pêş ket û bi hevalên xwe re çend caran di lîstikan de li Qoserê lîst. Li Zanîngeha Mêrsînê Beşa Dîrokê dixwend.

Mûrat Yûrtgulê ku heman demê jiyana xwe ji dest da, hevalê wî yê zarokatîyê bû, tu carî ji hev veneqetîyabûn. Tirba Emrûllah Akhamûr û Mûrat Yûrtgul li Qoserê li tenişta hev in.

 

Nûray Koçan

Nûray Koçan 22 salî bû û ew û hevala xwe Nazli Akyurek bi hev re li Zanîngeha Kocaelîyê Beşa Hiqûqê dixwend. Ji Stenbol bi hev re çûne ji bo Kobanê. Nûray Koçan sala 1993yan li Bûrsa hatîye dinyayê. Malbata Nûray, li navçeya Mûdanya ya Bûrsayê dijîn. Li Mûdanya Lîseya Anadolû ya Samî Evkûran qedandîyê. Di hin panel û çalakîyên li ser şîdeta li dijî jinan berpirsiyarî girtine ser xwe. Bavê Nûray Koçan, Elî Koçan, dibêje, “Min israr kir ku keça min neçe. Bersiva wê ev bû, 'Yabo, em ê pêlîstokan li zarokan belav bikin û pirtûkxaneyekê ava bikin.”

Nûray Koçan, li Mudanyayê li Goristana Guzelyaliyê hat definkirin.

 

Nazegul Boyraz

Nazegul Boyraz, li Stenbolê ji dayîk bûye, wê demê 55 salî bû. Diya endama Meclisa CHPê ya Maltepeyê Yasemîn Boyraz bû û li Stenbol-Gulsuyuyê dijîya. Diya 4 zarokan bû. Bêyî cudabûnê têxe nav dîn, ziman û netewan, bingeha felsefeya wê li ser mirovhezîyê bû. Bi lêkolîna di medya civakî de tev li kampanyayê dibe ku ew jî ji bo alîkarîya Kobanê bû ya ji alîyê DAÎŞê ve hatibû wêrankirin.

Bahar Nazegul Boyraz, li Goristana Kuçukyali ya Stenbolê hat definkirin.

 

Erdal Bozkûrt 

Erdal Bozkûrt 27 salî bû, sala 1988an li gundê Kanîdirêj(Sorguçlu) ya Dutax(Tûtak)a Agirîyê ji dayîk bûye. Lêbelê, ew ber bi rojava ve koç kirîye û li navçeya Darica ya Kocaelîyê dijîya. Karkerê înşaetê bû. Endamê malbateke welatparêz e û endamê rêxistina navçeya Darica ya HDPê bû. Kampanya SGDFê dibihîze û berî destpêka rêwîtîyê di kêlîyên dawî de digihije wan. Zewicîbû û xwedî sê zarokan bû, du keç û lawek. Pir ji zarokan hez dikir û xwestibû bi zarokên Kobanê re jî bibe alîkar. Jina wî, Necla, dibêje, "Ew qet zirar nedida kesî û neheqî qebûl nedikir. Her alîgirê qencîyê bû. Ew ne ji bo tiştekî xirab çû, ez ji dil û can bawer dikim ku ew ji bo zarokan çû."

Gora wî li gundê Kanîdirêjê navçeya Agirî/Tutaxê ye.

 

Veysel Ozdemîr

Veysel Ozdemîr, 20.07.1993yan de ji dayîk bû. Ji Licê ye û li Amedê mezin bûye. Di rojbûna xwe de hate qetilkirin, wê rojê dibû 22 salî. 3 xwihê wî yê jê mezintir bi navê Gulistan, Fatoş, Nîhal û xweha wî ya cewîya wî Hevîdar hebû, yanî ew lawê malê yê bi tenê û yê biçûk bû.

Berî bi salekê Zanîngeha Mûnzûrê beşa Mûhasebeyê ya li Dêrsimê qezenc kiribû, lê dev jê berdabû û dîsa ketibû ezmûnan. Diya Veysel Ozdemîr, Rabîa Xanim dibêje, “5ê Heziranê 2015an de, em jî li mîtînga hilbijartinê ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Amedê bûn ya ku tê de êrîşeke bombeyî pêk hat.” Di êrîşê de, ku du roj berîya hilbijartinên giştî yên Tirkîyeyê bû, 5 kes hatin kuştin û zêdetirî 400 kesî birîndar bûn. Di ser medya civakî re hayê wî ji kampanyaya SGDF çêdibe û tev lê dibe. Dema biryarê dide ku here, mehekê li kargehekê dixebite û bi wan pereyan ji zarokan re pêlîstokan, tiştan dikire. Diya wî dibêje, “Ji me nexwest, xuyaye xwest ku bi keda wî be. Veysel pir hesas bû, ev yek ez ditirsandim. Nikarîbû tiştên hovane yên ku DAIŞ dikir qebûl bike,". Hevalê wî dibêjin, xortekî jêhatî, xebatkar û xwedî berpirsyarî bû.

