logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

× Navdarên Kurdistan Dînên li Kurdistan Amûrên Muzîkê Muzîka Kurdî Dengbêjî Berhemên Çandî û Hunerî Çek û Libsên Kurdan Orf û Adetên Kurdan
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Berfîn Aktay

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Berfin Aktay yek ji stranbêja muzîka Kurdî ye, ku xebatê wê di medyaya civakî de ji hêla bi mîlyonan kesan ve tê şopandin. Berfîn Aktay di sala 1992yan de li Nisêbînê (Mêrdîn) hate dinyê. Navê bavê wê Evdirehman  û navê diya wê Nazîfe ye. Ji ber ku bavê wê li tembûrê dixist û distra, di zaroktiya xwe de dil da muzîkê û 5 salî dest bi tembûrê kir. 6 salî cara yekem bi bavê xwe re derket ser dikê.

 

Berfin Aktay, di 2008-2009 de li Navenda Çand û Hunerê ya Mîtannî(Nisêbîn) di nav koroya jina de cî girt. 2012 an de bi strana 'Canda' di nav medya civakî de hat nasîn. 2012 an de bavê wê çû ser dilovaniya xwe. Bi têsîra vê xwe bi giştî da nav baskê muzîkê. 2012 an de ji bo perwerdehiya muzîkê ji Nisêbînê derbasî Amedê bû. Li Akademiya Çand û Hunerê ya Cegerxwîn dest bi perwerde û xebata muzîkê kir. 2014an de strana xwe ya yekem bi navê 'Mestan' ku ji bo bavê xwe nivisandibû parvekir. Di heman salê de tevlî Orkestra Heskîf bû. Di nav Orkestra de heya 2015 an xebat meşand. Di projeya 'Keybanû' de wek korîst cî girt. Navbera 2015-2017an de li Studio Huneramed de kar û xebatê teknîki fêr bû û dest bi xebatên teknîkî kir. 2017an de ji bo perwerdehiya xwe berdewam bikê derbasî Stenbolê bû û li Zaningeha Stenbolê ya Teknîkî (Istanbul Technical University) beşa Teknolojiya Muzîkê (Music Technologies / Sound Designer) perwerdehî distîne.


ÇAVKANİ

https://www.berfinaktay.com/

https://jinhaagency.com/kr/lsta-roj/content/view/8184?page=2

https://www.youtube.com/watch?v=H1RKOOkxcAs

 

Hin nivîsên têkildar

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf


Hûtî Aslan

Hûtî Aslan dibistana seretayî û ya navîn li Nisêbînê, xwendegeha ji bo huner jî li bajarê Edirne (bajarekî Tirkîye ku li ser sînorê Bulgarîa cîh girtîye) xwendîye. Ji bo zankoyê bixwîne di serê sala 1970yî de çûye Almanyayê û perwerdeya xwe ya endezyarîyê û mastira xwe jî li Almanyayê qedandîye. Bi Kurdî, Tirkî û Almanî zane. Di xwendegeha navînê de dest bi nivîsandina helbesta kirîye....


Manî Pêxember

Manî Pêxember

Yek ji dînên girîng yê dîroka dînên dinyayê Manîyî ye, Manîyî ji alîyê pêxember(peyamber) Manî ve hatîye belavkirin. Manîyî dîneke gerdûnî ye, yanî ji hemû insanan re ye, armanca vî dînî insana ji xerabîyê dûr bixe û wan biparêze. Manî yê weke Peyamnêrê Ronahiyê jî hatîye binavkirin, di derbarê felsefe û ramanê xwe de pirtûk nivîsandine, wêne çêkirine, ji bo belavkirina vî dînî alîgêrên xwe şandîne gelek welatan; pirtûkên wî wergerandine gelek zimanan; loma di demeke kin de li çar alîyê dinyayê şopdarên wî zêde bûne...