logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

× Lêkolîner Nivîskar Helbestvan
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Eyyup Guven

Nivîskar: Eyyup Guven

 

Di sala 1963yan de li Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye. Eyyup Guven di sala 1979an de di Zankoya Dîcleyê, Beşa Zimanê Fransizî de dest bi xwendinê kir; ji ber derbeya leşkerî ya sala 1980yî  nikarîbû zankoyê kuta bike. Di sala 1990î de bi derfetên xwe dest bi lêkolînerîyê kir. Ji 1990î ve di nav xebatên siyasetê de jî cih girtiye. Berhema wî ya pêşî di sala 2008an de hatiye weşandin. Nûnertiya şaxê Mêrdînê ya Komeleya Nivîskarên Kurd kiriye. Dema Komeleya Niviskarên Kurd ji alî dadgehê ve hat girtin di komeleyê de sekreterê giştî bû. Niha hevserokê Komeleya Nivîskarên Mezopotamya ye. Damezrînerê sazîya ziman MEDİ-DER e û revebirê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamaya ye. Endamê KURD PENê ye. Nivîsê wî di Kovara Rewşen, Tîroj û di rojnameya Azadiya Welat, Gundem, Rojev û hwd. hatine weşandin. Guven bavê du keç û çar lawa ye. Li Dêrika Çîyayê Mazî dijî.

 

Berhemên Eyyup Guven:

Kulmek Morîkên Şînbirîk, Roman, Weşanên Ronahî, 2009

Guhar, Roman, Weşanên Ronahî, 2010

Guhar, bi Tirkî, Roman, Weşanên Yaba, 2011

Penaberên Jîyaneke Têkoşer, Roman, Weşanên Ar, 2015

Dayîka Serwet, roman, Weşanên Ar, 2016

Porjiyan û Lêv Zingar, roman, 2021

Şiirlerim (Helbestên Min), bi Tirkî, Weşanên Xwe, 2008

Ji Doh û Heya Îro Helbestên Min, Weşanên Xwe, 2008

Derik Tarihi  (Dîroka Dêrika Çîyayê Mazî), lêkolîn, Weşanên Xwe, 2008

Derik (Dêrika Çîyayê Mazî), lêkolîn, Weşanên Ar, 2008

Xelatên ku wergirtine:

Plaketa DKDD’yê (Komeleya Çand û Hevkarîyê ya Dêrikê – Stembol)

Plaketa Şaredarîya Şîşlîyê ya Stembolê

Plaketa ji alî Ermenê Stenbol

Plaketa ji ali Komeleya UMADER

Desteya çand û hunerê-Rojava

 

 

Hin nivîsên têkildar

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf


Hûtî Aslan

Hûtî Aslan dibistana seretayî û ya navîn li Nisêbînê, xwendegeha ji bo huner jî li bajarê Edirne (bajarekî Tirkîye ku li ser sînorê Bulgarîa cîh girtîye) xwendîye. Ji bo zankoyê bixwîne di serê sala 1970yî de çûye Almanyayê û perwerdeya xwe ya endezyarîyê û mastira xwe jî li Almanyayê qedandîye. Bi Kurdî, Tirkî û Almanî zane. Di xwendegeha navînê de dest bi nivîsandina helbesta kirîye....


Seyîd Mihemedê Şemzînî

Seyîd Mihemed, kurê Seyîd Abdulqadirê Şemzînî ye û sala 1879an li gundê Nehrî ya Şemzînanê ji dayik bûye. Ji ber tevgera sala 1880yî ya Şêx Ûbeydulayê Şemzînî, malbat bi giştî ji alîyê desthilatdarîya Osmanî ve hatine nefîkirin ji bo bajarê Hîcazê. Salên ciwanî û xortanîya wî li cî û warên bîyanî yên nefîkirinê derbas bûne. Perwerdeyîya xwe ya sereke di medreseyên terîqeta Neqşebendîyê de temam kirîye...