Li Mezelê Yenîkoy ya navçeya Baglar a Amedê hat veşartin. Gelek caran gora wî hat tehrîpkirin. Rabîa Xanim got; “Sê caran êrîşî gora Veysel kirin û wêran kirin, wêneyê Veysel li ser kevirê gorê tunebû, ez bi saetan lê gerîyam lê min ew nedît. Êrîşkaran wêneyê kurê min biribûn” û nerazîbûna xwe ya li hember van êrîşan anî ziman. Got ku "Kesekî êrîşî gorên kesên ku li ser kevirên gorên xwe "şehîd" nivîsandibûn kirîye. Em neçar man peyva "şehîd" ji ser kevirê gorê derxînin. Me gora wî ji nû ve çêkir, lê me nekarî peyva "şehîd" li ser wê binivîsin. Her cara ku me "şehîd" nivîsand, ew hatin û êrîşî goristanê kirin. Û ya herî xirab jî, cihek tunebû ku em gilî bikin. Firoşkarên avê yên li goristanê dixebitin gotin ku polîs berpirsiyarê van êrîşan e. Em dikarin gilî li kê bikin?"

Rabîa Ozdemîr got ku wê hemû cil, pêlav û eşyayên şexsî yên Veysel, ji bilî sê gumlek û rûberê balîfekê, hemû şandine Kobanê û got, "Kurê min wê rojê li wir bû da ku alîkarîya wan zarokan û wan kesan bike. Lawê min nikarîbû xewna xwe pêk bîne, lê me xewna wî pêk anî û rêwîtîya wî ya ber bi Kobanî ve temam kir."

 

Polen Unlu

Polen Unlu ya 23 salî di 1992yan de li Çanakkale ji dayîk bûye. Bavê wê ji Qersê, dayika wê jî ji Sêwasê ye û li Stenbol bi cih bibûn. Polen Unlu li Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Edebiyatê Beşa Felsefeyê dixwend. Di Rêxistina HDPê ya Navçeya Beşîktaşê de dixebitî. Beşdarî çalakîyên ciwanan û jinên ciwan ên li Zanîngeha Stenbolê dibû. Di salvegera yekem a Komkujîya Roboskî de, di Serhildana Gezîyê de cihê xwe girt. Di teqînê li Sirûcê de bi giranî birîndar bû, ew rakirin nexweşxaneyê, lê li wir jiyana xwe ji dest da.

Hatîce Ezgî Sadet û Polen Unlu pir hevalên ji dil bûn, bi hev re çûbûn Sirûcê, li ba hev bi hev re canê xwe ji dest dan. Malbatê wan jî nexwestin wan ji hev dûr bixin û li Stenbolê li Goristana Ihlamûrkûyû herdu li cem hev veşartin.

 

Mert Comert

Mert Comert 2yê Gulana sala 1996an li Bafraya Samsûnê hatîye dinyayê û li wir dijîya, 19 salî bû. Li Lîseya Pîşeyî ya Hesin û Pola ya Bafra xwendîye. Ji wî pêve tu zaroyê malbata wî tine bû. Ji alîyê derdora xwe ve pir dihat hezkirin. Di êrîşê de bi giranî birîndar bû. 26 rojan li ber xwe da lê dawî jiyana xwe ji dest da. Mert Comert li Bafrayê spartin axê.

 

Vatan Bûdak Firat

Vatan Bûdak Firat ji Qers-Dîgorê bû, 22 salî bû, 18ê Nîsana sala 1993yan de li Gazîosmanpaşaya Stenbolê hatîye dinyayê. Wî jî li Zanîngeha Bolû Îzzet Abantê Beşa Endezyarîya Elektronîkê nû xelas kiribû. Di bûyerê de birîndar bibû û ew biribûn Stenbolê, lê li nexweşxaneya ku 16 rojan li ber xwe da jiyana xwe ji dest da. Li Gazîosmanpaşa ya Stenbolê li Goristana Karlitepe hat veşartin.

Hevalên wî wî wekî "gelekî wêrek û mêrxas bû" wesfê wî didin. Di dema Komkujîya Somayê de jî çûbû Somayê da ku alîkarîya karkeran bike.

 

 

Not: Du nav hene ku di hin lîsteyan de derbas dibin û tu agahî di derbarê wan de tune ne: Dîlek Bozkûrt û Mehmet Alî Varol. Loma me nexist lîsteyê. Tenê di çend cihan de Alîcan Vûral û Mehmet Alî Varol wek heman kes hatibû îfadekirin. Heke kêmanî yan xelitî hebin em dikarin sererast bikin.


 

 

ÇAVKANÎ

https://diyarname.com/news.php?Idx=16594

https://m.bianet.org/kurdi/print/227702-iro-5em-salvegera-qetliama-pirsuse-ye

https://www.semdinlihabergazetesi.com/suruc-katliaminin-birinci-yildonumu.html

https://www.youtube.com/watch?v=JJH9ljZm-YI

https://bianet.org/haber/suructa-yasamini-kaybeden-33-dus-yolcusu-227686

https://www.rupelanu.org/suruc-katliaminda-yasamini-yitiren-cicek-ve-depremin-mezarina-saldiri-21684h.htm

https://www.facebook.com/SurucAileleri/videos/cebrail-g%C3%BCnebakanm%C3%BCtevaz%C4%B1-ve-%C3%B6zg%C3%BCvenliydi-bireysel-sorunlara-heba-etmezdi-zaman%C4%B1/1001135501341756/

https://www.youtube.com/watch?v=YQKPZQ3oGWs

https://www.youtube.com/watch?v=uxuZ1fIq4aA&t=8s

https://bianet.org/haber/suructa-yasamini-kaybeden-33-dus-yolcusu-227686

Agahîyên Înîsiyatîfa Malbatên Sirûcê

https://www.gazetevatan.com/gundem/galeri-biz-gunesin-cocuklariyiz-olume-gulerek-gideriz-828294/10

ttps://www.youtube.com/watch?v=VNP1zWSdwUE

https://www.youtube.com/watch?v=wcjfB5FebfE&t=116s

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Baba Îshaq

Baba Îshaq (Serhildêrê Raperîna Babayiyan):Baba Îshaq, serwerê serhildana “Babayiyan”e ku ew serhildan bi navê wî jî tê zanîne. Di derbarê jiyana wî de agahiyên pir tunene lê belê hin kes ji bo Baba Îshaqê ku Kurdekî Semsatî ye de dibêjin; “ew kesk ji binemala Keyên Komageneyê ye.” Serhildana Baba Îshaq di sala 1240 an de, li derdora Şarî Semsat, li dijberê rêveberiya Dewleta Selçûkiyan destpêkir, hêzên Baba Îshaq 12 caran hêzên Dewleta Selçûkiyan têk birin lê raperîn dei heman salê de li deşta Malyayê têk çû. Baba Îshaq ew serhildan bi şêwra hevalên xwe ên wek Hacî Bektaşî Welî, birayê wî Menteş, Baba Rlyas û hîn gelekên din bi rêve dibir...


Destana Rizgan û Nûrê

Rizgan û Nûrê aşiqê hev in û bi salan e ji hev hez dikin, lê Rizgan şivanê gund e, feqîr e, belengaz e, bê mal û milk e, xortekî camêr û dilsoz e. Ne neheqiyê dike ne jî neheqiyê qebûl dike, merivekî dilgeş û adil e. Nûrê qîzeke bedew û xweşxûy bû, husn û cemaleke wisa lê hebû dema meriv çav pê diket te digot qey horî ye ji bihûştê reviyaye, hatiye li kêleka Rizgan rûniştiye. Meriv dêna xwe bida wek ava kevserê bû, dilê xortan pê tev kûl û birîn bûn.


Kurdistan û Sînor(pirtûk-pdf)

Mijara pirtûka “Di Sedsala 20’an de  KURDISTAN Û SÎNOR” sînorê di hundirê Kurdistanê de ye û lêkolînên ji gelek aliyan ve yê li ser van sînoran hatine kirin tê de cih distîne. Xebat ji du cildan pêk tê. Di cilda I’emîn de bi kurtayî dîroka sînorên di hundirê Kurdistanê de heye. Di cilda II’yemîn de jî “Sînoran Bi Xwe Re Çi Anîn?” xal bi xal raxistiye ber çavan.